Portreya Rojê: Ivana Hoffmann

Şervana MLKP-KOO Alaz Dîren behsa rêhevaltiya Ivana Hoffman bi nasnav Avaşîn Tekoşîn Guneş kir û got: "Ivana Hoffman bi wate û tejî jiya ji lewera jiyana wê ji gelek jinên ciwan re bû mînak, ji wê bandorbûn û hatin tevlî şoreşê bûn."

Şervana MLKP-KOO Alaz Dîren behsa rêhevaltiya Ivana Hoffman bi nasnav Avaşîn Tekoşîn Guneş kir û got: "Ivana Hoffman bi wate û tejî jiya ji lewera jiyana wê ji gelek jinên ciwan re bû mînak, ji wê bandorbûn û hatin tevlî şoreşê bûn."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya bi navê şoreşa jinê li tevahiya cîhanê bûye hêviya jinan û jinên jê kelecan digirin berê xwe didin eniyên berxwedanê. Ivana Hoffman bi nasnav Avaşîn Tekoşîn Guneş a ku her dilê wê ji bo şoreşê lêdida û dixwest xewna xwe ya gel û jin bi hev re azad dijîn û jiyaneke hevbeş rastî bibîne, di sala 2014'an de tevlî nava refên şoreşê dibe. Ivana Hoffman ku zaroka dayikek Elman û bavek Efriqî bû li Ewropayê mezin dibe û li wê di gelek kar û xebatan de cih digre. Ji ber taybetiyên xwe yên pêşengiyê zu pêş dikeve û wekî pêşenga wan tê nasîn, heman wextê de bi rûkenî û dilnizmiya xwe di nava hevalên xwe de deng dide. Ivana di berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser navçeya Til Temirê 23'ê Sibata 2015'an de pêk tê de cihê xwe digire. Di 7'ê Adarê de li gundê Til Nesrî ku bi 2 km başûrî navçeyê dikeve, di encam êrîşa çeteyan de dighêje şedahetê. Ivana Hoffman dibe yekemîn şehîda jinên enternasyonalîst li Rojavayê Kurdistanê şehîd dikeve. Têkildarî vê mijarê Şervana Partiya Markisîst, Lenînîst û Komunîst MLKP-KOO Alaz Dîren ji me re bi berfirehî behsa jiyan û têkoşîna Ivana Hoffman kir.

"Şoreşa Rojava Ivana ber bi xwe ve dikişand"

Alaz Dîren da zanîn ku Ivana Hoffman di xebatên wan yên Ewropayê de bûye û wiha domand: "Min Ivana 2012'an li Elmaniya nasî û me bi hev re xebatên ciwanên partiya MLKP'ê dimeşand. Ew xwedî rihek pêşengiyê bû. Dema em li Ewropayê di nava çalakiyan de bûn, li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk dihat, bersiva pirsên me hemû li Rojava bûn. Şoreşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xewnek bû ku êdî pêk dihat û vediguherî rastiyek li ser rûyê erdê. Wekî ku çîrokeke di nava dîrokê de ewqasî behsa berxwedanî û tekoşîna wê tê kirin, ji nişkêve rast dibe. Dibe ku wekî erdîngarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Ewropayê dûr be, lê tiştên ku em di hundirê xwe de têdikoşin êdî pêk dihat. Ivana di wê demê de, wekî çalakgerek bû ku êdî di cihê xwe nedisekinî, ji ber êdî xewnên wan gav bi gav dibûn rastî û gelê bindest serî hildidin, diviya bû wekî ciwanek komunîst cihê xwe di vê şoreşê de bigre. Ivana jî heman tişt pêk anî, ji ber ku li kîjan cihê ku gel radibû serhildanê, çek li hember desthilatdar, faşîzm, paşverûtî û çeteyên DAIŞ'ê radikirin. Êdî sekin û mayîna li hundirê Ewropayê dihat wateya gaveke paş de, ew jî ji bo rihê çalakger û pêşengtiya Ivana jî nedibû. Ji ber wê jî êdî gavek bû û divê ku were avêtin, ew jî hatina Rojava û tekoşîna li hember tarîtiyên DAIŞ'ê û hêzên emperyal bû ku dixwestin gel bifetisînin."

"Enerjiya wê gelek zêdebû"

Alaz Dîren da zanîn ku Ivana xwediyê enerjiyeke ku her kesê jê hêz digirtbû û wiha dom kir: "Enerjiya wê xilas nedibû, ji ber wê enerjiya xwe ji zanebûna amadekirina li hemberî tarîtiyê digirt. Wekî jinek, koçber û di civakeke ne civaka xwe de mezinbûyîn, cûdabûna çandê, bindestiya heyî ji jineke karker û kedkar e pir cûda bû. Ivana jî hêza xwe ji vir digirt, bindestî ji xwe re qebûl nedikir, berovajî wê ew bindestî di hundirê xwe de dizîvirand hêzek, ji ber vê yekê bû ku enerjiya wê xilas nedibû. Di reva perwerdeya koomandosê de em diwestiyan, Ivana digot: ‘Hêla dewletên emperyalî xilas nabe, ji bo wê jî divê hêla we jî bi dawî nebe, rabin.’ Bandora çanda Efirîqa, Elmanya, Kurdan û komunîzimê li ser hebû, ji lewra ev hemû jî di hundirê wê de bûbû wekî hêzekê. Ji ber wê jî her digot: ‘Jinên Efirîqa, Elmanya û Kurdistanê li benda me ne.’ Dibe ku ev tiştên jiyanî tenê nikarîbe asta bandora Ivana ya li ser me û tevahî rêhevalên wê yên şoreşger bîne ziman. Gotina Ivana a dawî wihabû: ‘Em bi hezkirina rêhevaltiyê şer dikin, da ku em bighêjin heqîqetê û ber bi sosyalîzmê ve biçin. Ger em şehîd bibin jî, hêza gel li pişta me ye û em ê bi vê hêzê serkeftinê misoger bikin.’ Ji xwe di çanda sosyalîstan de ew ferq û cûdahî nebe, mirov mirov e. Mirov bi çi awayî rûmeta xwe ya li hember desthilatdariyê, dibe ku bi rêya çekekê ango pênûsekê be an jî bi tevlîbûna çalakiyekê, ya girîng ew rûmeta xwe diparêze. Yan jî wê têkevin xeta birciwaziyê û tebeqeyan. Derveyî vê tu cûdahî tune ye."

"Jiyaneke tijî jiya û çîroka wê ji jinên din re bû mînak"

Alaz Dîren wiha behsa pêkanîna xewnek ji xewnên Ivana kir: "Ivana Hoffman şehîda yekemîn a jinên enternasyonalîst li Rojava û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Bi nasnameya xwe ya koçber ku ji Efirîqa ye li Elmaniya jiya û li vir bi bindestiya Kurdan dihese û bi partiya MLKP'ê vê têkoşînê dimeşîne. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi navê şoreşa jinê hatiye nasîn, divê ji aliyê hemû jinên cîhanê ve were parastin. Parastina şoreşa Rojava tê wateya em li hember zihniyeta desthilatdariyê şer dikin. Divê hemû jin parastina vê şoreşê bikin û li dora wê bibin xelek. Çawa Ivana ji Elmaniya berê xwe da Rojava û parastina şoreşa jinê kir, divê ew bibe mînak ji bo hemû jinên cîhanê parastina vê şoreşê bikin. Ji ber ku parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina rûmeta jinan e. Îvana ku di 18 saliya xwe de şehîdbû, jiyanek tijî jiya û çîroka xwe li pey xwe hêla ku ciwanên din jê sûd jê bigrin. Ivana her tim digot: ‘Ez ji Mêrdînê me.’ Dema rêhevalên xwe yên ji Mêrdînê di nava refên şoreşê de didît pir kêfxweş dibû. Her pirsa Mêrdînê dikir û pir jê hez dikir. Piştî dighe şehadetê, me wê di deriyê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê re oxir kir û ji wê jî ber bi Elmaniya yê ve şand. Xewna Ivana bû Mêrdînê bibîne. Herî dawî jî me karî di aliyê deriyê Mêrdînê re wê derbasî cihê dayikbûna wê bikin. Yek ji ew bîranînên Ivana jî ev bû ku heya îro bi me re ma ye û dijî."

"Kelecana Ivana a pîrozkirina 8'ê Adarê bi jinên Rojava re temam nebû"

Alaz Dîren bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em roja têkoşîna jinên kedkar ên cîhanê ku ji jinên Newyorkê heya Klara Zetkîn û Roza Luksemborg wekî roja şer û pevçûnên ji bo azadiyê em pênase dikin. Cara yekemîn kelecana pîrozbahiya 8'ê Adarê Ivana li eniya Til Temirê ku cara yekê wê li Rojava pîroz kiriba jiya û ew roj ji bo wê pir taybet bû. Digot ku ew siloganên me li Ewropayê diavêtin, nîqaşên ku dikirin îro em bi şerê xwe pêk tînin û bi vê kelecanê ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Lê negihişt 8’ê Adarê bi jinên Rojava re pîroz bike, di 7'ê Adarê de şehîd bû. Em jî bi bîranîna wê careke din 8'ê Adarê pîroz dikin. Dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin dagirkeriya dewleta tirk de be, nabe ku jinên Bakur û Rojhialtê Sûriyê û tevahî cîhanê bêdeng bimînin. Bangewaziya me ji tu dewletan re nîne, ji ber ku ew dewlet berjewendiyên rojava û jinan naparêzin tenê berjewendiyên xwe diparêzin, ji ber wê jî bêdeng dimînin. Jinên cîhanê bi giştî ji Emerîkaya Latîn heya Çîn, Ewrupa û Hindistanê, bi taybet ên Rojhilata Navîn Sûdan, Lubnan, Urdon, Îraq û Îranê divê hemû jinên di hundirê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de şoreşa Rojava biparêzin. Hewceye hemû jin şoreşa jinê ji xwe re wekî navnedekê bibînin û hemû hêza xwe di vir de kom bikin. Divê hemû jinên ciwan li vir li hember zihniyeta desthilatdariyê bisekinin. Serkeftina me bi tevlîbûna jinên ciwan û hêza wan pêk tê. Ivana bi pêşengiya xwe, di şehadeta xwe de jî bandor li gelek jinan kir ku hatin û tevlî şoreşê bûn. Divê em wekî her sal bi coş û kelecanek mezin 8'ê Adarê pîroz bikin."