Portreya Rojê: Malala Yusufzay

Di 12’ê tîrmeha 1997’an de li Mingora Pakistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ji ber nûçeyên amade dikir bû mijara belgeselek a New York Times ê. 9’ê Cotmeha 2012’an dema ji dibistanê vedigeriya malê Talîbanan ew siyokast kirin û ji serê xwe giran birîndarbû. Bi Têkoşîna wê a komkirina du miliyon îmzeyan pergala perwerdê nû kirin û zarokên keç jî girtin dibistanê. 

Ji aliyê Netewên Yekbûyî ve 12’ê Tîrmehê roja rojbûna Malala weke ‘Roja Malala’ hat îlankirin. Di sala 2014’an de ew weke jina herî ciwan a Xelata Nobelê girtî derbasî dîrokê bû. Bi dahata xwe ya ji xelatê girtî li Pakistanê dibistan vekir.