Strana Rojê: Deng û dengbêjiyek qedîm a Radyoya Êrîvanê: Sûsika Sîmo – Evdalê Zeynikê

Sûsîka Sîmo ya jinek Kurd ê Êzidî ye û weke ‘Dengbêja sosyalîst a qada sor’ tê nasîn di sala 1925’an de li gûndê Mîrekêda tê dinê.

Di 21 saliya xwe de dest bi gotina stranên kevnar û gelerî kir. Di sala 1946’an de weke yekemîn jina Kurd a li Ermenîstanê derket dîkê û bi deng û awaza xwe ya Kurdînî stranan got. Li Erîvanê dest bi weşanên radyoyê kir. Bi yekemîn kilama xwe ya bi navê ‘Miho’ ya di radyoya Erîvanê de got hat nasîn û bi vê berhema xwe di nav dilê gelê Kurd de cihên xwe girt.

Sûsîka Sîmo ya di her derketina ser dîkê de cilên bi rengê kes û sor û zer ango rengê Kurdistanê li xwe dike, li gel stranên Lenînê Mezin, Lenîn Rabû Em Rizgar Bûn, Xerîb Bilbil û Evdalê Zeynikê gelek stranên din jî distire.

Sûsîka Sîmo ya dengbêja qedîm a Radyoya Erîvanê di sala 1977’an de li 52 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.