Portreya Rojê: Furûg Ferûgzad a Rojhilat Jîla Huseynî
Helbestvan Jîla Huseynî ya ji pirtûkxaneya bavê xwe îlham girtiye û 15 salî dest bi nivîsîna helbestan kiriye şibandine Furûg Ferruhzad.
Navenda Nûçeyan - Hê 15 salî dest bi nivîsandina helbestan kiriye û bi hîsiyatek mezin rêzên helbestan li hev honandiye. Di sala 1964’an de li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê di nava malbatek helbestvan de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Kalikê wê şêxek helbestvan bûye bavê wê dadwer û zanyar Mehran Huseynî jî xwediyê pirtûkxaneyek dewlemend bûye û roleke girîng daye pêşvebirina helbestan. Ji lewre bavê Jîla dixwest keça wî di aliyê helbestvaniyê de bi pêş bikeve. Jîla jî li ser daxwaza bavê xwe hê 15 salî bûye, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Ji pirtûkxaneya bavê xwe ya dewlemend û helbestvaniya kalikê xwe sûd girtiye û li ser wê ji xwe bawer pêş ve çûye.
Piştî ku di helbestan de derdikeve pêş 15 salî bi pismamê bavê xwe Vefa Huseynî re wê dizewicînin. Ji vê zewacê keçek wan bi navê Bihar Zuhre çêdibe lê ji ber ku li hev nakin, piştî pênc salan ji hev vediqetin. Piştî heft salan li Seqizê Şahrez Nusodî nas dike û pê re dizewice. Ji vê zewacê jî du zarokên wê lawek bi navê Ramîn û keçek jî bi navê Jîna çêdibin.
Jîla êşa civaka xwe bi helbestê daye hîskirin
Jîla êş û şadiyên civaka ku di nav de dijî bi helbestan aniye ziman û daye hîskirin. Ji ber wê jî pirtûkên helbestên wê bi gelek zimanan hatine çapkirin û weşandin. Li gel xebatên helbest û çîrokan ji bo zarokan serpêhatî jî nivîsiye. Ji ber dewlemendiya naveroka helbestên xwe gelek kesayetên navdar nasiye û bi helbestvanê mezin Şêrko Bêkes re jî di nava pêwendiyan de bûye.
‘Ber bayê çû’
Pirtûka xwe ya despêkê bi navê “Ber bayê çu” bi farisî nivîsiye. Salên 1984-85’an di radyoya Seqizê de bi kurdî bernameya “Em û guhdarvanên hêja” pêşkêş dike. Piştî pêşkêşvaniya radyoyê berhemên xwe jî bi kurdî dinivîse. Her diçe baldariya wê ya li hemberî wêjeyê bi xwendina pirtûkan zêde dibe û zimanê wê yê nivîsê dewlemend dibe. Pêvajoyên destpêkê mijarên helbestên wê piranî li ser jin, hezkirin û herikbariya jiyanê bûne.
Di salên şoreşa Îranê de weke jinek helbestvan şikandina qalibên feodalî û derketina pêş cesaret dixwest. Helbestên wê yên bi şêweyê mewlewî piranî di aliyê çanda xwezayî û girêdana jinan de bi axê re bûye. Paşê zimanê wê vegeriyaye rexnegiriya li ser paşverûtiyên civakî yên hişk û li hemberî nêrîna mêran a jinan tune dihesibîne serî rakiriye. Li hemberî nêzîkatiyên kesên ku helbestvanên jin tune dihesibînin; ziman û hestên jinan daye pêş. Ji ber kûrbûna wê ya di honandina helbestan de û vê giyana wê ya serhildêr ew şibandine Furûg Ferugzad.
‘Girêdana Jîla û helbestê weke aşiq û meşuq e’
Pirtûka Jîla ya bi navê “Mirina Rojê” ku pêşgotina wê Şêrko Bêkes nivîsiye, piştî mirina wê bi tîpên latînî ji weşanxaneya Aramê ya li bakurê Kurdistanê derketiye û wergerî tirkî hatiye kirin. Şêrko di pêşgotina pirtûkê de ji bo helbestvana ciwan Jîla ya ji bo dîtina wî di rê de qeza derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye wiha dibêje: “Bi nameyan Jîla ji nêz ve dinasim, girêdana wê bi helbestan re weke helbest aşiq û ew jî meşuq be. Ji bo azadiya axê, azadiya jinê û azadiya gotinê nivîsiye.”
Di sala 1995’an de pirtûka Jîla ya helbestan bi navê “Geşeyî Evîn” derketiye. Jixwe dema li jiyanê ye tenê ev pirtûka wê derdikeve. Pirtûka wê ya bi navê “Qelay Raz” jî sala 1998’an derketiye.
Di sala 1996’an dema Şêrko Bêkes diçe Tahranê Helbestvan Jîla bi keça xwe ya deh mehî Jîna ve diçe pêşewaziya wî. Li nêzî Seqizê bi qezayek trafîkê li gel keça xwe Jîna di temenê 32 saliyê de diçe ser dilovaniya xwe.
Jiyana Jîla Huseynî ji aliyê sînemagera Rojhilatê Kurdistanê Şîrîn Cîhanî ve bûye mijara belgeselekê.
Çend rêzek ji helbestên Jîla Husenî wiha ne:
"Eger bû û te jinek dît, bejna wê bi xemê xemilandî be, çavên wê kiz û xembar bin, lêvên wê ziwa û qelişî bin û te ez pê şibandim, neveciniqe, nebêje wêneyê vê hejarê, di albûma raboriya min de yadîgar e."