23 sal in hem berpisyarên siyasî hem jî kiryar tên parastin!

Di ser komkujiya 19'ê Kanûnê ya ku girtî bi saxî hatin şewitandin û navê "Operasyona Vegera Jiyanê" hat dayîn re 23 sal derbas bûn. Ne berpirsên siyasî yên qetlîamê hesab dan, ne jî kiryar hatin cezakirin.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê girtîgehên Tîpa F, cara ewil di 8’ê Gulana 2000’an de li Sîncan, Bolu, Kandira, Edîrne, Tekîrdag û Îzmîr Kiriklarê hatin temamkirin. Midûrê Giştî yê Girtîgehan wê demê Alî Sûat Ertosûn, di 10'ê Hezîrana 2000'an de wiha got: "Me her cure protestoyan li ber çav girt. Wê teqez derbasî Tîpa F bibin û ev pirsgirêk bi dawî bibe."

Girtiyên siyasî jî di 20’ê Cotmeha 2000’an de li dijî pergala Tîpa F û pêkanînên tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Qismek ji girtiyên siyasî piştî ku daxwazên wan nehatin qebûlkirin di roja 45’emîn de greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Wê demê di îqtîdarê de hikûmeta koalîsyonê ya ku ji Partiya Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partiya Anavatan (ANAP) pêk dihat hebû.

Hewldanên rewşenbîr û nûnerên saziyên sivîl ên bi Wezareta Edaletê re kirin jî bêencam man. Piştî rojek hevdîtina serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît û Alîkarê wî Husamettîn Ozkan, Wezîrê Edaletê Hikmet Samî Turk û Wezîrê Karên Navxweyî Sadettîn Tantan bi hev re pêk anîn, di 19’ê Kanûna 2020’î de bi 10 hezar leşkeran ve li 20 girtîgehan operasyoneke hemwext hat destpêkirin. Operasyona ku bi hinceta "rawestandina grevên birçîbûnê" bi makîneyên kar, çek, bombeyên gazê û çekên kîmyewî yên şewatkar danê sibehê li dijî girtîgehan hat destpêkirin, 4 roj berdewam kir. Operasyon, kêlî bi kêlî li ser ekranên televîzyonan hat weşandin.

30 girtiyên siyasî hatin qetilkirin

Di operasyonê de, li Girtîgeha Bayrampaşayê Cengîz Çalîkoparan, Alî Ateş, Mustafa Yilmaz, Mûrat Ordekçî, Nîlûfer Alcan, Firat Tavuk, Aşur Korkmaz, Şefînûr Tezgel, Yazgul Guder Ozturk, Gulser Tuzcu, Seyhan Dogan û Ozlem Ercan, li Umraniyeyê Ehmet Îbilî, Ercan Polat, Umut Gedîk, Ata Akçagoz, Haydar Akbaba, Muharrem Buldukoglu û Riza Poyraz ê dema ku tedawiya wî li nexweşxaneyê berdewam dikir, li Çanakkaleyê Fîdan Kalşen, Fahrî Sari, Sultan Sari, Îlker Babacan, li Bursayê Murat Ozdemîr, li Çankiriyê Îrfan Ortakçı, Hasan Gungormez, Alî Îhsan Ozkan, li Uşakê jî Berrîn Bîçkîlar, Yasemîn Cancî û li Ceyhanê jî Halîl Onder jiyana xwe ji dest dan. Di operasyonê de li Girtîgeha Girtî ya Ûmraniyê çawişê pispor Nurettîn Kurt ê û li Girtîgeha Girtî ya Çanakkaleyê leşkerê navê Mustafa Mutlu jî jiyana xwe ji dest dan.

‘Bi saxî şewitandin'

Nêzî 300 girtî û mehkûm jî birîndar bûn. Di şewata li qawîşa C-1 a Girtîgeha Bayrampaşayê di encama avêtina bombeyên ronikbarîner, gaz û bombeyên sinîrê derket de, ji girtiyên jin Yazgulu Guler Ozturk, Seyhan Dogan, Ozlem Ercan, Şefînur Tezgel û Gulser Tuzcu şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya jin Nîlûfer Alcan jî di encama jêhrîbûna gazê de jiyana xwe ji dest da. Asta qetlîama ku di bin navê operasyonê de hat kirin, dema yek ji girtiyan Bîrsen Qers a piştî komkujiyê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê eşkere bû. Bîrsen Qers a ku hat dîtin serê wê, beşek mezin a rûyê wê, dest û pişta wê bi giranî şewitiye, bi gotina "6 kes di şewata hat derxistin de bi saxî hatin şewitandin" di bîra me de ma.

Di rapora ku ji aliyê pisporên Tiba Edlî ve hat amadekirin de, li ser perçeyên cil û berg û laşê girtiyên jin ên hatin şewitandin, madeyên şewatê hatin tesbîtkirin. Di heman raporê de bal hat kişandin ku 20 gramê madeya aktîf a bombeyên ku di operasyonê de hatine bikaranîn di 38 deqeyan de mirovan dikuje û hat diyarkirin di heman qawîşê de 45 bombeyên neteqiyayê jî hatine dîtin. Hat raporkirin ku hinek girtî jî piştî ku gule ji dûr ve hatine avêtin, jiyana xwe ji dest dane.

Fatma Yildirim: Operasyona kuştinê bû

Fatma Yildirim a ku wê demê li Girtîgeha Bayrampaşayê girtî bû, di hevdîtina xwe ya di Ajansa Mezopotamyayê de der barê tiştên jiyane de ev tişt got:

Em serê sibehê, bi dengê nobedarê me yê şevê yê 'operasyon heye' ji cihê xwe rabûn. Di heman kêliyê de banê girtîgehê qul kirin û bombeyên gazê avêtin qoxûşa me û ya pêşberî me. Berê çekên xwe dabûn me. Bi makîneyên kar banan qul dikirin. Pencereyên me yên mezin hebûn. Me ew bi betaniyeyan girt. Lê dema me dîtin, dest bi gulê reşandinê dikirin. Tê gotin, 'vegera jiyanê' lê ev operasyoneke kuştinê bû. Yekane banga wan ew bû digotin teslîm bibin. Me bi dirûşma 'Girtiyên şoreşger tu carî teslîm nabin' bersiv da. Cihê ku deng jê dihat, bi giranî gaz diavêtin. Gelek gazên ku li wir hatin ceribandin, hê li derve di çalakiyan de nehatine ceribandin. Piştî kêliyek, li qawîşa pêşiya me topek agir çêbû. Me bang li hevalên xwe kir lê bersiv nehat. Piştre dengê 'Em dişewitin hevalno' hat bihîstin. Dibe ku ew kêliyek saniyeyek be lê wekî wext cemidîbe, hemû êş li wir kom bûbûn. Me cihê hewayê vekir û em derbasî qawîşa pêşiya xwe bûn. Çermê hevalên me diheliya. Tiştek bi qapûtê wan nehatibû lê çermê wan diheliya. Me hewl da em mudaxeleyî wan bikin. Di cihê hewayê de bi saetan perçeyek plastikê şewitî, dûmanek pir xirab derxist. Îtfaiyeya ku mudaxeleyê vê nekir, 2 saet û nîvan av li me reşand.”

Navê 'Vegera jiyanê' li qetliamê danîn

Girtiyên ku ji qetlîamê sax hatin rizgarkirin jî li girtîgehên tîpa F ên ku bi îşkenceyên giran wan birin, hatin tecrîdkirin. Wezîrê Edaletê yê wê demê yê DSP'ê Hîkmet Samî Turk ku roja destpêkirina operasyonê li ser ekranên televîzyonan daxuyanî da, diyar kir ku operasyon "Operasyona Vegera Jiyanê" ye. Hîkmet Samî Turk, wiha got: "Armanca bingehîn ne dawîanîna rojiyên mirinê ye, misogerkirina otorîteya dewletê ye."

Rayedarên dewletê operasyon parastin

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Sadettîn Tantan, di brîfînga ku yekser piştî operasyonê li wezaretê da rojnamevanan de, ji pirsa rojnamevanek ku îfadeyên “10 sal in li Tirkiyeyê nikarin bikeve girtîgehê” bi bîr xist û pirsa, “Gelo ev îtîrafek e?” re, ev bersiv dabû:

“Vê operasyonê şerma dewletê paqij kir. Gelê me, bi vê operasyonê firsend dît ku mîmar û aktorên vê şermê nas bike. Mîmar û aktorên vê pergalê, di çapemeniyê de bi vegotina rastiyên xwe, bi vegotinên re ji gelê me re dan zanîn ku bêqanûnî çawa pêk hatiye. Di vî warî de ev operasyon gelekî bi fêyde bû. Berpirsyarên hovîtiya ku ji ber vê bêqanûniya bi salan e berdewam dike pêk hat, di wijdanê gelê me de dê bên darizandin.”

Bi bedelê canên xwe tîpa F qebûl nekirin

Beriya qetlîamê 259 girtî di rojiya mirinê de bûn, piştî qetlîamê 357 girtiyan li dijî Tîpa F dest bi rojiya mirinê kirin û bedena xwe dan ber mirinê. 122 girtiyên li 41 girtîgehan rojiya mirinê domandin, jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtî jî seqet man. Di çalakiyên protestokirina qetlîamê de 2 hezar û 145 kes hatin binçavkirin û 58 kes jî hatin girtin. Li dijî 18 navend û komeleyên çandê serdegirtin pêk hat û 2 komele hatin girtin.

Der barê qetlîamê de lêpirsînek bi bandor nehat meşandin

Piştî qetlîamê dest bi rêşkirina delîlan hat kirin. Di raporên ku ji aliyê pisporên Tiba Edlî ve hat amadekirin de, hat tesbîtkirin ku hin delîl hatine rêşkirin û di daneyên rapora leşkeran de nakokî hene. Tevî vê yekê jî der barê berpirsyar û kiryaran de lêpirsînek bi bandor nehat meşandin. Dema berpirsyar hatin xelatkirin, dozên der barê bersûcan de hatibûn vekirin an bi beraet bi encam bûn an jî bi hincetên demboriyê hatin betalkirin. Midûrê Giştî yê wê demê yê girtîgehan Alî Suat Ertosun ê ku bi rola xwe ya di qetlîamê de dihat naskirin, di sala 2004'an de bi 'Madalyaya Xizmeta Dewleta Mezin’ hat xelatkirin!

Der barê kesên ji qetlîamê rizgar bûne de doz hat vekirin

Der barê girtiyên ji qetlîamê rizgar bûn de bi îdiayên "îsyan, zirardayîna mal" û "kuştinê" doz hatin vekirin. Doza ku li Girtîgeha Bayrampaşayê der barê 167 girtiyan de hatibû vekirin, di sala 2009'an de bi biryara demboriyê ya 3'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Eyûbiyê hat betalkirin. Doza ku li Girtîgeha Umraniyeyê der barê 399 girtî û hikumxwaran de bi hinceta “kuştinê” hatibû vekirin jî di 22’ê Çileya 2016’an de bi biryara beraetê bi encam bû. Hat tesbîtkirin ku çawişê pispor ê leşkeran Nurettîn Kurt ê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da jî ji aliyê leşkerên çalakî pêk anîne ve hatiye kuştin.

Tenê li 9 girtîgehan der barê êrîşan de doz hatin vekirin

Tevî ku operasyon li 20 girtîgehan hat kirin jî tenê der barê operasyonên li girtîgehên Bayrampaşaya Stenbol û Umraniyeyê, Çanakkale, Bursa, Edene Ceyhan, Gebze, Çankiri, Meletî û Uşakê de doz hatin vekirin. Li girtîgehên Stenbol Umraniye, Bayrampaşa, Çanakkale û Bursayê de têkildarî êrîşan tenê der barê leşkeran de doz hat vekir.

Der barê operasyona Girtîgeha Umraniyeyê de 267 leşkeran beraet kirin

Di sala 2004'an de têkildarî operasyona li Girtîgeha Umraniyeyê ku 4 girtî û çawişekî pispor hatin kuştin, der barê 267 leşkeran de doz hat vekirin. Biryar di 3’ê Kanûna 2019’an de encam bû. Heyeta dadgehê ku der barê 5 bersûcan de ji ber ku di dema dozê de jiyana xwe ji dest dane biryara betalkirina dozê da, der barê 262 bersûcan de jî ji ber sûcên "birîndarkirina bi zanebûn" û "îşkence" doz ji demboriyê bikeve û ji sûcê “kuştina bi zanebûn ku bi awayekî kiryar diyar ne" jî bi hinceta "der barê wan de tu delîleyên ji her cure guman dûr, teqez û pêbawer ên ku bikaribe têra mehkûmiyete wan nayê dîtîn” biryara beraetê da.

Derket holê ku operasyona navê 'Vegera Jiyanê' lê hatiye danîn 'Operasyona Bahozê' ye

Doza yekemîn a der barê komkujiya li Girtîgeha Bayrampaşayê de jî piştî 10 salan li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bi îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Eyûbê ve der barê 37 leşker û 2 serbazan de hat amadekirin, hat vekirin. Lê belê doz bi serbazên beşdarî operasyonê bûne ve sînordar bû. Parastina berpirsiyarên siyasî berdewam kir. Fermandarê Boluka Leşkeran a Girtîgeha Bayrampaşayê yê demê Zekî Bîngol, di îfadeya xwe ya li dadgehê da diyar kir ku operasyon li gorî "Fermana Operasyona Bahozê" ya Fermandarê Herêma Leşkeran a Stenbolê Tûxgeneral Engîn Hoş hatiye destpêkirin. Doza duyemîn a der barê 157 leşkeran ku fermandarên payebilind jî di nav de, bi îdiaya “kuştin” û “hewldana kuştinê” jî di Adara 2015’an de hat vekirin.

Di belgeyên îbareyên 'veşartî' de îmzeyên fermana mudaxeleyê derketin holê

Di belgeyên "nepenî" yên ji dadgehê re hatin şandin de, derket holê ku biryara operasyonê di 12'ê Kanûnê de hatiye dayîn. Di belgeyên mijara gotinê de hat diyarkirin di fermana mudaxeya operasyonê de îmzeyên Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Tenduristiyê, Musteşarê MÎT'ê Şenkal Atasagun û Serokê Daîreya Operasyonên Fermandariya Giştî ya Jendermeyan Osman Ozbek hene. Hat tesbîtkirin wek amadekariya qetlîamê de, ji 12’ê Kanûnê pê ve Fermandariya Taybet a Komando ya Cendirmeyan a Enqereyê dayê bin fermandariya Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê de û amadekariyên operasyonê hatin kirin û yekîneyên ku dê beşdarî operasyonê bibin veguheztin cihên xwe yên nû.

Midûrê girtîgehê yê demê Alî Suat Ertosun operasyonê parast

Di 45'emîn danişîna doza ku di 9'ê Kanûna 2021'an de li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê der barê 196 gardiyanên ku li Girtîgeha Bayrampaşayê beşdarî operasyonan bûn de, leşkerê teqawitbûyî Alî Aydin piştî 21 salan wek şahid hat guhdar kirin. Li ser îfadeyên Alî Aydin biryar hat dayîn ku Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Sadettîn Tantan û Midûrê Girtîgehan Alî Suat Ertosun bên guhdarîkirin. Di 46'emîn danişîna dozê ya 19'ê Nîsana 2022'an hat pêkanîn de, Alî Suat Ertosun bi rêya SEGBÎS'ê weke şahid hat guhdarkirin. Alî Suat Ertosun parastin kir û parast ku 'Vegera Jiyanê' ne tenê operasyonek girtîgehê, ji nû ve avakirin û reforma girtîgehê ye.’

Sadettîn Tantan beşdarî danişînan nebû

Daxwaza Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Sadettîn Tantan ê ji ber tiştên ku dibêje sira dewletê ye ji bo danişînek taybet bê vekirin jî, ji aliyê dadgehê ve nehat qebûlkirin. Di 47'emîn danişîna 15'ê Îlona 2022'an de biryar hat dayîn ku îfadeya Sadettîn Tantan ji navnîşana wî ya diyarkirî, bi rêya SEGBÎS'ê bê girtin. 50’emîn danişîna der barê operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê di 5’ê Cotmeha 2023’an de li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Sadettîn Tantan ê ku di 4 danişînên dawî yên dadgehê de wekî şahid hatibû gazîkirin, dîsa beşdarî danişînê nebû. Dadgehê, di biryara xwe ya navberê de biryar da ku “Daxwaza Tantan a di statuya parastina taybet de û bi awayekî ku dê neke hedefa vekirî guncav hat dîtin û rojekî ji aliyê heyeta dadgehê ve tê diyar kirin bi rêya SEGBÎS’ê bê guhdarkirin. Ev doz dê di 1ê Nîsana 2024’an de berdewam bike.

Biryara beraetê ya der berê dozgerê girtîgehan de hat erêkirin

Têkildarî qetlîamê, di doza malbata Mûrat Ordekçî yê li Girtîgeha T Bayrampaşayê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin li 2'yemîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê li dijî Wezareta Karên Hundir û Edaletê hat vekirin, bi giştî mehkûmê 109 milyar lîre cezayê tazmînatê hat kirin. Di vê biryara darazê ya der barê operasyonê hat dayîn de wiha hate diyar kirin, “Mafê jiyanê hat binpêkirin. Divê 109 milyar ji bo malbata girtiyê mir re bê dayîn. Ev bû doza yekem û yekane doza hat qezenç kirin. Ji xeynî doza Bayrampaşayê ku berdewam dike, biryarên beraetê yên ji bo bersûcên li girtîgehên Ûmraniye, Bursa û Çanakkaleyê hatin dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin û teqez bû. Biryara beraetê ya der barê girtî û mehkûmên êrîşa li Girtîgeha Umraniyeyê jî, di îstînafê de disekne.

Li aliyê din Serdozger Alî Îhsan Demîrel ê ku lêpirsîna derbarê operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê de dimeşand jî, ji doza ku bi îdiaya "îhmalkirina peywirê" dihat darizandin, beraat kir. Biryara beraetê di Tîrmeha 2023’an de ji aliyê Lijneya Cezaya Giştî ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

Di serlêdana ku der barê Komkujiya 19ê Kanûnê li DMME’yê hat kirin de Tirkiye hat mehkûmkirin. DMME’yê, biryar da ku Tirkiye xala 2’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku mafê jiyanê garantî dike û xala 3’emîn a ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike binpê kiriye û Tirkiyeyê mehkûmê tazmînatê kir.

19’ê Kanûnê wek roja ‘Hevgirtinê’ hat îlankirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di Lijneya Giştî ya Asayî ya bi dîroka 16-17'ê Mijdara 2002'an de 19'ê Kanûnê wekî "Roja Têkoşîn û Hevgirtina Mafên Mirovan ji bo Girtîgehan" îlan kir. Di 23 salên li ser qetlîamê derbas bûn de, yek ji wan mekanên ku - herî zêde binpêkirinên mafan hat jiyîn girtîgeh bûn. Li gorî daneyên ÎHD'ê li girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê bi giranbûnê didomeîn; Di sala 2022'an de 78, di 5 mehên destpêkê yên sala 2023'an de 15 girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Hêj 651 hê giran hezar û 517 nexweşên di girtîgehê de tên ragirtin. Ji sala 2022'an heta niha bi giştî 93 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.

Tecrîda ku rêbazek îşkenceyê ye didome

Girtiyên siyasî yên ku dixwazin jiyana xwe di şert û mercên layiqî rûmeta mirovahiyê de bijîn, hema bêje li hemû girtîgehan rastî îşkence, muameleya xerab û cudakariyê tên. Li girtîgehên ku tecrîd wee rêbaza îşkenceyê tê girankirin, gelek mafên girtiyên siyasî yên wek gihandina tenduristî û dermankirinê, ewlekarî, têkilî danîm û azadiya îfadeyê tên binpêkirin. Qetlîama 19’ê Kanûnê nehat jibîrkirin. Parazvanên mafên mirovan, ji bo qetlîam bi awayekî serbixwe bê lêkolînkirin û darizandin û berpirsyar hesab bidin têkoşîna xwe berdewam dikin.