Portreya Rojê: Stranbêj û lîstikvan Dilber Ay

Stranbêj û lîstikvana navdar a pêşkêşvaniya gelek bernameyên tv yan kirî 29’ê nîsana 2019’an di temenê 63 salî de ji ber qeyîrana dil çu ser dilovaniya xwe.

Navenda Nûçeyan - Stranbêj, lîstikvan û pêşkêşvan Dilber Ay 1’ê kanuna 1956’an li navçeya Pazarciga Gurgumê di nava malbatek ji eşîra Qureyîşiyan de hatiye dinê. Heta pola 3 ya dibistana seretayî jî malbata wê li Rihayê dijiya. Paşê koçî Enqerê dikin û ji wê jî diçin Bolu û Duzceyê. Dema ku li Duzceyê dibistan dixwend bi strana (Gönül Gel Seninle Muhabbet Edelim) tevlî bernama pêşbaziyê ya Dengên Xweş a radyoyê dibe û di pêşbaziyê de bi ser dikeve. Hê di temenê 13 salî de bi mêrek gelek ji xwe mezintir re tê zewicandin. Paşê dev ji hevjînê xwe berda û xebata muzîkê dewam kir, 24 album derxist. 
Li gel stranbêjiyê hunera wê ya lîstikvaniyê pêşketiye û di gelek filîman de rol girtiye. Bi van re jî sînor nema di aliyê pêşkêşvaniyê de jî pêşdikeve û pêşkêşvaniya gelek bernameyên tv yan kiriye. 
29’ê nîsana 2019’an di temenê 63 salî de ji ber qeyîrana dil çu ser dilovaniya xwe. Dema ku ji ber qeyîrana dil ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Enqereyê, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.