Portreya Rojê: Bell Hooks
Profesor û nivîskar Bell Hooks a ku herî zêde bi pirtûka xwe ya bina vê ‘Ma ez jî ne jinekim?’ hatiye nasîn dibêje: “Tevgera Femînîzmê, ger di nava berxwedanê de mêran jî neke hevkar dê nikaribe bi pêş bikeve. Dema ku bigihîje asta xwebûnê dê qezenc bike. Ew fikra ku dibêje femînîzm li dijî mêran e şaş e. Divê em gelek bixebitin da ku vê fikrê biguherînin. Femînîzm li dijî zayendparêziyê ye.”
Navenda Nûçeyan- Profesor, nivîskar û aktîvîsta civakî ya Emerîkayê Gloria Jean Watkins, di pirtûk û nivîsan de navê dapîra xwe ya pir jê hez dikir Bell Hooks bikardanî. Pir ji Gloria ya bi şerkerî û jêhatîbûna xwe dihat nasîn hez dikir û di nivîsan de navê wê bikar danî. Li gorî wê, ya girîng ne nav berhemên ku nivîsîne ji ber wê, her tim navê xwe bi tîpên biçûk dinivîsî.
Mijarên ku li ser lêhurbûn dikir zoriya rol û cudakariya pergala nijadî, kapîtalîzim û cinsî bû, di van mijaran de li ser rastiya zoriya pergal dide sepandin û desthilatdariya çîni ya dide çêkirin û li ser vê yekê berdewam dike dayîna nasîn û hişmendiya dijber dayîna avakirine. Di derdora salên 1960-1980’an de li ser duyemîn pêla femînîzmê berdewam dikir û mijarên tevlihev ên di navê de derdiketin serê xwe diwestandiye. Ji 30’an zêdetir pirtûk û gelek gotarên zanistî nivîsiye. Ji ber naveroka wan a dewlemend nivîsên wê di kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Her wiha pirtûk û nivîsên wê di filîmên dokumanteran û konfaransan de jî cih girtiye. Di perwerdê de jî li ser mijarên weke çîn, zayend, huner, dîrok, tekela medyayê û femînîzmê gelek gotarên wê hene. Di sala 2014’an de li koleja Berea ya dikeve eyaleta Kentukyaya DYE’yê Enstîtuya Bell Hooks vekirine.
Zoriyên salên perwerdê
Li eyaleta Kentucky bûye mexdûra cudahiya nijadî li navçeyek biçûk a bi navê Hopkinsville û ji malbatek karker a Afro Amarîka di 25’ê îlona sala 1952’an de ji dayik bûye. Bavê wê xedeme, dayika wê jina malê ye, 7 xwişk û birayên wê hene. Ji ber mereqa wê ya xwendinê di dibistanek gel a ku reşik jê cuda bûn de dest bi perwerdeyê dike. Piraniya mamoste û xwendevanên dibistanê ji spiyan pêk dihat, ji ber bêmafiyên lê dihatin kirin derbasî dibistanek têkel bû û li wê jî rastî gelek zoriyan hat. Li gel hemû zoriyan jî xwedina xwe domand û ji dibistana amadeyiya Hopkinsville mewzûn dibe. Di sala 1973’an de li zanîngeha Stanfort li ser zimanê îngilîzî perwerdeya lîsansê dibîne. Di sala 1976’an de jî li zanîngeha Wisconsin-Madison li ser heman mijarê mastir dixwîne û temam dike. Piştî ku gelek salên wê bi mamostehî û nivîskariyê derbas dibin, der barê nîvîskar Tonî Morrison de tezek amade dike. Di sala 1983’an de li zanîngeha Calîforniayê, di qada wêjeyê de doktorayê temam dike.
Li ser pîşeya mamostehiyê di sala 1976’an de li zanîngeha başûrê Californiyayê li ser profesoriya zimanê îngilîzî û xebatên nijadî wekî perwerdekarek dest bi kar dike û li vê derê 3 salan dixebite. Di sala 1978’an de yekem pirtûka wê ya helbestan a bi navê “And There We Wept” (û em li wê derê giriyan) bi destnîşana ‘Bell Hooks’ despêkê weke buroşur tê çapkirin.
“Ma ez jî ne jinek im?”
Di navbera salên 1980-1990’an de li çend zanîngeh û kolejan ders daye. Xebata wê ya herî mezin “Ain’t I a Woman?: Black Women and Femînîsm” (Ma ez ne jinek im? Jinên reş û femînîzîm) di demên pêş de nivîsîbû lê belê di sala 1981’an de weke pirtûk hat çapkirin. Bi demê re ev pirtûk gihîşt ber destê gelek jinan û li ser hizra femînîzmê bû alîkariyek mezin. Îlhama navê pirtûkê ji gotina li dijî koletiyê ya femînîsta navdar Sojourner Truth girtibû. Pirtûkê li ser nêrîna jinên reşik a di derbarê zayendparêzî û nijadparêziyê de bandorek dîrokî kir. Li ser bênirxbûna jinên rêş, rola medyayê û nasandina wan, pergala perwerdê, serdestiya- spî-kapîtalîst- pederşahî, marjînalkirina jinên reşik, der barê mijarên nijad û çînan de ji hêla femînîzmê ve bêqîmetkirin her tim gelek pirsgirêk dihat nukirin û lêkolînkirin.
Di pirtûk û axaftinên xwe de li ser femînîzmê, çêbûna nijadê ku pederşahiya xweseriya jinên spî ebedî dike dibe hevparê sûcê wan û vê yekê diparêze disekine. Dide diyarkirin ku jinên reşik zêdetir di nava bindestiyê de ne û li ser vê mijarê dixebite. Jinên Afro- Amarîka di heman demê de hem di aliyê zayend de hem jî di aliyê nijadî de îfade dike, li gorî jinên spî hin zêdetir tên perçiqandin.
Di polîtîkayê jîrbûn
Piştî wê pirtûkê li ser çepgir û polîtîkayek postmodern difikire û wekî rexnegirek çandê, bi nav û deng dibe. Bi riya medyayê, bi nivîsên cur be cur û axaftinan dengê xwe gihand gelek aliyan. Ji derveyî nivîsandina pirtûkan, kovarên zanistî û populer weşand, cihên ku bikaribe bi hêsanî xwe bigihîjînê gelek konfarans dan û di gelek dokumanteran de jî cihê xwe girt. Dema femînîzm bi awayek vekirî hat nasîn bû cihê serlêdanê. Femînîzmê wiha pênase dike: “Femînîzîm, tevgerek ji bo dawî li zayenperestiyê bîne, bindestiya zayendî têk bibe û li dijî zordariyê ye.” Di pirtûkên ku nivîsî de gelek mijarên wekî mêrê reşik, pederşahiyî bi xwe têra xwe bike, ji mijulbûna pedagojiyê bigre heya bîranînên kesanî, nêrîna li femînîzmê, ji polîtakaya çanda estetîk heta zayendiyê gelek mijar girtiye dest.
Di demên nêz de mijara nivîsa ku nivîsî; civak û hevparbûnê, hezkirina civakê û nijad, çîn, zayend xwedî qabiliyetek wisa ye ku li hemberî newekheviyê her dem gotina wê heye. Sê pirtûkên klasîk û çar pirtukên zarokan, çap kiriye.
Li dijî pederşahiyê şerê berxwedanê
Di berxwedana wekhevî û azadiyê de aktîvîstek civakî ya xwedî roleke girîng e, tecrubeyên ku wekî nivîskar û rewşenbîrî dibîne, berxwedana ku ji jinan dest pê dike heta dikeve ferqa bêdawîbûna berxwedana mirovbuyînê.
Li gorî wê, ji bo berxwedana li dijî pederşahiyê, bi ser bikeve guherîna jinan pêwîst e, destpêkê divê jin ji xwe dest pê bikin. “Em jin ji bo pederşahiyê biguherînin pêwîst e destpêkê em bi xwe re guherînek çêbikin û hewceye em zanîna xwe zêdetir bikin.”
Li gorî wê, femînîzim ne tenê ji bo jinan e û li dijî mêran e. Li ser vê yekê wekî bûyîna têgehên wê, dê qadên wê yên bi bandor berfireh bike û mêran jî bixe nava berxwedana wekheviyê.
Di pirtûka xwe ya bi navê ‘Femînîzm ji bo her kesê ye’ de wiha gotiye: “Tevgera Femînîzmê, ger di nava berxwedanê de mêran jî neke hevkar dê nikaribe bi pêş bikeve. Dema ku bigihîje asta xwebûnê dê qezenc bike. Ew fikra ku dibêje femînîzm li dijî mêran e şaş e. Divê em gelek bixebitin da ku vê fikrê biguherînin. Femînîzm li dijî zayendparêziyê ye.” Di vê pirtûkê de bi ser çanda populer a di medyayê der barê femînîzmê de bi fikrên şaş derdikeve pêş de diçe. Di heman demê de di navbera jinan de di warê têkiliyên desthilatdariyê de pêşî li nîqaşan vedike. Bi qasî mêran bang li jinan jî dike ku der barê pratîka jinan a zayendparêziyê de werin gel hev û rê li hevhatina bi jinan re vekin.
Pirtûkên wê layîqê gelek xelatan hatin dîtin
Di zanîngeha Yale de lêkolînên Afrîka- Amerîka û profesora îngilîzî, di koleja Oberlin de lêkolînên der barê jinan de û doçentiya edebiyata Amerîkayê, di koleja New Yorkê ya bajar de li ser wêjeya îngilîzî weke fêrkera bijartî xebat daye meşandin.
Di sala 2002’an de li Zanîngeha Başurê Rojava di merasîma dîplomayan de axiviye. Ji çarçoveya axaftinên merasîmên klasîk derketibû, ev axaftin bi piştevaniya hikumetê zextên ku dihat kirin û li dijî şîdetê axaftinek kir. Ew xwendevanên ku dihizirî wê bikevin pratîkê hişyar kir. Gelek ji guhdarvanan nexwestin li axaftinên wê guhdarî bikin û gelek ji wan xwendevanên ku mezûn bûn çûn destê wê û ew hembêz kirin.
Di sala 2004’an de di koleja Berea de dikeve nava komek ku nîqaşên heftane dikin; hinek rêzekonfarans û semîner dide. Konfarans û semînerên bi vî awayî di salên piştre de li cihên cuda hatin nîşandan. Pirtûkên wê hêjayî gelek xelatan hatin dîtîne û heta niha jî dinivîse.