Portreya Rojê: Menal El-Şerîf
Çalakvana mafê mirovan a Siûdî Menal El-Şerîf, ji bo mafê jinan yê ajotinê gelek kampaniya li hember sînor û adetên civakê ku rê nadin jinan li Erebistana Siûdî ajotinê bikin, bi rêve biriye. Gelek caran ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin. Wekî yek ji jinên ku dinya hejandin û herî bi bandor hatiye destnîşan kirin.
Navenda Nûçeyan - Menal El-Şerîf di sala 1979'an de li yek ji kevintirîn taxên Mekka Mukerrramah, El-Hajoun ji dayik bûye. Menal li zanîngeha El-Melik Abdulezîz li zanîngeha Zanistî ji beşa Hesabkirinê mezûn bû û bawernameya Cisco ya şebekeyan wergirt. Wek şêwirmenda ewlehiya serhêl di şerîkeya Aramco û şerîkeya Neteweyî ya Petrolê de xebitiye. Her wiha di rojnameya Siûdî El-Weten de rojnamevantî kiriye. Li gel hemû karê xwe, Menal bi salan ji bo mafên jinên Siûdî têkoşîn kiriye.
Komela Parastina Mafê Jinan hezar û sed îmza kom kirin
Ji sala 2013'an ve, rayedarên Siûdî ajotina erebeyan ji bo jinan qedexeyên tund danîne. Di sala 1990'an de piştî ku bi dehan jin li paytexta Siûdiyê El-Riyad bi erebeyên xwe, xwepêşandan li dar xistin, rojekê hemû hatin girtin, pasportên wan ji wan hatin stendin û hin ji wan ji karên wan hatin dûrxistin.
Di Îlona 2007'an de, Komela Parastin û Parastina Mafê Jinan ya Siûdiyê, ku ji aliyê çalakvana mafê mirovan Wejîha El-Hiweyder û Seroka Komeleya Xêrxwazî ya Jinan Fawzia El-Youni ve hatiye damezrandin, ji jin bikarin erebe bi ajon hezar û sed îmza hatin komkirin û radestî Melik Abdullah kirin.
“Kesên derdikevin kolanan daxwaza mafê xwe dikin”
Di sala 2008'an di Roja Cîhanî ya Jinan de, Wejîha dîmenek ku tê de erebeya xwe di ajo kişand, piştî dîmenê wê li ser YouTube hate weşandin, bû sedema nerazîbûna medya navneteweyî. Di heftiya duyemîn ya Gulana sala 2011'an de, welatiyek Siûdî ji bajarê Ceda, Necila El-Herîrî erebeya xwe ajot û wiha got: “Berê li vêderê li Erebistana Siûdî me tu carî protesto nebihîstibû, lê piştî tiştê ku li Rojhilata Navîn qewimî me bawer kir ku kesên derdikevin kolanan, bi dengekî bilnd daxwaza mafê xwe dikin.”
Her çand pergala seyrûsefera Erebistana Siûdî ajotina jinan qedexe nake, lê rûxseyên ajotinê tenê ji mêran re têne dayîn. Menal kampaniyek ya bi navê ‘Ezê otomobîla xwe bi xwe bi ajom’ da despêkirin. Menal yekser piştî bidawîbûna kampanyaya xwe, wekî her carê, dest bi rexnekirina hikûmeta Siûdî kir û li ser hesabê xwe yê Twitterê mijarên weke sînordarkirina azadiya karkerên biyanî yên jin û nebûna hilbijartinên Encumena Şûra, weşand.
Bang li jinan kirin ku ajotinê bikin
Di sala 2011'an de komek jinan, Menal jî di nav de, li ser Facebookê kampanya bi navê ‘Min fêrî ajotina Erebê bike ji bo ez parastina xwe bikim’ dan destpêkirin û bang li jinan kirin ku ajotinê bikin. 17'ê Hezîrana sala 2011’an wekî rojek ku jin erebeyên xwe bi ajon û hewcedariyê xwe pêk bînin, hat destnîşan kirin. Kampanyayê bang li jinên Siûdî kir ku di 17’ Hezîrana 2011'an de dest bi ajotinê bikin.
Profîla kampanyayê ya li ser Facebookê ji hêla nêzî 12000 xwendevanan ve hate ecibandin. Di dawiya Gulanê de, Menal dema otomobîla xwe li bajarê E-Xeber diajot dîmenek ji xwe re kişand û li ser YouTube û Facebookê belav kir. Menal digot ev kampanyayek dilxwazî ye, armanca wê ewe ku keçên vî welatî fêrî ajotinê bibin. Piştre Menal ji hêla polîsên olî ve di 21'ê Gulanê de hat girtin û piştî şeş demijmêran serbest hate berdan. Di 23'ê Gulana 2011'an de dîmenê Menal ji hêla 600.000 kesan ve hatibû dîtin. Di 22'ê Gulanê de, Menal dîsa hate girtin û 5 rojan di girtîgehê de ma.
Bi şert û mercên giran Menal serbest hate berdan
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji rayedaran xwest ku Menal bê şert û merc were berdan. Roja piştî girtina Menal, jinek din ji ber ajotina erebryê hatibû girtin. Li hember girtina Menal, gelek jinên Siûdî dîmenên xwe yên ajotinê weşandin. Di 26'ê Gulanê de, rayedaran ragihand ku Menal dê heta 5’ê Hezîrana 2011’an li girtîgehê bimîne. Di 30'ê Gulanê de Menal bi gelek şert û mercan, di nav de kefalet, ger hewce be gazîkirina wê ji bo lêpirsînê û qedexekirina ajotinê, serbest hat berdan.
Di 15'ê Mijdara sala 2011’an de Menal îtiraza xwe ji Beşa Trafîkê ya Giştî re li El-Riyad anî ziman, ji ber ku daxwaza wê ya bidestxistina ruxseya ajotinê hatibû red kir. Navê Rosa Parks (Jina Amerîkî ya ku qanûna cudakariyê ya Amerîkayê guherand) li Menal kirin. Di 18'ê Kanûna sala 2012'an de rûxseya ajotinê ji hêla Îmaret Dubaî ve li dewleta Îmarata Erebî bi dest xist. Lê ew bi hêvî bû ku di demeke nêzîk de rûxseya ajotinê ya Siûdî jî bi dest bixe.
Bang li desthilatdaran kir ku jinên di girtîgeha Dammam de werin berdan
Di 30'ê Gulanê de dema ku Menal serbest hate berdan, yekser kampaniyek bi navê ‘Faraj’ bi rê ve bir û bang li desthilatdaran kir ku jinên ji Erebistana Siûdî, Endonezya û Fîlîpînê ku di girîgeha jinan a bajarê Dammamê yê Sûidiyê, ku ji aliyê rejîmê ve di berdêla deynek biçûk de ku ew nikarin bidin, hatine girtin serbest werin berdan. Her wiha bang li her kesî kir ku pereyan kom bikin û bidin rêveberê girtîgehê da ku ev jin werin berdan.
Menal beşdarî panelek li ser tevgerên civakî û jinan, li Foruma Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya Konseya Mafên Mirovan, ku vê dawiyê li Cenevreyê hat li dar xistin bû. Kovara Foreign Policy Menal wekî yek ji ramanwerên herî baş ên cîhanê, kovara Forbes wê wekî yek ji jinên ku dinya hejandin û kovara Time wê wekî yek ji 100 jinên herî bi bandor yên sala 2012'an destnîşan kirin. Her wiha Menal yek ji wan sê kesan bû ku Xelata Vaclav Havel wergirtine. Di Adara 2014'an de Menal li Dubai hate xelat kirin. Navê wê di navnîşana kovara Foreign Policy ya 130 kesên herî girîng ên ku di sala 2011'an de diyaloka cîhanî damezrandine derket.