Strana rojê: Elêonore Fourniau - Xezal Xezal

Eléonore Fourniau sala 1987’an li Parîsa Fransayê hatiye dinê û 3 salan li Ozbekistanê jiyaye. Perwerdeya xwe li ser waneyên piyanoyê dîtiye û di sala 2010’an de beşa dîrokê bi dawî kiriye. 5 salan li Tirkiyeyê jiyaye.
Wek xwendekara mêvan çû Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) beşa konservatûara muzîkê xwend. Heya wê demê jî haya wê ji dewlemendiya dengbêjiya Kurdî nebû. Wê demê hevalek wê ya Fransî ku li heman zanîngehê dixwend jimara telefona Xalîdeya dengbêj dide wê û jêre dibêje ew bi xwe jî diçe li gel Xalîdeyê hînî dengbêjiyê dibe. 
Cara yekê peyîva dengbêjiyê ji hevala xwe hîn dibe û paşê jî xwendekarên Kurd dinase û bi wan re li ser stranên Kurdî nîqaş dike. Bi sê xwendekarên din re koma “Esman” çêdikin û li ser stranên Kurdî dixebitin.
Di ber xebatên xwe re jî li Xalîdeya dengbêj digere û xwe digihîne wê, mehê du sê caran diçe li ber destê Xalîde waneya dengbêjiyê dibîne. Bi wî awayî ew û xwendekarên Kurd di muzîka Kurdî de xwe pêş dixin.
Di wê pêvajoyê de tevlî gelek konser û festîvalan bûye û bi hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Sylvain Barou, Efrên Lopez û gelekên din re derketiye ser dikê û stran gotine.
Stranbêjiya Kurdî didomîne, em niha jî li strana wê ya bi navê Xezal Xezal bikin.