Portreya Rojê: Sema Yuce

Sema Yuce (Serhildan-Leyla) şoreşgera jin û têkoşera nemir. Navê xwe li rûpela dîroka jinên Kurd nivîsand ku îro bi hezaran jin dibin şopdarên riya wê.

Navenda Nûçeyan: Sema Yuce di sala 1998’an de şeva Newrozê 21’ê Adarê li hember zilma li ser gelê Kurd, hêzên komploger û xiyanetkar di girtîgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê de çalakiya fedaî li dar xist û di 17’ê Hezîrana heman salê de di nexweşxaneya Cerrahpaşa ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest da. Sema Yuce bi şiara “Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dixwazim bibim pirek ji agir” bi nameya ku li dû xwe hişt fikrên xwe yên kûr anî ziman û îro bûye pêşenga jinan.

Sema Yuce (Serhildan-Leyla)

Sema Yuce di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jêrê ya girêdayî navçeya Dutaxa bajarê Agiriyê çavên xwe li cîhanê vedike. Dibistana seretayî li gundê Qelqelî, navîn li navçeya Dutaxê ya Agiriyê, ya amadehî jî li bajarê Agiriyê dixwîne. Her wiha li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn beşa civaknasiyê qezenc dike. Sema Yuce di nav tevgera azadiyê de bi navê Serhildan û Leyla tê nasîn. Di sala 1991’ê de ji bajarê Mêrdînê bi komek hevalên xwe re beşdarî tevgera azadiyê dibe. Di havîna 1992’an de bi komek hevalên xwe re vedigere Agiriyê û piştî îxbarek li navenda bajêr tê binçavkirin. Li dadgehê, parastina siyasî dike, piştî lêpirsîneke demdirêj sewqî dozgeriyê tê kirin û wê dişînin girtîgehê, 22 sal cezayê girtîgehê yê giran lê tê birîn. Di destpêkê de sirgûnê Nevşehîrê tê kirin û paşê sirgûnê girtîgeha Çanakkaleya Tirkiyeyê tê kirin. Di şeva Newroza 21’ê Adara 1998’an de li girtîgehê çalakiya fedaî li dar dixe û piştî çalakiyê, nêzî 80 rojan li nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşaya Stanbolê li ber xwe dide, di 17’ê Hezîrana heman salê de jiyana xwe ji dest dide.

Di sala 1988’an de tevgera azadiyê nas dike

Sema Yuce di şexsê malbata xwe de şahidî bi pevçûnên rastiyên kurdbûne dibîne. Ev nakokî herî dawî bi dîtina perwerdeyên di saziyên Kemalîzmê de berfireh dibe. Bi taybetî di encama bandora çanda emperyalîzmê ya li zanîngehê û jiyana ku pêşkêşî jinan dike de, li dijî xeyalên xwe yên zarokatiyê dikeve nava lêgerîna heqîqetê. Sema Yuce di sala 1988’an de li zanîngehê têkoşîna azadiyê nas dike. Nakokiyên ku weke jin dijî, dibîne di riya ku diçe azadiyê her jinên Kurd û gelê Kurd heta her mirov heman kêmasiyan dijîn lê Sema Yuce tu caran di cihê xwe de namîne û di riya têkoşînê de dimeşe. Analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê her dem dibin çavkanî û kêliya ku xwe digihîjîne îfade dike. Sema Yuce di hatina merheleya têkoşînê û xebatên partîbûnê de vê rastiyê dibîne ku çawa li asîman du roj tune ye û dê tu carî tune be, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, du vebijêrkên jiyanê û û navenda çavkaniyê jî nabe.

“Di çalakiya Sema Yuce de xweşikî heye”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pakrewan Sema Yuce wiha dibêje: “Ew jinek bi nirx e, lewre di şeva Newrozê 21’ê Adarê de li hemberî kesayetên ku di bingeha hevkariyê de bi dijmin re dibin yek, serî natewîne, napejirîne, bedena xwe dide ber agir û dişewitîne. Demek dirêj li ber xwe dide û di 17’ê Hezîranê de nefesa xwe ya dawî dide. Ev çalakiyeke canbexşane ye. Di heman demê de di dîrokê de rêheval Fikrî Baygeldî jî ji bo ku bersivek bide çalakiya Sema Yuce bi heman şêwazî çalakiyek li dar dixe û xwedî li bîranîna Sema Yuce derdikeve. Bi îradeya xwe ya cewherî re hêza xweşewitandinê derdixin holê, tevahiya pakbûn û kirêtiyan ji hev cuda dikin, bi agirê bedenên xwe re zelalî ava dikin. Sema Yuce weke kesayeta Zîlan derdikeve pêş. Di çalakiya wê de gelek milên xweşik û bi hêz hene. Serî natewîne, serhildêr e. Her ku diçe xwe watedar dike. Li hemberî dijimin û xiyanetê hêrseke mezin dijî. Di nava jiyana girtîgehê de bêguman têkoşiyaye xwedan girîngiyeke hîn mezintir e. Di vê wateyê de ew, di berxwedaniya zindanê de teqez mînak e, ji bo pirsa “Çawa bijîn” re jî misoger bersiva rast e. Rastiya Sema di wateya eşq, bedewî û şerê azadiyê de bi awayekî mezin dayîn heye. Hesreta wê ya herî mazin bidestxistina derfetên azadiyê û şerkirin e. Ev agireke mîlîtanî ye û li hember şaşîtiyan dibe mertal, mîna rojê sotîner e.”

Jin çirûska agirê Kurdan in

Sema Yuce, komploya mezin a li ser Rêber Apo, jina azad û gelê Kurdistanê bi pêş dikeve ferq dike û bi agirê bedena xwe bersiv da hêzên komploger. Sema Yuce li hemberî faşîzm û zîhniyeta dewleta tirk li girtîgehê, li ser xeta Mazlûm Dogan, Zîlan û Sarayan nasnameya jinêm azad temsîl kir. Sema Yuce bîrdoziya azadiya jinan di kesayeta xwe de jiyanî kir û bû yek ji pêşengên jinên azad. Sema Yuce û bi hezaran fedaiyên Kurdistanê bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” komplogerî têk bir. Sema Yuce di nameya xwe de wiha dibêje: “Di qonaxa heyî de dijmin dixwaze meşa me ya mezin a mirovahiyê rawestîne. Dewleta tirk demeke di bin navê ‘marjînalkirinê’ de tasfiyeyê li ser têkoşîna gelê Kurd feriz kiriye. Ev plan ji aliyê navendên emperyalîst ve hatiye amadekirin. Dijmin dixwaze Kurdan bike eşîra lût a serdemê. Dixwaze gelê me yê ku gundên wan şewitandiye bi birçîbûn û zayenperestiyê bifesitîne û dixwaze li gorî rêgezên xwe teşe bide wan. Dixwaze gelê me li metrepolan bi komkirina zibaleyan terbiye bike û di sînorê jiyana xwe de xilas bike.”

Sema Yuce ji bo ku komplo û xiyaneta li ser gelê Kurd têk bibe, vê çalakiyê li dar xist û bi çalakiya xwe rê nîşanî gelê Kurd da.

“Çawa ku li asîman du roj nabin, ji bo jinan jî du çavkaniyên moralê nabin”

Sema Yuce di nameya xwe de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj nabin, ji bo jinan jî du çavkaniyên moralê nabin. Dema ku ez van dinivîsînim di wê kêliyê de ez Rêber Apo ji aliyê fikir, moral û jiyanî ve dikim navenda yekane û hemû astengiyên di hundirê xwe de derbas dikim. Min dixwest ne tenê di cewher de, di pratîkê de jî ji çalakiya bêhempa ya xwedawenda me ya azadiyê rêheval Zîlan re bibim bersiv. Lê di şert û mercên zindanê de ev yek ne pêkan e. Azweriya min a azadiyê gelek mezin e. Ji bo vê azweriyê veguherînim hêza jiyanê, hebûna xwe diyarî Rêber Apo dikim. Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyan ji nû ve biafirînin û bibin çirûskeka vê yeke dê bibin parastvanên Kurdistana azad. Lê belê dê ev tena serê xwe ji Rêber Apo re nebe bersiv. Ji bo bersivbûna vê yekê divê her dilê ku hatiye reşkirin bi agirê bê safîkirin. Ez tenê dikarim dilê xwe bidim. Belê di Newrozkirina bedena xwe de girêdana xwe dîsa dubare dikim ku ez bi mejî, dil û her hucreyên bedena xwe girêdayî vê riyê me.”

“Dixwazim dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pirek ji agir”

Sema Yuce ji bo çalakiya xwe vê peyamê dide: “Li ser van esasan ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pirek ji agir. Ez ji bo bibim xwendekarek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdan; dixwazim wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan jî bibim Newroz. Dixwazim li ser riya rêheval Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bi biryardariyeke mezin bimeşim. Li ser çalakiya şehîdên ku hewl didim bibim yek ji şopdarên wan, pir fikirîm. Min pir dixwest her roj û her gav di nav agirê şoreşê de bişewitim û xwe bigihîjînim raza vê. Piştî biryardayîna vê çalakiyê min dubare dubare şerekî navxweyî da meşandin. Min herî dawî di xwe de hêza hemû qelsbûnên însanî dîtin û bi ser ketim. Daxwaza min a jiyana azad û jina azad vê yekê ji min dixwest. Niha hê baş têdigihîjim ku sonda min a girêdana bi Rêber Apo re, di azweriya agir de arî bû û xwe ji nû ve diafirînim.”