Portreya Rojê: Rehme Xan
Rehme Xan yek ji jinên Kurd e ku bi nîvîskariya kovar û rojnameyan xebatên çapemeniya kurd meşandiye û piştî mirina bavê xwe dibe xwediyê Îmtîyaza Rojnameya Jîn û di avakirina çanda rojnamegeriya kurd de rolekî girîng diliyze.
Navenda Nûçeyan - Rehme Tofiq Mehmud di sala 1898 li Silêmanî jidayîk bû. Navê dayîka wê Xezala Abdullah Ebdulezîz e. Bavê wê helbestvanê navdar Tofîq Mehmûdê bavê wan ku weke Pîremêrd tê nasîn di çanda kurdewarî û parêzvaniya kevneşopiya ragihandina Kurdî de bandor li wan kiriye û dema diçe ser dilovaniya xwe jî ewsyeta domdandina ragihandinê li wan dike. Pîremêrd di sala 1898’an de ji bo baştir xizmet kirinê berê xwe dide Stenbolê û demek dirêj li Stenbolê dimîne. Xezal a dayika dû zarokan li Silêmanî dimînin û jiyana xwe berdewam dikin. Her çiqas di wê serdemê de perwerdeya dû minalan ne hêsan be jî, li ser perwerdeya her dû zarokên xwe sekiniye û berdewam kiriye. Di encam de ji bo her dû zarokên xwe bûye mînakek bi hêz.
Di parêzvaniya ziman, nivîskarî, helbestvanî û rojnamevaniyê de mirov qala ronakbîr û helbestvanê navdar Pîremêrd neke nabe. Ji helbestên helbestvanê mezin Pîremêrd a “Em rojî salî tazeye Newrozî hate wa” stran hatiye çêkirin û di her bihar û Newrozan de hîna jî strana serekeye ji bo şahî, geşt û seyranan. Pîremêrd ê dema ku zarokên wî biçuk e wan dihêle û diçe Stenbolê di sala 1924’an de vedigere Silêmanî. Êdî zarokên wî mezin bûne û keça wî Amîn jiyana xwe ji dest daye.
Dibe nivîskara kovar û rojnameyan
Rehme Xan a di nava malbatek ronakbîr de mezinbûye jinek xwendekar û li hemberî pêvajoya heyî hişyar bû. Ew hem wêjevan hem jî nivîskara kovar û rojnameyan bûye. Di temenek ciwan de Rehme jiyana hevbeşî li gel Mistefa Ahmet pêk tîne û dibe dayîka dû keç û dû kurên bi navê Fatma, Perwîn, Faîq û Ehmet.
19’ê Hezîrana 1950’an Pîremêrd jiyana xwe ji dest dide. Bi hewar û qêrîna Rehme Xanê hemû bajarê Silêmaniyê pêhesiya ku bavê wê çuye ser dilovaniya xwe. Li gel giraniya windakirina, bav, xwişk û hevjînê xwe jî li hemberî azarên jiyanê qewîm disekine û êşên xwe vedigerîne hêzê.
Mirina Pîremêrd li pêy xwe xembariyek mezin dihêle û vê yekê bandor li jiyana Rehmn Xanê jî dike. Pêre jî barê wê giran dike û dibe xwediya Îmtiyaza Rojnameya Jîn ku berê bavê wê hemû barê wê girtibû ser milê xwe. Bi çavê jinê şopandina bûyeran û di rojnamê de cîh dayîna wan ji xwe re dike derd û bi vê yekê re bûye hîmek bingehîn ê rojnamegeriya jinên Kurd. Ji bo xebata rojnama Jîn baş bê meşandin zarokên xwe jî dixe nava kar û hemû hewildanên wê dibe rojnama Jîn gihandina hemû malan.
Rehme Xan zarokên xwe jî li ser vê kevneşopiyê perwerde dike ku du kurên wê Fayiq Wişyar û Ehmed Ziring kedek mezin di dîrok û wêjeya Kurdî de dane.
Piştî mirina bavê xwe xwedî li rojnameyê derdikeve
Rojnamevan Serkewt Elî yê berê cîranê wan bûye da zanîn ku Pîra wî Fatma Ebdulnasrulah wê demê cîranê mala wan bûye û ji wan re qala jîrbûn û jêhatîbûna Rehme Xanê kiriye û got: “Ew timî bi cilên kurdî bû û bi xwezayî jinek çeleng bû. Rehme Xan bi her tiştê xwe mînak bû. Hîna jî dema yek cilê kurdî li xwe dike dibêjin maqeyî tu Rehme Xanê ji ber gelek xweş li bejna wê dihat.”
Serkewt Elî bilêv kir ku dema Pîremêrd nexweşbû berî jiyana xwe ji dest bide wesyeta wî ew bûye ku li rojnamê xwedî derkevin û wiha dibêje: “Berî Pîremêrd biçe ser dilovaniya xwe gotina wi ya dawî ew bûye ku gotiye: ‘Haya we li rojnamê û çapxanê be.’ Herî zêde Rehme Xan li rojname û çapxanê xwedî derdikeve. Pêre jî hemû berhemên bavê xwe kom kiriye û daye weşandin.”
Di sala 1977’an de jiyana xwe ji dest da
Ji xizmên Rehme Xanê Ronak Cemîl Saîd bilêv kir ku Rehme Xan gelek sohbetxweş û hêja bû, timî qala xwendin û wêjevaniyê dikir û wiha qala wan deman kir: “Xalê bavê min Pîremêrd strana Newrozê derxist û pêşengî ji xebatên Newrozê re kir. Hemû amadekarî li mala wan hat kirin û roja Newrozê hemû welatî birin Girdî Mame Yara û li wê aheng gerandin. Newrozek gelek xweş û rengîn bû. Rehme Xan ê jî li kêleka bavê xwe heman rol girtibû ser milê xwe û her duyan xwe xwediyê Newrozê dizanîn. Rehme Xan jinek di nava civakê de naskirî û xwedî qedirbû.”
Ronak Cemîl Saîd kêfxweşiya Rehme Xanê ya derketina rojnamê jî wiha anî ziman: “Baş nayê bîra min rojên duşeman an jî pêşeman bû rojname derdiket. Her ku rojname derdiket dixist destê xwe û berê xwe dida taxê, hemû tax li dora xwe dicivand û digot ka werin binêrin. Em wê demê zarok bûn, hinek mijar jî bi bavê min wan re şîrove dikirin û li ser daxivîn.”
Çîroka jiyana Rehme Xanê bi vî awayî didome heta sala 1977’an çavên xwe li jiyanê digire û li Girdê Mame Yaran ê berî çend salan Newroz lê hat pîrozkirin û govend lê hat gerandin sipartin axê.