Portreya Rojê: Parazvana 93 salan a zimanê dayikê: Chrîstîna Calderon

Chrîstîna Calderon a Yaganî, di tevahiya jiyana xwe ya 93 salan de bû parazvana çand û zimanê Yaganî loma bi wefata wê zimanê Yaganî sêwî ma. Chrîstîna Calderon, piştî mirina xwişka xwe gotibû: "Dema ku xwişka min Ursula jiyana xwe ji dest da, keseke ku bi zimanê dayikê bizanibe û bikarim pê re biaxivim nema hestek cuda bi min re da çêkirin. Min hîs kir ku ez bi temamî tenê mame."

Navenda Nûçeyan - Ziman mîsogeriya parastina hebûnê ye. Çand bi honandina li derdora ziman dikare bijî û hebûna civakek, neteweyek mayînde bike. Lewre weke afrînerên çandê jin-dayik yekemîn parazvanên vê hebûna ku li derdora çand û ziman tê honandin in. Gotina zimanê dayikê, şênberbûna vê ya herî ber bi çav e ku jin bi qasî afrîneriya ziman û çandê, dibin bend li hemberî bişaftin an jî tunebûna çand-ziman ango hebûnê. Yek ji zimanên herî resen û dîrokî ku weke ‘zimanê çûkê’ tê nasîn, bi mirina jineke nûnertiya parastina yek zimanê herî kevin Yaganî dikir Chrîstîna Calderon, zimanek din ê dîrokî ango zimanê Yaganî sêwî ma. Chrîstîna Calderon Harban di tevahiya jiyana xwe de parastina hebûn û zimanê Yaganî kir û ji bo zimanê Yaganî tune nebe, di tevahiya jiyana xwe de ji bilî zimanê xwe yê dayikê ango Yaganî, bi tu zimanek din neaxivî. 
"Çand û zimanê Yaganî parast"
Chrîstîna Calderon di sala 1928’an de li Isla Navarino ji dayik bû. Di nav civaka Villa Ukika de jiya. Ev civak bawerî û çanda pêşiyên wê yên 6 hezar salan li koma giravên Tierra del Fuego jiyane, berdewam dikir. Hê di zarokatiya xwe de, weke endameke vê civakê fêrî zimanê Îspanyolî bû. Hem ji bo parastina çanda Yaganî hem jî ji bo xwedîkirina zarokên xwe selikên Yaganî ku yek ji çandên kevnar en civaka Yagan e honand û bi vê awayê salên dirêj xebitî. 
Her çiqas endamên malbata wê ji ber nêzîkatiyên cudakarî yên ferasetên li dijî çand û zimanên cuda, fêrî zimanê xwe yê Yaganî nebûn jî tu hêz û nêzîkatiyên cudakarî nikaribûn çavên Chrîstîna Calderon bitirsînin. Lewre ew li ser riya parastina ziman û çanda xwe meşiya û gav ji axaftina zimanê xwe yê dayikê paş ve neavêt. 
"Dayika dawî ya xwedî zimanê xwe yê dayikê "
Heya sala 2005’an ku xwişka wê Ursula jiyana xwe ji dest da ew du jinên dawî bûn ku bi zimanê xwe yê dayikê Yaganî diaxivîn. Piştî mirina xwişka xwe di hevpeyvînek de wiha got; “Dema ku xwişka min Ursula jiyana xwe ji dest da, keseke ku kesê bi zimanê dayikê bizanin ku bikarim pê re biaxivim nema hestek cuda bi min re da çêkirin. Min hîs kir ku ez bi temamî tenê mam.” Bi van gotinan bi qasî tenêmayîna xwe ya ku bi zimanê xwe pê re hestên xwe parve bike; tenêmayîna zimanê Yaganî ya bi tenêmayîna wê ber bi sêwîmayînê ve diçe bilêv kir. 
Chrîstîna Calderon ji aliyê Konseya Çand û Hunera Şîlîyê ve weke “Xezîneya Bîreweriyê” hat nasîn û di sala 2009’an de weke Keça Navdar a Antartîka, Şîlî û Herêma Magallanesê hat îlankirin. 
Her çiqas weke jina dawî ya Yagan ew bi tenê mabe jî piştî mirina xwişka xwe, di riya parastina çand û zimanê dayikê de meşa xwe berdewam kir. Weke dayika dawî ya zimanê xwe yê dayikê bi tena xwe be jî rista xwe ya xwedîderketina ‘zimanê dayikê’ berdewam kir.  
"Bi mirina wê zimanê Yaganî sêwî ma"
Christina Calderon Harban a 93 salî li herêma Magnalles a Şiliyê jiyana xwe ji dest da. Weke dayik û kesa dawî ya bi zimanê xwe yê dayikê Yaganî diaxivî. Piştî mirina Chrîstîna Calderon zimanê Yaganî yê ku yek ji zimanên herî kevnar, mîna ‘zimanê çûkan’ tê nasîn sêwî ma. Zimanek din bi mirina jinekê, bi mirina dayikekî di nav rûpelên dîrokê de ma.