Portreya Rojê: Zainab Alkali

Zainab Alkalî li ser mafên jinan gelek pirtûk nivîsandiye û ji ber serkeftina nivîsên xwe ji 40’î zêdetîr xelat girtiye.

 
Navenda Nûçeyan - Zainab Alkalî di piranî romanên xwe de balê dikşîne ser rêwîtiya jinek Nîjeryayê ku li hemberî kevneşopiyên paşverû fêrî jiyanê dibe. Piranî romanên wê qala serpêhatiyên jinên ciwan ên bi têkoşîna domdar di nava nirxên kevneşopî û nûjen ên li Afrîkayê de cih girtine dike. Bi nivîsên xwe gelek xelat girtine. Ka em vê jina femînîst û romanivîsa Afriqayê ji nêz ve binasin.
Zainab Alkali di sala 1950’an de li Bornoyê hatiye dinyayê, ji bo pêşketina jinên Nîjeryayê û pêşxistina zanebûnê li Nîjeryayê ked dide û xebatan dimeşîne, ew romanivîseke mezin e pirtûkên ku dinivîsîne di wan de rewşa jinan nîqaş dike. Dibistana navîn a melîka Elizabeth li Lorin xwendiye, di asta jorîn de temam dike, di beşa zimanê Înglîzî de heya digihîje asta doktorayê li Zanîngeha Bayero Universitya Kano û Zanîngeha Maiduguri wekî hîndekarek bilind di beşa zimanê Înglîzî de xebitiye. Di vî xebatê de 20 salan ked daye, piştre derbasî Zanîngeha Dewletê ya Nasarao bûye. Li wir sê salan kar daye meşandin û têkoşîna wê ji bo zanebûna jinan û wekheviya di navbera jin û mêr de, ji bo azadkirina derûnî û fizîkî ya jinan ji serdestiya mêr pêdivî bi zanistê dîtiye. 
Xelatên ku girtine  
Pirtûkên ku Zainab Alkali nivîsandine wergerî gelek zimanên wekî; Elmanî, Farsî, Îspanî û Erebî hatine kirin. Ji ber tevgera xwe ya wek jineke famînîst ku parastina mafên jinên li Efrîqayê dike, zêdeyî 40 carî hatiye xelatkirin. Di gelek beşan de xelat girtiye. Ji wan xelatan xelata Komeleya Nivîskarên Nîjeryayê, Xelata Jina Nîjeryayê ya Navdar, Xelata Jina Herî Serkeftî ji bo beşdariya wê ya berbiçav di qanûna edebî ya Nîjeryayê de wergirtiye.