Romana ‘Dayê’ ya li ser şoreş û hişyariya civakî
Romana Maksîm Gorkî ya “Dayê”, ji bilî vegotina têkoşîna karkerên Rûsyayê ya li dijî zilm û desthilatdariyê, serpêhatiya veguherîna jineke bindest vedibêje ku ji tirsê derbasî hişyariya civakî û berxwedanê dibe.
Navenda Nûçeyan – Romana “Dayê” ya nivîskarê Rûs Maksîm Gorkî ku di sala 1906’an de di dema koçberiya xwe de nivîsiye, yek ji berhemên girîng ên rastiya civakê ye. Roman, têkoşîna karkerên Rûsyayê ya li dijî desthilatdariyê û pergala kapîtalîst vedibêje. Bi taybetî jî bi riya jineke ku jiyana bindest qebûl nake û ber bi têkoşîna azadiyê ve dimeşe. Hişyariya wê, li hember vê qebûlnekirinê û tekoşîna wê nîşan dide.
Ji jiyana bindestiyê ber bi têkoşînê ve
Pelageya ku bi hevjînê xwe û kurê xwe Pavel re li bajarokek karkeran de dijî. Gelê bajarokê di nava feqîrtiyê û bêhêvîtiyê de ye. Li vir, araq û tundî bûne beşek ji jiyana rojane ya piraniya malbatan. Pelageya ku her roj di bin tundiya hevjînê xwe de dijî, li hember vê zilma ku li wê tê kirin de bêdeng dimîne û jiyana xwe wek qederek ku nayê guhertin qebûl dike û wisa dijî.
Piştî ku hevjînê wê dimre, kurê wê Pavel jî demekê bi heman awayî dijî, lê ji araqê dûr dikeve û dest bi xwendinê dike. Ew bi ciwanên xwedî fikrên azadiyê ne re hevaltiya xwe çêdike û li ser mafên mirovan û wekheviyê nîqaşan dikin.
Di destpêkê de Pelageya ji van nîqaşên ku kurê wê tevlî dibe, pir ditirse. Lê bi tevlîbûna civînên ciwanan û guhdarkirina fikrên wan re, nêrînên wê diguherin. Ew hêdî hêdî van ciwanan nas dike, piştgiriya wan dike û dest bi alîkariya wan dike.
Ji dayîktiyê ber bi çalakiyê ve
Dema hevalê kûre wî Andrey bi wanre jiyan dike, têkiliya Pelageya bi ciwanan re hîn zêde xurt dibe. Di heman demê de, fikrên sosyalîst di nav karkerên fabrîkayê de belav dibin. Pavel, ku li hember bê edaletiyên jî cihê dişûxule dike derdikeve, tê girtin. Pelageya li şûna kurê xwe dest bi belavkirina belavokan dike êdî ewjî dibe wekê çalakvanên wê tevgerê. Ew êdî ne tenê dayika Pavele ji bo hemû hevalên wî jî dibe dayikî kû fikrê wan xwedî derdikeve.
Piştî ku kurê wê ji girtîgehê derdikeve, dîsa dibe yek ji rêberên tevgerê. Di meşa 1’ê Gulanê de ala karkeran hildigre û li pêşiya wan dimeşe. Piştî vê meşê, ji ber tevlîbûna vê meşê cardin ew û gelek hevalên wî yên din bi hev re tên girtin. Di dema ku Pavel di girtîgehê de ye, Pelageya fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Ew belavok û pirtûkên li ser fikrên sosyalîst dighîne gundiyan. Ew li van fikrên azadiyê xwedî derdikeve û ji bo ku ev fikir belav bibe, qederek têdikoşe. Xebatên girêdayî vê tevgerê bi xwe dike. Bi beşdarbûna wê re, tevgera ku di nav karkerên fabrîkayan de dest pê kiribû, zêdetir mezin dibe.
Berxwedaniya dayê
Di roja darizandinê de Pavel û hevalên wî, bêyî ku parêzer wan biparêzin, xwe diparêzin. Ew û hevalên xwe li hember dadgehê li ser mafên mirovan, îstîsmara karkeran û bêedaletiyê diaxivin. Lê dadgeh wan dişîne sirgûniyê.
Pelageya ji vê biryarê qederek xemgîn dibe, lê bi sekna kurê xwe û hevalên wî jî pir serbilind dibe. Ew bawer dike ku axaftinên kurê wî dikarin bighîjin gelek mirovan û hişyariya civakê zêdetir bibe.
Di dawiya romanê de, dema Pelageya dixwaze belavokên ku axaftinên kurê wê tê de derbas dibe belav bike, tê girtin. Ew çenteyê xwe vedike û kaxizan davêje hewayê. Belavok ji destê yekê diçe heta destê yek din. Tevî ku lê didin, dev ji gotina rastiyên ku pê bawer e bernade. Tevî lêdane jî sekneke bê tirs nîşan dide.
Rola jinê ya di têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê de
Romana “Dayê”, rola jinê di têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê de derdixe pêş. Veguherîna Pelageya ji jineke bi tirs û jiyana ku dijî û lêdana ku rojane ji hevjînê xwe dibîne mîna qederek qebûl dike ber bi kesayetiyeke wêrek ve, nîşan dide ku hişyariya civakê dike ku her jin dikare ber bi fikrê azad ve bimeşe û ew kesayeta ku kapîtalîzmê di mêjiyê jinê de mîna qeder daye avakirin, hilweşîne.