Portreya Rojê: Jina ku bi wêrekiya xwe yekemîn serkeftinan bidest xist Aysel Tugluk

Aysel Tugluk a ku di têkoşîna azadiya jinê de bi nasnava hevseroka yekem bû kevirêk mîheng ya girîng, li dijî hemû zextên dewletê têkoşîna xwe dimand. Aysel Tugluk, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî nayê berdan.

Navenda Nûçeyan - Aysel Tugluk a ku di tevahiya jiyana xwe de li dijî zilma li ser Kurdan û bi taybet jinan têkoşiya, yek ji wan navan e ku di dîroka siyaseta demokratîk de xwedî cihekî girîng e.

Aysel Tugluk a ku di sala 1965'an de li Xarpêtê ji dayik bû, piştî ku Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand, demekî wek parêzera serbixwe xebitî. Piştre di xebatên Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Jinên Welatparêz de cih digre.

Çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî

Aysel Tugluk, piştî ku di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî ya li dijî wî, anîn Tirkiyeyê, bû yek ji serlêdanên yekem ên ku parêzertiya Abdullah Ocalan bike. Piştî serlêdan hat qebûlkirin Aysel Tugluk çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anî. Abdullah Ocalan, serdana mala Aysel Tugluk a di 9 saliya wê de bi bîr tîne, ji Aysel Tugluk re wiha dibêje: "Yanî ew keçîka biçûk û esmer tu bûy.”

Li dijî hemû zextan rêya xwe domand

Aysel Tugluk dema ku demek dirêj parêztiya Abdullah Ocalan û parêzvaniya mafan dikir, di heman demê de bi Ahmet Turk re hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya ku di sala 2005'an de hat avakirin jî kir. Aysel Tugluk, di hilbijartinên giştî yên sala 2007'an de li Amedê di hemana 23'emîn ya parlamentera serbixwe de tê hilbijartin. Aysel Tugluk a ku weke parlementera serbixwe tê hilbijartin, li meclîsê tevlî koma DTP'ê dibe. Di sala 2009’an de dema ku DTP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve ji ber zextên siyasî yên wê heyame hat girtin, parlamenteriya Aysel Tugluk û Ahmet Turk hat xistin û derbarê wan de qedexeya siyaset kirine hat anîn. Aysel Tugluk a ku dest ji têkoşînê berneda, di hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2011'an de ji bo namzetiya Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê ji bo heyama 24'an a Wanê weke parlamentera serbixwe hat hilbijartin. Parlamenterên hatin hilbijartin beşdarî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûn. Aysel Tugluk a ku di tu qadên têkoşînê de di plana paş de neseknî, piştî hilbijartinên 14’ê Tirmehê 2011’an di konferansa KCD'ê ya li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê ya Amedê pêk hat de, ragihand ku "Xweseriya Demokratîk" girtine rêziknameyê.

Operasyonên KCK'ê: Tehemûla Kurdan ne bêdawî ye

Dema dîrok di 14'ê Nîsana 2009'an de nîşan da, hikûmeta AKP'ê di bin navê KCK'ê de li dijî tevgera Kurd operasyonek pêk tîne. Di operasyona KCK'ê de hevşaredarên BDP'ê û bi dehan siyasetmedar tên binçavkirin û girtin. Aysel Tugluk bi van gotinan bertek nîşanî planên tavsiyê yên hikûmeta AKP'ê yên di bin navê KCK'ê de dide, “ “Ev qas berdêl ji bo îtaet kirina Serokwezîr Erdogan nehat dayîn. Tehemûla Kurdan ne bêdawî ye.”

Li hemberî Aysel Tugluk êriş

Dema di sala 2014'an de DAIŞ lez da êrişên xwe yên li dijî Kobanê, gel jî ji bo bibin mertalên zindî herikîn sînorê Pirsûsê. Di 22'ê Îlonê de jî dest bi çalakiya nobetê dikin. Polîsan êrîşî çalakiya nobetê dikin. Aysel Tugluk a ku li hemberî êrîşa polîsan xwe parast birkar anî, bû hedefa Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu,  çapemeniya alîgir û alîgirên hikûmetê. Aysel Tugluk li dijî van nêzîkatiyan wiha diyar dike: “Polîsan bi gaza îsotê, bi ava bi tazyik û heta bi guleyên rastî mudaxeleyî koma kombûyî kir. Di vê demê qabsûla gaza îsotê nêzî piyê min ket. Min jî wê demê ji bo xwe biparêzim kevirê ku min li erdê dît bersiv da.”

10 sal cezayê girtîgehê

Dema li dijî gotinên Tayyîp Erdogan ên “Kobanê ket, dê bikeve” Kobanê neket, operasyoneke nû dest pê dike. Piştî ku di 20'ê Gulana 2016'an de guhertina destûra bingehîn bi 376 dengan li Meclîsê hat qebûlkirin, li hemberî 55 wekîlên HDP'ê 511 fezleke tê amadekirin. Aysel Tugluk di 29'ê Kanûna 2016'an de dema Cigîra Hevseroka Giştî ya HDP'ê ye tê girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê. Aysel Tugluk bi hincet nîşandana daxuyanî û çalakiyên di pêvajoya Hevserokatiya KCD'ê de pêkanîye tê darizandin. 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16’ê Adara 2018’an de derbarê Aysel Tugluk de bi îdiaya "Rêveberiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê dide. Tevî îtîrazên hatin kirin jî 16'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind jî cezayê girtîgehê ya li derbarê Aysel Tugluk hatibû dayîn erê kir.

Li hemberî cenazeya Hatûn Tugluk êrişa nîjadperestî

Dema Aysel Tugluk di girtîgehê de bû dayika wê Hatûn Tugluk di 13’ê Îlona 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Aysel Tugluk beşdarî merasîma cenaze ya li Cemevî ya Batikent a Enqereyê bû. Piştî merasîma li cemevî cenaze birin Goristana Încek. Komeke nijadperest a li wir kom bûye bi gotina “Li vir cenazeya şehîd heye, em li vir cenazeya terorîst defin nakin”, “Ev der ne goristana Ermeniyan e” û êrîşî kesên beşdarî merasîma cenaze bûn kirin. Cenazeyê Hatûn Tugluk ji ber bi gotina “hûn cenaze defin bikin jî em ê derbexin û perçe bikin” êrîş kirin, cihê hat definkirin tê derdixin û dibin Dêrsimê.

Teşhîsa demansê hat danîn

Aysel Tugluk a ku piştî bûyerên di merasîma cenazeyê dayika wê hatin jiyîn nexweş ket, piştî demeke dirêj teşhîsa "demansê" lê hat danîn. Aysel Tugluk 8 mehan ji aliyê 9 bijîşkên pispor ên li Serokatiya Beşa Zanîsta Tiba Edlî ya Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê tê muayenekirin. Di rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Îzmît Seka ya bi dîroka 8’ê Adara 2021’an ve tê amadekirin û agahiyên muayeneyê cih digre de, tê tomarkirin ku Aysel Tugluk ew salek e jibîrkirîn, di têgiha demê de tespîtên lawaziyê tê dîtin. Bi raporan tên piştrastkirin ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Zanîngeha Kocaeliyê di dîroka 15.03.2021’an de, ji Aysel Tugluk re teşhîsa demansê danî ye. Di raporê de bi awayekê aşkere wiha tê gotin: “...di derfetên girtîgehê de di warê piştgiriya tibî û mêyzekirinê de lawazî tê jiyîn, bê ku alîkariya kesekê hebe nikaribe bi tena xwe jiyana xwe bidomîne”.

Rapora ATK’ê ya didarizîne û hikum dide

Tevî ku pêvajoya ATK'ê ya ku berdewam kir û veguherî îşkenceyê, rapor û muayeneyên gelek caran hatin kirin nîşan didin ku Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne jî, rapora dawî ya ATK'ê polîtîkaya qirêj a xeta siyaset û darazê raxist holê. ATK'ê di rapora xwe de bûbû kesê ku digre, didarize û hikûm dide.

Neçar hat hiştîn ku beşdarî danişîne bibe

Li ser raporê beşdarî doza qirkirina siyasî ya Kobanê ku hevserokên berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de 21 jê girtî 108 kes tê darizandin dibe. Dema Aysel Tugluk a ku beşdarî danişînê dibe re, parêzerek wê jî refaqatî dike, têgiştîna pirsên seroka dadgehê de zehmetî dijî. Aysel Tugluk diyar kir ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare xwe îfade bike û ji salona dadgehê derdikeve.

Jinan ji bo Aysel Tugluk kampanyayan dimeşînin

Piştî nexweşiya Aysel Tugluk hat zanîn, jinên ji Tirkiye û gelek welatên cîhanê bi sernavê “Em hefîzeya Ayselê ne”, “Ji bo Aysel Tugluk hezar jin” dest bi çalakiyê û kampanyayan dikin. Di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin” gelek jinên di nav de akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî heye, hîna jî ji bo berdana Aysel Tugluk têdikoşina xwe didomînin.