Bajarê xwedawenda jin: Myra

Bi dîroka xwe ya zêdetirî 2 hezar û 500 salî bajarê kevnar ê Myra ku li navçeya Demre ya Antalyayê ye, nûneratiya xurt a fîgura xwedawenda jin a li ser pereyên bajêr û girîngiya sembolên olî yên ku jin-navendî ne, eşkere dike.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Kevnar ê Myra ku li Tirkiyeyê navçeya Demre ya bajarê Antalyayê ye, yek ji navendên herî girîng ên dîroka Lîkyayê ye. Her çend dîroka damezrandina rastîn a bajêr nayê zanîn jî, gorên kevirî, nivîsên Lîkyayê û pereyên sikkeyî nîşan didin ku Myra herî kêm ji sedsala 5’an a berî zayînê ve hebûye. Ji ber vê yekê, Myra divê ne tenê wekî bajarekî kevnar, di heman demê de mîna cihekî dîrokî jî were hesibandin ku şopên avahiyên civakî û çandî yên cûda di nav sedsalan de hildigre.

Myra yek ji şeş bajarên mezin ên Lîga Lîkyayê bû û navendeke girîng bû ku sê mafên dengdanê hebûn. Girîngiya siyasî û aborî ya bajêr bi taybetî di serdema Romayiyan de zêde bû. Sedsala 2’yan a P.Z, ji bo Myra serdemeke pêşketineke mezin bû; gelek avahî hatin çêkirin û yên heyî hatin tamîrkirin. Girêdana Myra bi deryayê re ji hêla bendera Andriake ya nêzîk ve hate peydakirin. Bi vî awayî, bajar ne tenê ji hêla siyasî û olî ve, di heman demê de ji hêla bazirganî ve jî bû navendeke girîng.

Mîmariya berbiçav û qadên bîra civakî

Di nav bermahiyên herî balkêş ên Myrayê de îro gorên wê yên kevirî ne. Ev gor mînakên mîmariya xaniyên darîn ên Lîkyayê nîşan didin ku li gorî keviran hatine adaptekirin. Hin gor kesên mirî û xizmên wan bi relyef nîşan didin; yên din jî nivîsên li ser hene.

Ji ber vê yekê, gorên Myra ne tenê avahiyên arkeolojîk in ku bi mirinê ve girêdayî ne; ew di heman demê de qadên bîra civakî ne ku nîşan didin ka civak çawa xwe temsîl kiriye.

Di cîhana olî ya Myrayê de xwedawenda jin

Yek ji faktorên herî girîng ku Myrayê di warê dîroka jinan de girîng dike, hebûna xurt a fîgura xwedawenda jin a di cîhana olî ya bajêr de ye. Tê gotin ku, xwedawenda bajarê Myrayê Artemis, bi xwedawendeke kevnar a ji kevneşopiya Anatoliyê Kybele ve girêdayî ye. Nîşandana Artemis bi şiklê Kybele li ser pereyên ku bi navê Myra hatine çêkirin jî nîşaneyek girîng a vê kevneşopiya olî ye.

Bajarê kevnar ê Myra ku xwedî dîrokeke zêdetirî 2 hezar û 500 salî ye, yek ji navendên girîng ên Lîkyayê û şahidê girîng ê dîroka Anatoliyê ye. Gorên kevirî, nivîsar, pere, şano û Bendera Andriake ya bajêr nîşan didin ku ew ne tenê navendeke siyasî, di heman demê de civakeke zindî jî bû.

Çavkaniyek ji bo lêkolîna cihê jinan

Ji perspektîfa dîroka jinan ve, yek ji aliyên herî berbiçav û pêbawer ên Myra kevneşopiya Artemis-Kybele ye. Nûneratiya xurt a fîgura xwedawenda jin li ser pereyên bajêr girîngiya sembolên olî yên ku jin-navendî ne di cîhana çandî ya Myra de eşkere dike. Wêneyên malbatî û takekesî yên di gorên kevirî de jî, ji bo lêkolîna cihê jinan a di bîra civakî de çavkaniyek girîng pêk tînin.

Ji ber vê yekê, mimkun e ku Myra ne tenê wekî "bajarekî kevnar", di heman demê de wekî cîhek bîranînê jî were dîtin ku şopên dîrokî yên civak, bawerî, têkiliyên malbatî û jinan dikarin bi hev re bên xwendin.