Portreya Rojê: Marlene Dietrich

Marlene ya bi têkoşîna xwe ya li hemberî Hîtler tê zanîn 27’ê Kanûna 1901’ê li Schoneberg ê hatiye dinê. Wek stranbêja kabare dest bi kar kir û di 1920’an de li Berlînê ket endustriya fîlm û di 1930’an de li Holywoodê derket pêş.

Wek pêşenga ‘cilên maskulen’ hat qebûlkirin. Di navbera 1950-60’î de gelek navdar bû û bû îkonek girîng. Lîstikvaniya di fîlmê ku propagandaya Nazî yan dikir red kir, di cîhana sînemayê de pêşdarazên zayendî û nîjadperest şikandiye. Bû namzeta oskarê, li gorî lîsta Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê yek ji jinên herî girîng a 9’emîn bû.

6’ê Gulana 1992’an jiyana xwe ji dest da. Otobiyografiya wê ya di 1979’an de hatî weşandin bi xwe nivîsiye.