Portreya Rojê: Mîmara zanîngeha despêkê Fatma El Fehrî

Fatma El Fehrî ya li ber destê aliman perwerdeyek baş dîtiye, pêdiviya civakê ya bi perwerdê baş dizanî jilewra hemû hêz û enerjiya xwe da sazkirina avahiya perwerdê û zanîngeha El-Qîrewan a weke zanîngeha despêkê hatiye pejirandin avakiriye.

Navenda Nûçeyan –  Fatma Bint Muhammed el-Fehriye El-Kureyşiye ku bi nasnavê Fatma El Fehri tê nasîn di sala 800'an piştî zayînê de li bajaroka Qîrewan a niha dikeve Tunusê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ew jineke ji Fasê ye û Zanîngeha El-Qîrewan ku di cîhanê de weke zanîngeha herî kevnar e tê zanîn vekiriye. Kalikê Fatma Iqba Bin Nafe yê bawermendek mezin ê îslamê bûye hem Tûnus hem jî bajarê Qîrewan ê niha bi nav û deng e ava kiriye.
Fatma ji qebîleyek qureyşiyan a ereban e, li gel malbata xwe ji Kayravanê dikevin nava komek koçberan diçin li bajarê Fes ê niha dikeve sînorê Fasê bi cih dibin. Fes bajarek qerebalix û ji bo xebatê destdayî bû, ji bo wê jî di demek kin de bavê wê Muhammed El-Fihri dibe bazirganek serkeftî û dewlemend. Fatma û xwişka xwe Meryem perwerdeyek baş dibînin. Ji huqûqa îslamê heta hedîsan di gelek mijarên têkildarî jiyana civakî de perwerde dibînin. 
Fatma ya di perwerdeyê de serkeftî, piştî demekê li Fasê dizewice. Bavê Fatmayê birayê wê û hevjînê wê li pey hev jiyana xwe ji dest didin. Fatma û xwişka xwe Meryem hemû dewlemendiya bavê xwe dewir digirin. Her du xwişkên pereyek gelek di destê wan de heyî çi bixwazin dikarin bikin, lê dewlemendiya di destê xwe de ji bo xizmeta civakê didin xebitandin. 
Wê pêvajoyê gelek misilmanên ji Îspanyayê koçberbûyîn jî di nav de, ji gelek deveran koçber li Fesê kom bûbûn û mizgeftên heyî têra pêdiviyên misilmanên nava bajêr nedikir. Ji bo wê her du xwişk biriyarê didin maliyeta bavê xwe ji bo xêra wî bikin mizgeft. 
Zanîngeha El- Qîrewan
Meryem a ku pêdiviyên welatiyan ferq kirî di sala 859'an de mizgefta Endulusê ava dike. Fatma jî di salên 859-860'an de bi fikra avakirina mizgeftekê dikeve rê, di encamê de Zanîngeha El-Qîrewan ava dike. Di remezana 859'an de dest bi avakirinê kir û bi xwe li ser sekinî. Heta du salan avahiya zanîngehê bi giştî qedandin. Piştî demekê eraziyê derdora avahiyê hemû kirî, avahî hîn zêde mezin kir û paşê jî du qat lê zêde kir. Hemû mîrasê bavê xwe li vê zanîngehê xerc kir. Ev zanîngeh bi sedan sal beriya zanîngeha Oxfordê hatiye vekirin. Ew zanîngeha herî kevn e ku li bajarê Fesê yê welatê Fasê hatiye avakirin. Weke yekem saziya perwerdeyê ya di dîroka şaristaniyê de ji dewletên erebî re jêdereke madî û manewî bû. Zanîngeha El-Qîrewam ji aliyê Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) yê ve weke zanîngeha cîhanê ya despêkê hatiye pejirandin.
Di pêvajoyek ku Rojhilata Navîn û Ewropa di nava çerxa tarîbûnê de bûn di sedsala 9'an de Fatma navendek perwerde û ronakbîriyê ava kir. Jineke misilman a ji Bakurê Efrîqayê Fatma saziyek perwerdeyê bê ferq û cudahiya temen, bawerî, çînên civakî û nijadan ava kir û zanebûnek mezin di nava civakê de da belakirin.  
Zanîngeha Qîrewan, peymangeha navdar û herî mezin bû. Bi zimanê erebî waneyên zanisti yên weke gramer, erdnîgarî, dîrok û kîmya lê dihatin dayîn... Ji ber vê yekê xwendekar pê bandor dibûn. Ew saziyeke perwerdeyê bûye ku gelek zanyaran nasnameya xwe jê wergirtine. 
Tê gotin ku Fatmayê, Zanîngeha El Zeytûna li Tunisê û ya El Ezher jî li Mesrê ava kiriye ku du sed salan ji zanîgehên Ewropayê kevintirin. Li vê zanîngehê pola siyasî jî li kêleka perwerdekirinê hebû. Zanyariyên dîrokê piştrast dike ku agahiyên Zanyariyên zanîngeha Qîrewan dane rast derdiketine.
Fatmayê li gel Mizgeft û zanîngehê, kevintirîn pirtûkxaneya cîhanê jî ava kiriye. Girêdana vê pirtûkxaneyê jî bi zanîngeha Qîrewan re hebû. Çar hezar pirtûkên dîrokî li vê pirtûkxaneyê hene, gelek ji wan jî pirtûkên olî ne.
Fatmayê bi rêya avakirina mizgeftan piştevaniya mirovên xizan û koçber jî dikir, ji ber wê jî ji bajarê xwe koç kiribû ji bo wê jî êşa koçberan hîs dikir. Ew hestiyariya wê ya li hemberî koçberiyê bû sedem ku biryar da mizgeftekê ji bo koçberan jî ava bike.
Piştî bi dawîkirina avahiya zanîngehê 19 salan, ango sala 878' an jiyana xwe ji dest da. Di dîroka mirovahiyê de zanîngeha herî bi nav û deng li pey xwe hişt. Bi salan li vê zanîngehê xizmeta perwerdeya civakê kir û ronakbîriyek mezin afirand. Fatma weke mamosteyek zanistê di nava dîrokê de cihê xwe girtiye. Ji derveyî perwerdeya olî perwerdeyên zanistî jî di vê zanîngehê de dihat dayîn. Di sedsala 12'an de jî komek aliman perwedeya xwe ya zanistî li vê zanîngehê qedandin. Ibin Xeldûn, Lîsan El Dîn û Ibin Xetîb jî di nav de gelek alim tevlî perwerdeya vê zanîngehê bûne. 
Li gel van hemû serkeftinan jî ji derveyî beşek ji agahiyên di berhemên dîroknasê sedsala 14'an Ebu-Zaraa de, zêde tiştek li ser jiyana wan diyar nîn e. Dibe ku yek ji sedemên sereke yên ku tiştek li ser jiyana van jinên serkeftî nayê dîtin jî ew e ku ji ber şewata Pirtûkxaneya El-Qîrewan ya sala 1323'an be.