Portreya Rojê: Ji jinên bûne hîmê bingehîn ên şoreşê Sara Xelîl

Endama Buroya Meclisa Jinan a PYD’ê ya herêma Firatê Sara Xelîl, bi temenekî biçûk ruxmî zextên rejîma Baasê û malbatê beşdarî nava çalakiyên veşartî dibe. Sara bênavber bi awayên çalak kar û xebatên jinan dide meşandin û wek jineke Kurd navê xwe di dîrokê de nivîsandiye.

  
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Endama Buroya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Sara Xelîl a 43 salî, bi eslê xwe ji gundê Xirabal e lê jiyana wan li gundê Eyn Beta biçûk ê dikeve rojhilatê Kobanê derbas dibe. Piştî mezin dibe derbasî bajar dibin. Sara Xelîl dayika çar zarokan e. Bi taybetmendiyên bi rûkenî, dilnizm, berxwedêr, hezkirin û girêdana wê ya bi têkoşîna jina azad re tê naskirin. Sara beriya şoreşê dest bi xebatên cebhewî (milîsî) kiriye, piştî şoreşê jî xebatên xwe bi awayên çalak domandiye. Zarokên xwe li ser bingeha welatparêziyê mezin kiriye û hezkirina ji heval ax û welat di hundirê wan de çandiye. 
Sara di 15 saliya xwe de bi Mehmûd Elî re dizewice û dibe qurbaniya zewaca di temenê biçûk de lewre hevjînê wê 15 sal jê mezintir e. Sara diyar dike ku ew di jiyanê de ji du tiştan mehrûm maye, ya yekê ji xwendinê ya duyem beşdarbûna nava tevgera azadiyê. Sara hîn biçûk e xwe hînî zimanê dayikê (Kurdî) dike. Di gelek saziyan de cih digre û xebatên mîna cebhewî, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dimeşîne. Sara Xelîl serpêhatiya jiyana xwe bi ajansa me re parve dike. 
“Hesreta xwendin û beşdarbûnê bi min re ma”
Li gorî kevneşopiyên civakê divê keçik di temenê 14- 15 salî de bizewicin, Sara jî yek ji van kesên ku bûye qurbanî ye. Sara wiha behsa zehmetiyên jiyana xwe dike: "Di zewaca xwe de min gelek zor û zehmetî kişandin, ji ber ku biyolojiya min hê ji zewacê re ne amade bû. Ez û keça xwe bi hev re mezin bûn lê dema ez niha behsa wan rojan dikim, gelekî aciz dibim, ji ber ku min tu xweşî nedîtin. Di heman demê de ez di malê de keça mezin bûm, dayika min her dem nexweş bû gelek nexweşiyên wê hebûn. Hê ez biçûk bûm min rêxistinê nas kir lê min nedizanî ku ew kî ne û ji bo kê dixebitin. Rojekê min ji dayika xwe pirsî got ev kî ne got ev hevalên wek me ne. Hesreta xwendin û beşdarbûnê bi min re ma lê min bi xebatên xwe hinek hêviyên xwe pêk anîn. Zewacê li pêşiya min gelek kelem û astengî derxistin. Bi temenê biçûk min berpirsyariya malê hilgirtibû ser milên xwe. Li rex wê, min xebatên cebhewî dida meşandin. Tişta ku bi min re bû alîkar hevjînê min bû, ji ber ku ew jî wek me malbatên welatparêz bûn. Vê yekê hişt ku ez xwe li ser lingan bihêlim. Ji ber ku wan bingeha jiyana xwe ji rêgezên rêxistinê girtibûn, ji bo wê min astengî ji milê wan ve nedît. Li gel hevjînê min edalet û wekhevî hebû, li gorî wê jî nêzî min dibû û alîkarî dida min. Ez û hevjînê xwe li derdora 23 salan bi hev re jiyan, ji bo rêxistinê wî jî kedek da, hevjînê min di komkujiya Kobanê de şehîd ket."
"Têkoşîna wê ya di nava jiyanê de"
Sara di dirêjahiya gotinên xwe de li ser hînbûna zimanê dayikê wiha dibêje: "Bi awayekî veşartî min xwe fêrî zimanê Kurdî dikir, wê demê ez bê cesaret bûm, min cesaret û hêza xwe ji keça xaltîka xwe girt, ji ber dema ku malbatê dibihîstin em diçin fêrî ziman dibin xwe aciz dikirin û carna li me didan, ew jî ji pergala rejîma Baasê bi tir sbûn. Lê ruxmî wê jî ez bi îsrar li dijî hişmendiya rejîmê têkoşiyam, her çendî ez biçûk bûm jî min li ber xwe dida. Demekê min xwest ez hevjîna Apo xwe fêrî ziman bikim lê hemûyan li dijî min bertek nîşan dan, min digot çawa zimanê me ye û em qebûl nakin, paşê dema ez mezin bûm min fam kir tirsa wan ji rejîma Baasê bû. Hesreta min ew bû ku ez bibim şoreşgera welatê xwe lê zextên malbatê li pêşiya min bûn asteng. Her tim ez di lêgerîna heqîqeta welat û azadiya jinan de bûm, ji bo wê min dixwest her tim heval li derdora min bin, ez xwe ji rêxistinê qut nekim. Ruxmê desthilatdariya rejîmê li ser me hebû jî her dem mala min ji rêxistinê re vekirî bû. Piştî şoreşê cara yekemîn li Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê, perwerdeya fêrbûna zimanê dayikê dest pê kir. Paşê meclis hatin avakirin û alên me yên ku me di nava belgiyan de veşartîbû, me li ser banan daliqand."
Xebatên wê yên dema şoreşê 
Sara di nava axaftina xwe de bal kişand ser desthilatariya rejîma Baasê li herêmê û wiha pê de çû: "Rejîma Baasê bi hişmendiya xwe ya desthilatdar li ser tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê planên qirkirinê dida meşandin û bi taybetî li ser jinan. Her tim hevalên min digotin xebatên xwe bidomîne û dest jê bernede. Di sala 2010-2011'an de êdî  aloziya Sûriyeyê dest pê dikir. Li vir êdî me xebatên xwe bi awayekî çalak didan meşandin. Me di wê aloziyê de du caran me di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê de meşên girseyî li dar xist. Dema rejîm hîn bû ku me çalakî li dar xistiye, dest bi girtin û binçavkirinê kirin. Ez jî carek hatim girtin lê min ji wan re got ku ez zimanê wan fêm nakim lê wan dev ji me bernedan û xwestin em sixuriyê ji wan re bikin, dema me vê yekê qebûl nekir gelek xirab nêzî me bûn. Di vir de kîna min li hemberî wan hîn zêdetir bû, min digot ez çawa li dijî hişmendiya wan têbikoşim. Bi şoreşa Rojava re êdî hemû jinan xwestin cihê xwe di nava vê şoreşê de bigrin, derfet li pêşiya jinan hat vekirin û ketin nava xebatan. Ji ber ku em di bin desthilatariya rejîmê de hatibûn xeniqandin. Me dest bi avakirina saziyên jinan ên mîna mala jin, Kongera Star û saziyên ku têkildarî jinan dibin, kirin. Min hêz û moral ji van jinan girt, jinan bi dilxwazî xebat dan meşandin."
“Du caran hatim girtin"
Sara qala xebatên xwe di nava rêxistinê de wiha dike: "Xebata min ya yekemîn di nava rêxistinê de li Kaniya Kurdan dest pê kir, hevjînê min her tim li derveyî Kobanê bû, ya ku mal bi rê ve dibir ez bûm, her tişt min bi tena serê xwe dida meşandin. Hevjînê min li kîjan parçeyî Kurdistanê xebat dikir xwe fêrî wî zimanî dikir. Her tim ji zarokên xwe re digot, bixwînin da ku hûn xwe di hemû mijaran de îfade bikin lê ji ber aloziya Sûriyeyê zarokên me xwendina xwe temam nekirin. Di heman demê de em li malan digeriyan û me alîkarî ji rêxistinê re kom dikir. Di sala 2005'an de Yekitiya Star li seranserî rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. Ev rêxistin li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad, wekhev, polîtîk û ji bo sererastkirina heqîqeta ku ji aliyê hişmendiya zayendperest û netew-dewletê ya mêrê serdest ve hatiye berovajîkirin, têdikoşe. Min xebatên xwe hemû bi lingan dida meşandin. Ji ber çalakiyan ez du caran hatim binçavkirim ji aliyê rejîma Baasê ve. Her çendî rejîmê dixwest tirsê bixe nava dilê me jî nedikarî. Meclis û komên kongreya me hemû jinan bi hev re ava kirin." 
Sara di eniyên berxwedanê de li rex şervanan têdikoşiya
Şerê Kobanê ku di dawiya Îlona 2014'an de dest pê kir û şerekî bêhempa hat meşandin, li rex têkoşîna şervanan dayikên ji Kobanê jî têkoşîna xwe didomandin û moral didan wan şervanan. Sara da diyarkirin ku wê jî cihê xwe di nava şerê Kobanê de girtiye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema ku şer gihîşt bajar em ji mala xwe derketin, min xatirê xwe ji wêneyê Serok Apo xwest. Me berê xwe da aliyê şervanan û li wir min dest bi şûştina kincên birîndaran kir. Di nava şer de erkên ku diketin ser milên min, min hewl dida pêk bînim. Paşê şer girantir bû, li vir hevjînê min got divê ez dest ji Kobanê berdim û derbasî Bakurê Kurdistanê bibim lê min got na ez naçim lê bi îsrar hevjînê min û hevalan gotin divê ez li gel zarokên xwe bim. Piştî ez derbasî Bakurê Kurdistanê bûm min di kampan de xebatên civakî dimeşand. Ez ji Kobanê derketim lê gelekî xemgîn bûm ku çawa ez ê van birîndaran bi tenê bihêlim an jî şervanan bi tenê bihêlim. Min dil neda ku ez derbas bibim lê ez neçar bûm ku sînor derbas bikim. Her saniye û her kêlî min agahî ji Kobanê digirtin, şer çawa bû, şervan pêşveçûn, rewşa birîndaran çawa ye her tim min agahî digirtin."
"Min bi çavên xwe dît ku çeteyên DAIŞ’ê sînor derbas dikin" 
Sara di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dewleta tirk nikaribû Kobanê dagir bikira, bi saya şervanan Kobanê hat rizgarkirin û wiha bi dawî kir: "Dema çavên min bi Kobanê diket min nikaribû tehemul bikira. Careke din ez vegeriyam Kobanê, em çar dayik bûn me bi hev re sînor derbas kirin, ji ber ku min soz dabû ku Kobanê bê rizgarkirin û ez venegerim ez ê tu carî xwe efû nekim. Ji ber min bi çavên xwe dît ku çawa şervanên birîndar pirsa hevalên xwe yên li çeperan dikirin û hay ji birîna xwe tunebûn. Carekê birîndarekî got tu li vir çi dikî çima tu şer nakî. Wê demê min ji xwe re got ez nikarim çekê hildim lê ez dikarim bi wan re bibim alîkar. Min pir şerm kir dema ku wiha ji min re got. Piştî ku gel vegeriyan malên xwe, me dest bi xebatên rêxistina gel kir, bi awayekî aktîf û çalak me saziyên xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Nîqaş bi jinan re dihat kirin, perwerde çawa ye, li dijî van kiryaran çawa em dikarin xwe biparêzin û jiyana xwe komî ser hev bikin. Me şaneyên xwe dan avakirin bi riya van şaneyan jî em ê bersivekê bidin dijmin. Li ser fikir û fesefeya Rêber Apo em civaka xwe bi rêxistin dikin. Ji bo em guhertinan di nava jiyana xwe de çêbikin, min gelek pirtûk xwendin wek jiyana şoreşgeran, hevjiyana azad, pirtûkên li ser jiyana şehîdan û pirtûkên Rêbertî. Her wiha min gelek gotinên stranan ji xwe re nivîsandin ez ji stranên Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim hezd ikim, alavên çandê jî ez ji tembûrê hez dikim. Li beramberî hemû pirsgirêkên heyî yên civakî bi taybetî yên jinan ez rexnedayîna xwe didim. Em deyndarên Rêberê xwe ne divê em xwedî li Rêber Apo derkevin, ji ber ku kesek wekî Rêber Apo heye em bi şans in. Rêhevaltî bi jinan re kir û li ser azadiya jinan pir rawestiya divê em jî wî deynî Rêberê Apo vegerînin û xwedî lê derkevin."