Portreya Rojê: Wêjevana Kubayî Lydîa Cabrera

Lydîa Cabrera ya nivîskar û wêjevanekî Kubayî bû, di tevahiya jiyana xwe de zêdeyî sed pirtûkan çap kir û di qadên wêje, antropolojî, huner, etnomuzîkolojî û etnolojiyê de kedek giranbuha da.

Navenda Nûçeyan – Lydîa ya ku di 20’ê Gulana 1899’an de li Havanê wek ji heşt xwişk û birayên herî biçûk ji dayik bû, li Kubayê ji malbatek xwedî statûya civakî-aborî ya jor bû. Bavê wê Raimundo Cabrera Bosch nivîskar, parêzer û parêzvanê serxwebûna Kubayê bû û dayika wê Elîsa Marcaîda Canasonva jî karkera malê û ji sosyeterê rêzgirt. Lydîa ya ku ji hêla xizmetkarên malê yên ji Efrîkayê ku piştî hatine kolêkirin û anîbûn Kubayê ve hat mezinkirin, çîrok, bawerî û kevneşopiya Efrîkîyan ji nêz vê nas dike û baweriya wan digre.

Lydîa, di sala 1927’an de xwest ew bi xwe aboriya xwe bidest bixe û ji malbata xwe serbixwe be. Li L'Ecole du Louvre ji bo xwendina huner û olî çû Parîsê. Li Parîsê bi şanoya sirgûnî ya Rûsyayê Alexandra Exter re perwerdeya xezkirin û wêneyê girt. Lydia 11 salan li parîsê jiyan kir û di sala 1948’an de vegeriya mala xwe. Piştî vedigere dest bi lêkolîna çanda Efro-Kubayiyan dike.

Lydîayê di sala 1959’an de piştî şoreşa Kubayê demek kurt Kubayê diterikîne û carek din venagere. Lydîaya çîrokên xwe wekî ‘transpozisyon’ (guherînên rihî) binav dike, lê çîrokên wê ji vegotinek sade pir wêdetir çûn. Hêman, karakter û mijarên folklora Efrîkî û gerdûnî ji nû ve afirand û veguhert, lê di heman demê de bi lêzêdekirina hûrguliyên kevneşopiyên Kubayê yên sedsala 19’an û destpêka 20’an çîrokên kevneşopî jî guhert.

Sedema rastî ya terikandina wê ya Kubayê hê jî nayê zanîn. Hinekan îdia dikin ku ew ji ber şêwaza jiyanê ya ku şoreşê hewl dida belav bike terikandiye. Her çend sedema terikandina wê ne diyar be jî, heta mirina xwe 19’ê Îlona 1991’an jiyana xwe ya mayî li Mîamiyê derbas kir.

Lydîa Cabrera ya bi salan di warê belgekirina çand, bawerî, stran, çîrok, ziman û merasîm ên olî yên Efro-Kubayîyan xebatên mezin meşand, li pey xwe 23 berheman hişt.