Portreya Rojê: Hozan Mizgîn
Hozan Mizgîn bi huner û fedakariya xwe ji jinan bû mînak û cesaret da jinên ciwan.
Navenda Nûçeyan - Gurbet Aydin a bi navê Hozan Mizgîn di nav gelê Kurd de tê nasîn, di sala 1962’yan de li gundê Bîleyderê yê Êlihê tê dinê. Beriya darbeya 1980’yan bi komeke ciwan re li Êlihê tevli têkoşîna azadiya jinên Kurd dibe. Sala 1983’yan ji bo berfirehkirina xebatên çand û hunera Kurdî diçe Ewropayê. Di wan salan de bi stranên xwe yên ku tê de behsa berxwedan, êş û jiyana gelê Kurd dike dengê wê belav dibe. Herî zêde jî bi stranên ‘Çemê Hêzil’ û ‘Gundîno Hawar’ dengê xwe digihîne hemû malên Kurdan.
Bi xebatên çandê bi sînor namîne, ji bo rêxistinkirin û xwenasîna jinên Kurd ên ji welatê xwe dûr li koçberiyê dijîn dikeve nava hewldanan. Di amadekariyên avabûna Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistan (YJWK) de cih digre. Piştî damezrandina YJWK’ê di rêveberiya wê ya Ewropayê de cihê xwe digire. Hem berpirsyara xebatên çandê hem jî berpirsyara xebatên jinê ye û di avakirina Hunerkom û Koma Berxwedan de pêşengî dike. Gelek berhemên girîng ku heta roja me hatine yên wan deman e. Bi kedek mezin, xebatên çand û hunerê bi pêş dixe.
Hozan Mizgîn piştî xebatên hunerî yên li Ewropayê di demên herî dijwar de ji bo rêxistinkirina jinên Kurd berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Di tevgera azadiya jinên Kurdistanê de weke yekem fermandara eyaletê li herêma Garzanê tê erkdarkirin. Bi sekn û têkoşîna xwe di serî de bandorê li jinan û paşê jî li hemû gelê Tetwanê dike û pê re gelê Tetwanê dest bi lêgerîna nasnameya xwe dikin. Ewqas bi îdia bû ji bo rêxistinkirina jinan dema dihat xwestin çarşeva reş li xwe dikir û wisa diket nava kolanan heta xwe digihand jinên pêwîstiya wan pê hebûn.
11’ê Gulana 1992’yan li Tetwanê di dema serdagirtina mala lê dimîne de bi fedekariyek mezin li ber xwe dide û dawiyê çalakiyek canbexşane pêk tîne. Piştî şehadeta Hozan Mizgîn ji bo jinan sedemeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Di serî de jinên Tetwanê ku ji sekn û dengê wê bi bandor bibûn, navê Mizgîn li xwe kirin û tevli têkoşîna azadiya jinan bûn. Piştî çûyîna Mizgînê navê zarokên dihatin dinê dibûn Mizgîn û dibûn mizgîniya rojên azad. Êdî deng û lehengiya Hozan Mizgîn di têkoşîna jinan û stranan de dihat jiyîn. Mizgîn bû stran û wek stranên xwe di nav gelê Kurd û jinan de bi nav û deng bû. Jinên ciwan bi dengê Hozan Mizgînê xwe digihîjînin ruhê hunerî û bi deng û stranên xwe tevli têkoşîna azadiya jinan dibin.