Portreya Rojê: Helen Keller

Helen Keller hê hejdeh mehî bû dema nexweşiyek giran derbas dike û ji ber wê nexweşiyê ker, kor û lal dibe. Helen ticarî kêmbûna van hîsan ji bo xwe weke astengî nedît û xwend. Piştî xwnedinê li gelek deverên cîhanê weke pedegog derket dikê û axaftinên giring kir.

 
Navenda Nûçeyan - Pedegog Helen Keller 17’ê hezîrana 1880’an li Emerîkayê hatiye dinê. Dema hejde mehî nexweşiyek giran derbas dike, ji ber nexweşiyê hîsên ker, kor û lal dibe. Dayika wê Anne Sullivan jî kêm didît. Ji bo xwendina keça xwe gelek ked daye. Despêkê pêşketina Helen giranbû, paşê gelek serkeftî dibe. Ji dibistana koran a Massachusetts ê heya dibistana keran a New York ê û Koleja Radcliffe yê xwendina xwe berdewam kiriye. Helen sala 1904’an mewzunbû û di nava kor û keran de yekem xwendekara lîsans biserxistiye. 
“Çîroka jiyana min”
Helen di pêvajoyên zanîngehê de çîroka jiyana xwe nivîsiye. Pirtûka jiyana xwe ya bi navê “Çîroka Jiyana Min” hem bi destxetê hem jî bi dexdîlo nivîsiye di sala 1903’an de hatiye weşandin û wergerî 50 zimanan hatiye kirin. 
Bi rêya John Macy yê xwediyê nêrîna sosyalîst cîhana sosyalîzmê dinase û pirtûka bi navê “Cîhana Min Jiyayî” di wê pêvajoyê de dinivîse. Sala 1913’an ji nivîsên xwe yên di derbarê sosyalîzmê de bi navê “Di nava tarîtiyê de” pirûkek berhev dike û bi rêya vê pirtûkê her kes nêrîna wê ya siyasî hîndibin.
“Bifikirin ku hunê tenê sê rojan dinê bibînin”
Di biniya Wexfa Berastengên Dîtinê yên Emerikayê de Helen li gelek deverên cîhanê di konferansan û xwepêşandanan de axiviye. Helen di axaftinên xwe de bang li yên bê hîsa dîtin û bihîstinê dijîn dikir û digot: “Bifikirin ku hunê tenê sê rojên dinê bibînin, çawan dê her tişt bê berçavê we. Hunê bibînin her dengek, her notayek çawan xwe berî nava kurahiya giyana we dide. Hunê bibînin çawan bêriya her saniyeyên jiyanê dikin.” 
Dayik û mamostaya wê sala 1936’an jiyana xwe jidest da. Helen êdî ne tenê di nava Emerîka de li tevahiya cîhanê xebatên xwe ji bo koran domandiye. Di sala 1960’an de qeyîrana dil derbas dike û ji jiyana civakî dur dikeve. Herî dawî tevlî civîna Lions a Dc ya Washingtonê bû. Di 1’ê hezîrana 1968’an de jiyana xwe jidest da. 
“Zu dereng hunê bên darezandin”
Helen di nameya xwe ya ji bo Naziyan re wiha gotiye: “Xuda ticaran ranakeve; ez bawerim zu dereng hunê bên darezandin. Dua bikin li cihê ku hemû cîhan ji we biciniqin û nefret bikin, situyê we girêbidin û bavêjin deriyayê.” 
Ev ne weke bêdiayekê birastî jî Naziyan her du jî jiyan, hem mirovahiyê jê nefret kirin û hem jî bi fîzîkî kuştin… Li peyî wan mirovên mezin ên weke Helen Keller ên ji xweliya pirtûkên xwe yên hatine şewitandin carekdin vejiyayî mane…