Rûyê veşartî yê 6-7'ê Îlonê: Serpêhatiyên jinan di bêdengiyê de hatin veşartin
Êrîşên 6-7'ê Îlonê ne tenê binesaziya aborî û sembolîk, di heman demê de laş û rûmeta bi sedan jin û zarokên ne-Misilman hedef girtin; rastiyeke ku bi salan ji nîqaşên fermî re nehat vekirin.
Navenda Nûçeyan – Hin şev hene ku serê sibê kolan tên paqijkirin, pencereyên şikestî tên guhertin û kepenkên dikanên talankirî ji nû ve tên vekirin. Lê hin birîn hene ku ne bi demê re baş dibin û ne jî bi derbasbûna salan winda dibin. Di şeva 6-7'ê Îlona 1955'an de, ne tenê xanî, dikan, dêr û goristanên li kolanên Stenbolê hatin talankirin. Jiyan, bîranîn û rûmeta mirovan jî hatin hedefgirtin. Hin ji çîrokên herî tarî yên wê şevê di laş û bêdengiya jinan de dimînin.
Îro dema ku behsa 6-7'ê Îlonê tê kirin, piraniya me dikanên talankirî, tiştên belavbûyî li kolanan û girseyên ku bi daran di destên xwe de li bendê ne, xeyal dikin. Lê rastiyek din hebû ku di çarçoveya wêneyan de cih nedigirt. Jin û zarokên ku ji tirsan nikaribûn biaxivin, yên ku nikaribûn ji kesî re bibêjin ka bi salan çi jiyane, çîrokên wan bi piranî bi salan bêdeng man.
Nîşana ku 6-7'ê Îlonê li ser jinan hişt ji hejmarên fermî yên xanî, kargeh, dêr û dibistanên wêranbûyî pir wêdetir bû. Destdirêjiya zayendî, îşkence û heqaretên ku wê şevê bi sedan jin û zarokan kişandin jî bûn beşek ji vê dîrokê.
Aliyê mirovî hat paşguhkirin
Di şeva 6-7'ê Îlonê de, 4 hezar û 214 mal, hezar û 4 kargeh, 73 dêr, sînagog, du keşîşxane û 26 dibistan di êrîşan de bûn hedef. Qeyd nîşan didin ku bi tevahî 5 hezar û 317 sazî, di nav de kargeh, otel û bar, zirar dîtine. Wêneyên wê serdemê bi piranî kargehên talankirî yên li Kolana Îstîklalê û komên kelûpelên ku li kolanan kom bûne nîşan didin. Li gorî daneyên rêxistina mafên mirovan Helsinki Watch, di êrîşan de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Beşek girîng ji Yewnaniyên saxmayî neçar mane ku koçî Yewnanistanê bikin, di heman demê de Ermenî koçî Ewropa û Amerîkayê kirine.
200 jin hatin tecawîzkirin
Her çend ev wêneya tirsnak a êrîşên li dijî ne-Misilmanan dihat vegotin jî, serpêhatiyên jinan bi piranî ji nîqaşa giştî hatin dûrxistin. Rastiya ku êrîşan ne tenê milk û cihên perestgehê, lê di heman demê de laşên jinan jî hedef girtin, di piraniya vegotinan de nayê dîtin. Dimitrios Kalumenos, wênekêşê Patrîkxaneya Ekumenîkî ku bûyerên şeva 6-7'ê Îlonê bi wêneyên xwe belge kir, di pirtûka xwe ya "Xaçkirina Xiristiyaniyê" de, ku di sala 1966'an de li Atînayê bi îngilîzî û yewnanî hatiye weşandin, şahidiyên li ser bûyerên wê şevê jî vedihewîne. Pirtûk her wiha rewşên destdirêjî û îstismara zayendî vedibêje. Li gorî vegotina Kalumenos, 200 jin bi tecewîz û îşkenceyê re rûbirû mane.
Di pirtûkê de ev daxuyanî hebûn:
"200 keçên Yewnanî bi hovane hatin tecawizkirin û îşkencekirin (…) Werin em tenê sê ji bûyerên tirsnak ên ku mirov dihejînin behs bikin:
1- Li Ortakoyê, li ser Bosforê, wan tecawiz li jineke 80 salî kir ku paşê hişê xwe winda kir.
2- Li Arnavutkoyê, li ser Bosforê, wan jineke pîr û seqet kuştin û bi çekek hesinî porê serê wê jê kirin. (Yûnaniyên din ên ku wê şevê hatin kuştin heman çarenûs parve kirin. Bi hezaran Yewnanî hatin lêdan, îşkencekirin, birîndarkirin, xirabkirin, tinazkirin û êrîş kirin. Gelek ji wan paşê ji tirs, tayê bilind, krîza dil, birîn, têkçûna demaran, tengahiya derûnî, xemgînî û şokê de mirin.)
3- Li Goristana Yewnanî ya li Şîşliyê, wan gora Iliasko, ku vê dawiyê hatibû veşartin, vekirin û cesedê wî kêr kirin! Wan gorên din jî kolandin, hestiyan derxistin û serê wekî topan bikar anîn." "Wan qîr kirin 'Gola Çep, Gol, Gol!' tinazên xwe bi Lefter Kuçukandonyadis, futbolîstê navdar ê Yewnanî ku beşdarîyên girîng di pêşkeftin û geşedana futbola Tirkî de kir, bikin!"
Tê tekez kirin ku tiştên ku hatine vegotin tevahîya tiştên qewimî nîşan nadin û gelek şahidî qet dernakevin holê. Pirtûkê destnîşan kir ku bêdengiya ku piştî wê şevê çêbû dê ji bo nifşên pêşerojê bibe valahiyek bîranînê û wiha got:
"Gelek bûyerên dramatîktir hene ku me negotinr û hin ji wan qet nayên gotin, di bêdengiyê de di şermê de hatine veşartin!"
Bi sedan jin û zarokan kabûsek jiyan
Piştî êrîşên 6-7'ê Îlonê, hin bûyerên destdirêjî û îstîsmarê ji Konsolosxaneya Yewnanîstanê re hatin ragihandin. Hin çavkaniyan diyar kirin ku di du rojan de bi qasî 400 jin rastî tecawizê hatine. Qurbanî bi jinên mezin re sînordar nebûn; her wiha raporan eşkere kir ku zarok jî hedefên şîdeta cinsî bûn.
Speros Vryonis di xebata xwe ya "Mekanîzmaya Karesatê" de mînakên ji pirtûka Leonidas Koumakis a 1995'an, "Mucîziyet: Çîrokeke Rastîn" ku bûyerên 6-7'ê Îlonê vedikole, vedihewîne:
"Saet 7'ê êvarê, komeke mirovan keçek şeş salî li nîvê kolanê dorpêç kir û ew radestî barkêşekî nîv-dîn kir ku bi navê 'Gorilla' dihat nasîn. Dema ku barkêş bêrehm tecawizî keçikê kir, komê qîr kir: 'Ev tiştê ku Yewnanî heq dikin e. Wê bikujin, kûçikê Yewnanî bikujin.'"
Di pirtûka Dilek Güven a bi navê "Bûyerên 6-7'ê Îlonê" de, Yorgos Adosoğlu bandora êrîşan li ser jinan vedibêje. Adosoglu, ji ber ku bijîşk e, diyar kir ku piştî bûyeran hin polîs nêzîkî wî bûne û jinên ku birine nexweşxaneyê di axaftina li ser serpêhatiyên xwe de zehmetî kişandine.
"Mînak, jin li malên xwe rastî tecawizê dihatin. Wê rojê gelek tecawiz çêbûn. Jinan paşê agahî dan Konsolosxaneya Yewnanîstanê. Piştre, polîs bi cilên sivîl hatin ba min ji ber ku ez bijîşk bûm. Em çûn nexweşxaneyê, lê jin bêdeng man. Ji ber vê yekê min ji polîs pirsî: 'Tu zewicî yî?' Wî got, 'Erê.' Min pirsî, 'Ger 500 kesan di şevekê de tacîz li hevjîna te an keça te bikin, tu dê çi bibêjî?' Wî got ku ew ê bêdeng bimîne."