Portreya Rojê: Emma Goldman

27’ê Hezîrana 1869’an di gettoyeke Yahudî ya Rusyayê hat dinê, Rusya ji bo wan xeter bû ji bo wê tevî malbata xwe diçin St Petersburgê. Di temenê 17 salî de ji wê jî bi xwişkên xwe Helena, Lena re koçî bajarê Rochester a herêma Monroe ya NewYorkê dikin. 
Ji bûyera Haymarket a sala 1886’an pêk hat ku têde 7 karker rastî cezayê darvekirinê hatin bandor dibe û dikeve nava xebatê. Di xwepêşendanekê de hat girtin û bi hinceta ‘gel rakiriye ser piyan’ hat sûcdarkirin. Salek ceza girt û di girtîgehê de ma. 
8’ê îlona 1901’ê li Chîcago bi sedema suîkasa McKînley cardin hat girtin. 24’ê îlonê ji ber nebûna delîlan hat berdan. 14’ê Gulana 1940’an li Totontoyê di temenê 70 salî de jiyana xwe ji dest da. Li Chîcago nêzî anarşîstan hat definkirin.