Portreya Rojê: Agnes Varda

30’ê Gulana 1928’an li Ixelles a Brukselê hatiye dinê. Bi filma xwe ya bi navê La Pointe-Courteyê dest bi derhênêriyê dike. Em Agnes ê bi filmên wê bixwe çêkirine yên li dijî hişmendiya jinê dixe nav çar dîwaran li ber xwe dide dizanin. Di nav pergala desthilatdariyê de hunermendek bi karekterê xwe yê wek Kleo û Monayê li hember nêrîna jinê weke namus dibîne sekiniye. Di sînemayê de xeta derhênêrên mêr danîne rûniştandin perdeya di navbera film û rastiyê de hatiye kişandin ji holê radike.
Di filmên xwe de li hember kevneşopiya sinemayê ya rolên zayendperest û karekterên jin ên ji aliyê mêran ve hatine amadekirin disekine. Di sala 1955’an de dema filma xwe ya yekemîn çêdike derba herî mezin li hişmendiya ku karekterên jinê bi destê mêr nîşandidin dixe.