Portreya Rojê: Leyla Qasim

Leyla Qasim bi helwest û biriyardariya xwe ya li ber sêdarên rejîma Îraqê di nava Kurdan de bû navek efsaneyî ji nû ve bi zarokên keç ên nû hatin dinyayê re jîndar bû.

Navenda Nûçeyan - Leyla Qasim di sala 1952’an de li gundê Bamîlî yê navçeya Xaneqînê ya Diyala di nava malbatek hejar û welatperwerên Kurd de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 1958’an de li Xaneqînê dest bi xwendina dibistanê kir. Leylayê dibistana seretayî û navîn li Xaneqînê qedand. Leyla bi temenê zarokti hejarî û bêçaretî jiyan kiriye. Zilm û zordariya rejima Baas’ê ya li ser gelê Kurd dibine. Ev yek wisan dike ku hastên azadixwazî, xebat û têkoşînê bi wê re pêşbikeve.

Bavê Leyla Qaim Hesen karmendê şîrketa refîneya petrolê ya Elwend bû. Piştî Qasim hate teqawîtkirin di sala 1971'ê de mala xwe ji Xaneqîn bire Bexda. Xwişk û birayên Leyla yê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah dibistanê dixwînin. Li gel xwendina xwe her yek ji wan ji bo debara mala xwe kar jî dikirin.

Ji bo nasîna civaka xwe Leyla Qasim civaknasî xwend

Di sala 1971’an de beşê civaknasiyê li koleja Adab ya Bexdayê qezenc dike. Leyla di wextek herî zûde dikev nav xebatê de û xwe digihîne rêxistinên netewî yên Kurdan. Sala 1980’an bi rêya birayê xwe Selam Qasîm peywendiyê li gel rêxistinên siyasî yên netewî çêdike û cihê xwe di rêzên ‘Yêkitiya Xwendekarên Kurdistanê’ de digire. Di nava xwendekarên Kurd ên li Bexdayê de bandora wê hebû. Herî zêde ji Leyla li diji zagona mafê jinê binpê dikir radiwesta. Bi xwesteka xwe beşa civaknasiyê hilbijart, ji bo ku bikare rastiya civaka Kurd derxwe holê.

Li gel berfirehbûna şerên di sala 1974’an de dezgehên îstixbaratî yên rejîma Baasê bê navber kesayetên Kurd yek bi yek di şopandin. Zêde ne kişand di 28’ê Nîsana 1974’ê de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên asayîş û leşkerî ya rejîma Bexdayê de hatin binçavkirin.

“Bi kuştina min dê Kurd ji xewê rabin”

Dema Leyla di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên rayedarên dewletê dida û di dadgehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêyfxweşim ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Rayedarên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendekarên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bo wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12’ê Gulana 1974'an de Leyla û hevalên wê darve kirin.

Dema ku birayê Leyla yê wê digihîne destê xwendekarên Kurd yên emdamê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê (YQK) ku li Ewropa dixwendin ji aliyê rejîma Baas ve tê qetilkirin.

Nûçeya darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendekar û rewşenbîr tevlî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla bû pêşenga jinên şoreşger. Gelê Kurd Leyla weke qehremaneke neteweyî dibînin. Bi hezaran dayikan navê Leyla li zarokên xwe kirin.

Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasim bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Gelek helbestvan û sitranbêjan qala qehremaniya Leyla kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. du ji van jî helbestvanên binav û deng ên Kurd Seyda Hêmin Mûkryanî û Cigerxwîn in.