Portreya Rojê: Anita Karagoshyan
Lêkolînera okyanosan Anîta Karagoşyan encamên ji çavdêriyên dema geştên xwe yên li ser deriyayê ku bi rojan û mehan domandî girtî kiriye rapor û bi wan lêkolînên xwe raya giştî li hemberî ziyanên ku endûstriya masîgiriyê dide ekolojiyê şiyar kiriye.
Lêkolînera okyanosan Anîta Karagoşyan encamên ji çavdêriyên dema geştên xwe yên li ser deriyayê ku bi rojan û mehan domandî girtî kiriye rapor û bi wan lêkolînên xwe raya giştî li hemberî ziyanên ku endûstriya masîgiriyê dide ekolojiyê şiyar kiriye.
Navenda Nûçeyan - Anîta li navçeya Ermont a Fransayê di nava malbatek dewlemend de hatiye dinê ji ber wê jî li mala xwe perwerdeyên taybet ji mamostayan digire. Derfeta wê ya geşt û guzeriyê jî gelek çêbûye. Derfetên di destê xwe de bi kar aniye hem geriyaye hem jî xwendiye. Dema ku mala xwe dibin Parîsê destbi nivîsina helbestan dike. Di dema wê de hê amûrên berg kirina pirtûkan nehatibû dîtin. Mirovên destbikêr û destrengîn bi hûnermendiyek baş pirtûk berg dikirin. Anîta jî hînî vê hunerê bûyîbû. Pirtûkên nivîskarên cur be cur berg dikir. Paris bajarek mezin bû lê di navê de ronakbîr û hunermendan hev nas dikirin. Gelek hunermendan xebatên Anîta di ecibandin. Ji London, Parîs, New York heta Brukselê xebatên wê dihatin pêşandan û gelek xelatên giring yên hunerî wergirtiye.
Geştên zeriyayê
Anîta sala 1927’an bi dîplomat Marcel Contî re zewicî. Ji ber xebata hevserê xwe li gîştî cîhanê geriyan û hemû zerya dît. Tiştên ku didît tomar dikir, raport derdixist û bi belge dikir. Geştên xwe piranî bi keştiyên masîgiran re dikir. ji ber wê yekê jî bi rojan, hefteyan û heyvan tevgerên zeriyayê şopandiye. Masîgir bi çi pirsgirêkan re rûbirû dimînin tomar kiriye. Teknîka nexşederxistina behrê bi van geştan re derdixine. Navgînên ku niha tên bi kar anîn, teknîka ku Anîta pêşxistiye. Di navbera du salan de keştî bi keştî geriyaye, masiyên di zeriyaya çolên Efrîka de hatine dîtin nas kiriye. Ev masiyên ku qet nehatine tomar kirin, girtiye bin qeyîdan û bi belge kiriye.
Hem pirsgirekên masîgiran raport kiriye hem jî xeteriyên masigiriya endustriyal çi ne rapor kiriye. Masîgirî eger zêde be jiyana behran, masiyan û bigiştî ekolojiyê dê bi çi xeteriyan re rûbirû biminin girtiye bin qeyîdan.
Ziyanên ku endûstriya masîgiriyê dide ekolojiyê
Di navbera salên 1943 û 1953’an li ser xwezaya newala Gravên Maritius, Senegal, Gine û perava Îvoriyan, cureyên masiyan, kêmbûyîna protein lêkolîn kiriye. Li ser parastina behr, rêbazên ku xisar jî behr û masiyan nêde de lêkolîn kir û rêbazên nû pêşxist. Endûstriya masîgirî çawa çavkaniya xwezayî xirabdike lêkolînekê dike û raporekê li ser amade dike. Di derbarê zararên ku dide xwezayê de jî têbiniyan didane û ji bo asteng kirina wê jî hişiyariya raya giştî dide çêkirin.
Di sala 1971’an de jî girêdayî mijara mêr çawa li ser okyanûsan felaketê çêdike beyannameyek belav kir. Ev beyannameya Anîta di Les Betes et L’Homme de hate belav kirin. Beşdarî gelek konferans û komxebatên curbecur bû û derbarê lêkolînên xwe yên ku bi salan li ser başbûyina jingehê kiriye nirxandin kir. Hemû jiyana xwe ji bo parastina zerya û okyanûsan terxan kir.
25’ê kanuna 1997’an navçeya Douarnenez a herêma Bretonya ya Fransayê jiyana xwe jî dest da.