Portreya Rojê: Sojourner Truth

Stêra Şivana Sojourner Truth jina destpêkê li dadgehên desthilatan doz li mêrek spî vekiriye û doz bi ser xistiye. Rêwîtiya xwe ji bin dezgehên îşkenceyên koledaran ber bi azadiyê ve bi pirsa ‘Ma ez jî ne jin im?’ domandiye.

 
Navenda Nûçeyan - Li hemberî îşkencekirina jinên kole berxwedana Stêra Şivana Sojourner Truth tariya serdemê ronî dikir. Di sala 1797’an de li parêzgeha New Yorka DYA’yê weke zaroka jinek kole hatiye dinê û bi xwe jî dibe parçeyek ji wê çerxê. Dayika wê ya haya wê ji zaroka wê ya dê paşê bibe rênîşanderek tune ye, navê Îzabella li keçika xwe dike. Piştî serîrakirina li hemberî zaliman bi xwe navê xwe diguherîne û dike Sojourner.
Sojourner çar caran ji aliyê efendiyan ve tê kirîn û rastî şîdeta giran a fîzîkî tê. 13 zarokan tîne dinyayê û mecbûr dibe ku bibe şahida zarokên xwe yên wekî kole tên firotin. Piştî zarokên xwe winda dike, dihizire dibêje êdî tiştek nemaye ku ez winda bikim. Di sala 1827’an de li gel zaroka xwe ya biçûk ji efendiyê xwe direve.
Jina destpêkê doz li mêrek sipî vekiriye
Karê wê yê yekem ew bû ku kurê xwe yê 5 salî Peter ê wekî kole firotibûn, ji nû ve bigre. Ji bo wê yekê têdikoşe. Piştî çend mehan Sojourner doze kar dike û velayeta kurê xwe carek din digre. Bi vê dozê yekem jin bû ku di dadgeha DYA’yê de dozê li mêrek spî vedike. Heta dawiya jiyana xwe li dijî koletiyê serî radike.
Sojourner hişmendiya xwe ya li dijî koletiyê bi berxwedaniya jinan re dike yek. Li dijî koletiyê weke axaftvan beşdarî mîtîngan dibe. Di mîtîngan de li gel bûyerên di zaroktiya xwe de jiyaye û îşkenceyên di dema koletiyê de dîtiye tîne ziman. Bi êşên xwe bi sînor namîne, jiyana hemû koleyan bi hezaran mirovan re parve dike û li dijî koletiyê banga berxwedanê bilind dike. Ev jin ji bo li hemberî koletiyê bisekine, xeta berxwedanê fêr dibe. Wê digot ku heta xwîn bi ser laşê wê diket ji aliyê efendiyê xwe ve dihat şelaqkirin.
Vegotinên Sojourner ên der barê wan rojan de rastiyên dihatin gotin derxist. Di wan qawîşên biçûk de bi dehan koleyên reş hebûn. Gelek caran di afirên lawiran de xwarin didan koleyên reş ên her roj dixebitîn û gelek ji wan ji ber karê zêde dimirin. Li wê derê bi taybetî îşkence li jin û zarokan dihat kirin…
‘Ma ez ne jin im?’
Di sala 1840’an de Sojourner tevli şermezarkirina rêxistina li dijî koletiyê dibe. Li gor gotinan sekna wê ya berxwedanê di vî alî de wekî temsîliyetek herî bi wate bû. Sojourner sala 1848’an bi temamî azad dibe. Di sala 1851’an de beşdarî peymana jinan a navneteweyî ya li Akran Ohio dibe. Ev çalakî ji bo wê dibe cihê axaftina ku tu caran neyê jibîrkirin. Dema salon tejî dibe, ji bo axaftinê derdikeve pêş, li hemû kesan mêze dike û dibêje; ‘Ma ez ne jin im?’ bi vê pirsê dest bi axaftina xwe dike.
Axaftina wê ya ku bandor li her kesê kiriye wiha dest pê dike: “Mêrê li wê derê, diyar dike ku dema jin dikevin wesayîtê, yan jî nava heriyê, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û divê bi her awayî jin li goşeyên sereke bên rûniştandin. Dema ez ketim wesayîtê û li nav heriyê ketim, kesek arîkarî neda min û cihê herî xweş nedan mîn!... Ma ez jî ne jin im?”
Piştî van gotinan  di baxçe û malê de ji ber karên zehmet hestiyên wê derdikevin, destê xwe yê rastê radike jor û kulma xwe baş dişidîne û dike qîrîn dibêje: “Min erd kola, çandinî kir, hemu hilgirt û xist embarê, li ser serê min mêr nebû! Ma ez ne jin im?”
Di wê berxwedanê de weke jinek rênîşander e. Lê belê vî şerî hem weke kole hem jî weke jinek kole dide meşandin. Ji ber rasthatina şîdeta fizîkî û derûnî du hîmên wê yê bingehîn hene. Wekî berxwedanvana nasnameya li gorî hinekan ji rêzê were dîtin e. Xilasbûna ji wê koletiyê û bûyîna mirov e. 
Têkoşîna ji bo bidestxistina mafê dengdanê
Sojourner ji bo civaka xwedî çîn û qalibê zayendperestiyê bişkîne dimeşe. Di rêza herî pêş a jinên DYA’yê yên çalakiyên ji bo mafê dengdanê dabûn destpêkiririn de cihê xwe digire. Sala 1870’an dikeve Weqfa Amarîkayê ya parastina mafên jinan. Heta mirinê ji bo mafê jinan ê dengdanê û heqîqetê dixebite. Di şerê navxweyî de jî bi aktîv cih digre. Sala 1850’an li Battle Creek ya Michigan cihê ku her sê keçên wê lê dijîn bi cih dibe. Li wê jî ji bo koleyan raperîna azadiyê berdewam dike.
Cesareta Sojourner a bi heybet li Qesra Spî deng dide. Piştî şerê navxweyî di cotmeha 1864’an de ji aliyê Serokê DYA’yê Abraham Lincoln ve li Qesra Spî tê ezimandin.
Di sala 1867’an de cihê ku hinek zarokên wê lê dijiyanli Battle Creek, Michigan bi cih dibe. Li vê derê jî li dijî dijberiya mirovan û rêxistinkirina dengê jinan hewldanên wê berdewam dikin. 26’ê mijdara 1883’an ji nava karwanê têkoşîna jinan, stêra şivanan ber bi bêdawîbûnê ve koç dike.