Portreya Rojê: Lubnanî Linda Matar
Linda Matar, ji ber piştî ku dayîka wê ji 50 salî zêdetir bû ew ji dayik bû, li dijî xwezaya jinê ya biyolojîk jî serhildêr e. Yek ji ala têkoşîna jinê ya li ser asta herêmî û cîhanê ye.
CAROLIN BAZZI
Beyrûd – Linda Matar, ji ber piştî ku dayîka wê ji 50 salî zêdetir bû ew ji dayik bû, li dijî xwezaya jinê ya biyolojîk jî serhildêr e. Yek ji ala têkoşîna jinê ya li ser asta herêmî û cîhanê ye. Piştî ku hevalên wê jê dixwazin ku ew jiyana xwe binivsîne, Linda Matar daxwaza wan pêk anî û pirtûka xwe ya bi navê ‘Îstasyonên ji jiyana min’ sala 2013’an nivîsand. Di pirtûka xwe de qala gelek bûyerên ku jiyaye û di tevahiya jiyana wê de bûne îstasyon dike.
"Yek ji jinên têkoşerên herî girîng a cîhanê ye"
Seroka Komeleya Warda Boutros Dr. Mary Nasif Al-Debs a di sala 1968’an de Linda Matar nas kir û têkiliyek pir xurt di navbera wan de çêbû, li ser jiyana Linda Matar wiha got: “Ew di mijara jinan de yek ji têkoşerên herî girîng ên cîhanê ye. Ji ber ku Linda di nav 100 jinên herî bibandor êrn cîhanê de ji aliyê kovara Fransî ‘Mary Claire’ ve hat hilbijartin. Ji ber ku ji zarokatiya xwe ve, ji bo jinan û hemû lawazên ku di cîhanê de rastî zext û îstîsmarê tên dest ji têkoşînê bernedaye".
Dr Mary Nasif Al-Debs derbarê têkoşîna wê ya çareserkirina pirsgirêkên jinan de wiha got: "Linda di nav Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê de weke têkoşerek mezin bû. Hevjînê wê Bozant Banjarian piştgirî da wê û ber bi têkoşînê ve bir ku ew mijarek kêm e di civakeke serdest de. Linda ket jiyana siyasî û tevlî Partiya Komunîst a Lubnanê bû û di Komîteya Navendî de wek yekemîn jin hat hilbijartin. Paşê dev ji partiyê berda û berê xwe da xebatên jinan. Ew di nav xebatên femînîst û siyasî de kombûnek çêkir. Ez bawer nakim ku kes bêyî ku xwedî helwestek siyasî û îdeolojîk be, bikaribe derbarê dozên jinê de pirsgirêkên jinan çareser bike".
Mary Nasif Al-Debs bal lê kişand ku Linda Matar bi hevrêyên xwe yên jin ên di xebatên siyasî û jinan de gelek tişt kirin û wiha domand: "Helbet me ev yek piştre pêşxist, ji ber ku me wê demê behsa qanûneke bijarte ya rewşa kesane ya medenî dikir. Ew yekem jin e ku mijara kotaya jinan û sedemên wê wek cudakarîyeke erênî ji bo pêşdebirina pirsa jinan û rola wê di wergirtina postên siyasî û beşdarbûna di postên biryardana siyasî de anî ziman û konferansek mezin li ser asta Lubnan û cîhana Ereb ji bo vê armancê li dar xist. Ev pêngavek bi komek jinan re bû, ku ez jî di nav wan de bûm, di mijara guhertina yasayan û vekolîna wan de piştî ku Lubnanê Peymana Navdewletî ya rakirina cudakariyê li ser Jinan îmze kir û civîna neteweyî ya ji bo rakirina cudakariya li ser jinan hat organîzekirin, Linda Matar beşdarek sereke bû".
"Tevgerên gelêrî"
Mary Al-Debs tîne ziman ku Linda Matar li ser asta tevgera gelêrî xebitî, di nav de daxwaza guhertina rêzikên karmendan ji bo wekhevkirina jin û mêran di mijarên lênihêrîna tenduristî, ji bo zarok û malbatê, mijara mûçe û yên din kir. Li ser sererastkirina madeyên qanûna kar ên têkildarî betlaneya jidayikbûnê, her wiha sererastkirina pergala bacê xebat kir, ji ber ku wê demê jin her çend zarokên wê hebin jî weke mêrekî bi serê xwe dihat hesibandin û baceke giran dida. Li ser mijara dayîna hemwelatîbûnê ji zarokên jinên Lubnanî re kar kir û kampanyayek ku di rêza pêşîn de bû bi rê ve bir".
Derbarê kesayetên ku Linda Matar di bin bandora wan de bû, Dr. Mary Al-Debs da zanîn ku Linda digot dema ku ew bêtir têkoşîna jinan nas kir, ji komek jinên pêşeng ên li ser asta Erebî û navneteweyî bandor bû. Di nav wan de Eugenie Cotton, yekemîn seroka Yekitiya Jinên Demokrat a Navneteweyî û têkoşerên şoreşa Cezayîrê û Misrê jî heye".
"Serpêhatiyên ji jîngeriya min"
Di sala 2013'an de, Linda Matar pirtûkek çap kir ku behsa stasyonên jiyana wê dike ku navê wê ‘Stasyonên ji jîngeriya min’ e. Derbarê pirtûkê de, Dr. Mary Al-Debs axifî û wiha got: "Linda Matar di pirtûkê de behsa qonaxên zaroktiya xwe û pirsgirêkên ku di wê qonaxê de di demekî de ku diya wê vekirîtir û xweşbîntir bû bi bavê xwe re derbas kirî dike. Ji ber çalakiyên wê, ji aliyê birayê xwe yê ku bîst sal jê mezintir bû rastî tacîzê dihat. Her wiha behsa karê xwe, rola dibistanê û rûbirûbûna keşeyan kir ku bandoreke çawa li kesayetiya wê kiriye.”
Mary destnîşan kir ku Linda ji zarokatiya xwe ve kesayetek serhildêr e û di pirtûka xwe de behsa Komîteya Mafên Jinan û konferansên navneteweyî yên ku beşdar bûye û têkoşîna xwe ya di karûbarên giştî de dike. Mary Al-Debs îşaret bi wêneyên jinên ku bergê pirtûka Linda Matar "stasyonên ji jîngeriya min" xemilandiye kir û wiha got: “ Linda di pirtûkê de behsa Rose Akkawi û Georgette Akkawi dike ku xwepêşandanek ji bo daxwaza avakirina dibistanên fermî ji bo keçan organîze kirin û tekez kir ku van kesayetan bandor li têkoşîna femînîst û kesayeta wê kirine. Bi taybetî dema me zanî ku wan cara yekemîn çawa roja 8’ê Adarê pîroz kirin, dema îdia kirin ku ev roj cejneke rojavayî ye ku nayê pîrozkirin. Lê çalakvanan bi awayekî veşartî pîroz dikirin û behsa wê yekê dikirin ku karkerên Chicago çawa bi kardêrên xwe re rûbirû ne, ne tenê ji bo bidestxistina mafên xwe, lê her wiha ji bo karkirina zarokan û ji bo qanûnek kedê ku jiyana wan hêsantir dike".
Di dawiya axaftina xwe de Mary Al-Debs wiha got: "Li gel hemû têkoşînên li ser asta Lubnanî, Erebî û navneteweyî, ez diyar dikim ku Linda Matar di asta Yekîtiya Jinên Demokratîk a Navneteweyî de xwedî roleke mezin bû".
"Di çarenûsa têkoşîna femînîst û neteweyî de find e"
Seroka Komîteya Mafên Jinan Ayda Nasrallah jî bal kişand ku Linda Matar hîn jî ji bo wan ronahiyek e ku ew pê rêberiyê dikin û di pirtûkên wê de li têkoşîna xwe ya jin û welatparêziyê ya rast digerin û wiha got: “Ev welatê ku Linda dixwest, welatekî demokratîk, laîk û medenî dûrî mezhebperestî, kota û gendeliyê. Linda Matar alek ji alên tevgera jinên Lubnanê ye. Divê em diyar bikin ku Linda beşdarî zêdetirî 60 konferansên Erebî û navneteweyî bûye, di nav de: Konferansên Neteweyên Yekbûyî, ji Kopenhagê heta Meksîka û Naîrobî heta Çaremîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Pekînê di sala 1995'an de hat lidarxistin jî heye. Derfeta min hebû ku ez di vê konferansê de li kêleka wê bim, ku hîn jî ew qadeke ku em li ser bingeha bernameya wê ya xebatê û pêşniyarên wê dimeşîne".
Ayda Nasrallah behsa wê yekê kir ku Linda Matar ji Encûmena Jinan a Lubnanî re hat hilbijartin û wiha got: “Lînda Matar ji Encûmena Jinan a Lubnanî re hat hilbijartin û seroka wê ji bo çar salan û endama Encûmena Aborî û Civakî bû. Bi vê yekê re yekemîn car jinek bû encumen. Linda du caran bû berendamê parlementoyê û cara yekem 9 hezar deng bidest xist û bû yek berbijar. Linda bi nirxên exlaqî û dilnizmî cuda bû digel hêz û îradeya wê ya xurt. Tu carî hêviya xwe ji pêşeroja Lubnanê û jinên Lubnanê winda nekiriye. Ew her dem geşbîn bû û tevî temenê xwe îro jî wisa ye, her tim bi ken e, hîn jî me teşwîq dike ku em bi vî rengî bin û em ê li ser rêya wê bimînin".
Ayda Nasrallah bi boneya roja jinên cîhanê bi rêya ajansa me silav li Linda Matar kir û wiha got: "Silav li Linda Matar di roja jinên cîhanê de, silavek ji bo jina Lubnanî ya li hember van hemû neheqî û gendeliyê rû bi rû ma, silav ji bo jina Ereb a têkoşer".