Portreya Rojê: Nivîskar û rojnamevan Evrîm Alataş

15'ê nîsana 1976'an li gundê Golpinar ê navçeya Akçadaga bajarê Malatya yê Bakurê Kurdistanê hat dinê.  Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe qedand, li Stenbolê berdewam kir û sala 1994'an jî dest bi rojnamegeriyê kir. Li rojnameyên wekî , Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundem nûçegîhanî û edîtorî kir.
Li rojnameya Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê qunciknivîsî kir. Di kovarên Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîroj de jî nivîsên wê hatin weşandin.  Pirtûka wê ya çîrokan a bi navê 'Mayoz Bolunme' sala 2003'yan ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin. 
Nivîskara ku timî di nivîsên xwe de bal kişandiye ser şerê li Kurdistanê tê meşandin, ji ber nexweşiya penceşêrê 12'ê Nîsana 2010'an de jiyana xwe ji dest da.