Portreya Rojê: Çîroka jiyana keça winda ya di qeyîdan de mirî hatî nivîsîn

Bi bîna sêvan hemû malbata xwe windakir, bi ewladî dane malbatek Îranî, piştî 12 salan hemû rastiyan dizane û dikeve ser rêya li xwe gerînê Mardîn Mahmut Fetah a Helepçeyî… Mardîn a dema giha bajarê xwe yê 2 salî jê veqetayî Komeleya Dîtina Zarokan vekir û bi ser serokatiya wê dikir duh jiyana xwe ji dest da.

 
MIHREBAN SELAM KAKAYΠ
Halepçe – Ji ber bi salan şopa zaroka Helepçe ya winda Mardîn nedîtibûn mezarek jêre çêkirin. Mardîn a dijî di wê gorê de hat definkirin û di qeyîdên fermî de jî mirî hat nivîsîn. Mardîn a Helepçeyî navê xwe ji navê bajarek ê parçeyek din ê welatê xwe girtiye. 16’ê Adara 1988’an dema ku rejîma Baas Helepçe kîmyabaran dike, malbata Mardînê xwe di binê jêrzemînekê de diveşêrin û hêviya xelasiyê dikin. Dibe ku hinek ferdên malbatê ji kîmyabaranê xelasbûn lê hemû belavbûn û bi êş û birînên bi komkujiyê mayî re dijîn… Yek ji windayên wan jî Mardîne. Mardîn a wê demê 2 sali ye ji aliyê ekîbên leşkeri yên ji bo qurterkirina yên ji kîmyabaranê mayîn ji Îranê hatîn Helepçeyê ve tê rizgarkirin û wê bi xwe re dibin Îranê.
Malbata ku 12 salan pêre jiyaye weke malbata xwe dizanî
Mardîn di nexweşxaneyekê de sê mehan tedawî dibîne. Paşê bi ewladî didin malbatek Îranî. Mardîn 12 salan wê malbatê weke malbata xwe dizane û pêre dijî. Heta ku rojekê li kolanê hevalek wê jêre dibêje: “Tu Helepçeyiyê û ev malbat ne malbata te ya raste.” Her çendî van gotinan bi Mardînê re guman çêkiribe jî nedixwest bawer bike û weke henekek zarokan digire dest û pir guh nade. Piştî salan vê yekê di sohbetek a dayika xwe ya bi salan û xizmek wê de dibihîse û rastiyê ji devê jina ku jêre dayiktî kiriye û bi salan ew xwedî kiriye dibihîse. Ji wê û şonde pirsa ez kîme? bi Mardînê re nahêle.
Êdî rêwîtiya Mardîn Mahmut Fetah dest pê dike …
Bi gotinên: “Navê min Mardîn Mahmut Fetah e. Ez yek ji zarokên li Helepçeyê windabûne me. 16’ê Adara 1988’an dema ku kimyasal avêtin Helepçeyê ez bi malbata xwe re di binê jêrzemînekê debûm. Dema ku ekîbên tenduristiyê yên Îranê ji bo rakirina birîndaran û yên ji kîmyabaranê mayîn hatin Helepçeyê ez jî sax dîtim û bi xwe re birim Îranê. Piştî ku sê mehan li nexweşxanê min tedawî dît, ez dam malbatek Îranê. Ez 12 salan li gel wê malbatê mam. Rojekê dema ku li kolanê dilîstim, hevalek min got: ‘Ev ne malbata te ya raste. Tu Helepçeyi yê.’ Herî dawî rojekê hevalek dayika min a Îranî hat û ez bûm şahidê sohbeta wan û min bihîst ku ez zarokek Helepçeyî me. Piştî wê rastî ji min re gotin. Mêrê ku bi salan min weke bavê xwe dizanî nexweş ket û wesiyeta wî bû ez biçim bigerim malbata xwe bibînim” rêwîtiya xwe ya ji Îranê heta Helepçeyê û lêgerîna xwe ya xwe dîtin û nasînê vedibêje.
Ji bo malbata xwe ya rastî bibîne îlana windayiyan da 
Her çendî Mardîn di ferqa zoriyên lêgerîn û rêwîtiya xwe de be jî bi cesaret dikeve ser rêwîtiya xwedîtinê. Sala 1998’an ji Îranê derbazî Îraqê dibe. Îlana windabûnê dide û li bendê dimîne ku ji malbata wê ger kesek mabe bê wê bibîne. Mardîn rêwîtiya xwe û ji van şopan bi qasî ku di bîra wê de maye bi van gotinan didomîne: “Bêguman rêwîtiya dîtina malbata xwe ya rastî hêsan nebû. Di dawiyê de derbazî Îraqê bûm û hatim Helepçeyê. Medya jî wê demê pir berfereh nebû, derfetên xwegihandinê pir nebû. Bi derfetên heyî min îlana keçên wenda yên Helepçeyê da. Min endamên malbata xwe yên mayî dît û hîna li Helepçeyê dijîm.” 
Li ser gora xwe çîroka xwe vedibêje
Mardîn çîroka xwe li ser gora ku jêre li Helepçe çêkiribûn û li ser navê wê nivîsîne vegot. Li ser gora xwe runişt û got: “Ya ku di vî mezarî de razayî ezim, lê birastî jî dijîm.” Rastiya ku li ser navê wê gor hatiye kolan jî bi van gotinan domand: “Ev mezarê ez li kêlekê runiştîm mezarê mine. Hikumeta Îraqê zagonek derxist hemû mirovên di kîmyabarana Helepçe de windabûne û şopa wan nehatine dîtin mirî îlan kirin û di nava goristana Helepeyê de mezarek ji wan re çêkir. Ez jî yek ji wan Helepçeyiyên di fermiyetê de mirî û di rastiyê de dijî me.”
Ji bo zarokên wenda komele vekir 
Dema ku Mardîn malbata xwe ya rastî û xizmên xwe dibîne ji nû ve dest bi jiyanê dike. Li gel kêfxweşiya bi nav û nasnameya xwe ya rastîn jiyînê xemgîniya bi nasnamên cuda di nava du welantan de çuyîn û hatinê jî pêre dijî. Ewê temenê xwe daye zarokên dinê yên winda û ‘Komeleya Dîtina Zarokan’ vekiriye. Mardîn a hîna serokatiya komeleyê dike û li peyî şopa dîtina zarokane dibêje: “Piştî ku vegeriyam welatê xwe min xwend û ji bo zarokên weke xwe winda min komele avakir. Ez niha seroka wê komeleyê me û bi malbatan re em li zarokên dinê yên winda digerîn. Me tenê navê komeleya xwe nekir ‘Komeleya Dîtina Zarokên Helepçe’ ji ber zarokên bi sedemên cuda cuda windabûne hene. Hem li herêma Kurdistanê hem jî li deverên dinê yên Îraqê. Hemû welatiyên bi min re dixebitin ên xizmên wan winda ne.” 
Mardîn a berî çend mehan 16’ê Adara 2021’an çîroka jiyana xwe ya winda li ser gora ku bi salan jêre çêkiribûn bi ajansa me re par kirî di temenê 37 salî de ji ber nexweşiya penceşêkrê jiyana xwe ji dest da û vê carê rastî ket nava mezarê bisalane sembolîk jêre çêkiribûn.