Portreya Rojê: Clarissa Harlowe Barton

Clarissa Harlowe Barton pêşengiya vekirina Heyîva Sor a Amerîkayê kiriye.

 
Nevenda Nûçeyan - Di 25 Kanûna 1821'an de Clarissa Harlowe Barton li Okisford a Emrîkayê ji dayik bû ye. Li Weqfa Lîberal Clinton a New York ê perwerde dîtiye. Li Bordentown ê dibistanek bê muçe vekir û bi şeş xwendekaran dest bi perwerdê kir. Dema dibistan ji xwendekaran re hêla û jê derket 600 xwendekar lê hebûn. Ji temenê 16 saliyê ve dest bi mamostahiyê kiribû, dawiyê ji ber sedemên tenduristiyê dev jê berda. Di navbera salên 1854 û 1857'an de li ofîsa lîsansê ya Waşontinê nivîskarî kiriye.
Di şerê navxweyî yê Emerîkayê de, gelek alîkarî li leşkerên birîndar belav kir. Her wiha ber bi dawiya şer ve, ofîsek tomaran saz kir ji bo alîkariya lêgerîn û şopandina leşkerên winda bike. Di vê xebata ku 4 salan berdewam kir de 12'e hezar leşker li Goristana Neteweyî ya Andersonvîl keşfkir. Di navbera 1866 û 1867'an de li ser serpêhatiyên xwe yên şer, ders dida. Di sala 1869'an de ji bo tedawiyê çû Swîsrayê, dema gihişt Cenevre, endamên Komîteya Heyîva Sor a Navneteweyî yên hêvî dikirin ku alîkariyê di karê komeleya wan de bike, ew ziyaret kirin.
Clarissa bi endamên komeleyê çu deverên şer
Dewletên Yekbûyî nepejirandin Clarissa bibe endama Peyamana Cenevre ya ku Heyîva Sor li ser hatiye hatiye avakirin, lê dema ku şerê Franco-Prussian dest pê kir, Clarissa di gel endamên komeleyê çûn deverên şer û alîkariya wan kir ku nexweşxaneyên xwe yên leşkerî bi rêxistin bikin. Ji ber serkeftina karê xwe ji aliyê Împeretoriya Elmanya ve hat xelat kirin.
Di sala 1873'an de vegeriya Dewletên Yekbûyî û ji bo welatê xwe têxe nava Peyîmana Cenevreyê dest bi hewildanên vekirina şaxên Heyîva Sor kir. Di navbera salên 1881 û 1882'an de ji ber serkeftina karê xwe hat xelatkirin û bû Yekemîn Seroka Heyîva Sor a Amerîkayê. Di konfransa Cenevre ya di sala 1884'an de nûnertiya Dewletên Yekbûyî kir.
Bi xwe destura bingehîn a Heyîva Sor nivîsî ku di naveroka wê de xalên weke divê komele ne tenê di demên şer de alîkariyê belav bike, hewceye di dema karesatên weke lehî, birçîbûn, erdhej û tofanan de jî heman baldaariyê nîşan bide. Di wê çarçovê de komeleya wan alîkariya nexweşên zeregê yên li Florida di sala 1887'an zêde bûn kirin. Piştî wê jî ji bo lêhiya Jonestown a sala 1889’an li Pennsylvania rabûyî, birçîbûna heman salê li Rûsyayê, tofana li Karolina ya sala 1893'an, komkujiya Ermenistanê ya sala 1896'an, şerê Kubayê sala 1898'an û gelek karesetên dinê heman baldarî nîşan da.
Dema ji xebatên Heyîva Sor teqawit bû, dibe seroka Komîsyona Arîkariya Yekemîn a Neteweyî ya DYE yê. Di 12'ê Nîsna 1912'an de bi nexweşiya silê li Glîn Îko jiyana xwe ji dest da. 
Hin ji pirtûkên wê yên hatine çapkirin evin; El-Tarîx El-Resmî Llselîb El-Ehmer(Dîroka Fermî ya Heyîva Sor), El-Selîb El-Ehmer fî El-Selalm û El-Herb(Heyîva Sor di Aştî û Şer de), Qiset El-Selîb El-Ehmer(Çîroka Heyîva Sor) û Qiset Tifûletî(Çîroka Zaroktiya min).