Portreya Rojê: Çirayek ji nava şoreşa 19’ê Tîrmehê: Eyşe Mistefa

Endama Rêveberiya Mala Jinê Eyşe Mistefa yek ji jinên têkoşer û pêşenga hemzayendên xwe bû û di oxira şoreşê de giyana xwe feda kir.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Eyşe Mistefa di sala 1974'an de li gundê Xanika Avdo yê girêdayî navçeya Çelebî ya Kantona Kobanê ji dayik dibe. Dibistana amadehî beşa wêjeyê bi zimanê Erebî dixwîne û astek ji zimanê Kurdî xwendiye. Eyşe bi dildariyek mezin li xwîşk û dayika xwe yên nexweş mêze dike. Malbata wê nêzî 20 salan li bajarê Tebqa dijîn û beriya şerê Kobanê derbasî ser axa xwe dibin. Dema şer li Kobanê rû dide ew jî wek her malbatê ji Kobanê koçber dibin û berê xwe didin Bakurê Kurdistanê. Piştî Kobanê rizgar dibe, Eyşe tevli malbata xwe derbasî ser axa xwe dibe û dest bi xebatan dike. Eyşe karê Mala Jinê bi rêve dibe û bi gelek zehmetî û pirskirêkên civakê re eleqeder dibe. Di heman demê de li hemberî hişmendiya baviksalarî têdikoşe. Bi demê re dibe berdevka Komîteya Edaletê. Eyşe ji bo ku bikaribe jinan bi rêxistin û perwerde bike di du dewreyên perwerdeyê re derbas dibe. Li kêleka kar û barên civakê 4 sal jî hemşîretiyê kiriye.   
Eyşe Mistefa, ajokara maşîneya Mala Jinê ye û 6 hevalên wê di 30'yê Tîrmeha 2019'an de dema ku ji konê çalakiya mertalên zindî yên ji bo êrîşên dewleta tirk şermezar dikirin, vedigeriyan, mayina ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li ser rê hatibû çandin pê lê dikin û di encamê de Eyşe û ajokarê bi navê Xalid Kemal jiyana xwe ji dest didin û 5 hevalên wan jî birîndar dibin. Bi sedan şêniyên Kobanê, Rêveberiya Mala Jinê, Komîn, Meclis, Rêxistina Sara, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi merasimek girseyî Eyşe û Xalid dispêrin goristana şehîdan a bajarê Kobanê. Endama Mala Jinê ya bajarê Kobanê Şîha Elî yek ji kesên ku bû şahidiya wê bûyerê nêrîn da û behsa têkoşîna Eyşe kir. 
"Astengiyan hişt ku Eyşe bi pêş bikeve"
Dewleta tirk û çeteyên wê gelek jinên pêşeng kirin hedefa xwe. Wekî yadê Eqîde, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û bi sedan jinên wek wan. Şîha Elî di destpêka gotina xwe de Eyşe bi bîr anî û wiha got: "Destpêka ku Eyşe dest bi xebatên Mala Jinê kir, gelek zehmetî kişand lê em her tim bi wê re bibûn alîkar. Me nehihişt bigihîje wê astê ku Eyşe aciz bibe an jî astengî di xebatên xwe de bibîne. Ji ber ku rojane gelek pirsgirêk dihatin Mala Jinê, wê demê Mala Jinê bi awayekî aktîf xebatên xwe bi rêve nedibirin, wê jî hin zehmetî dikişandin lê dema ku dît jin bê maf in û mafên wan ên heyî tên binpêkirin êdî Eyşe xebatên xwe bi pêş xist nehişt ku tu astengî li pêşiya wê derbikevin. Daxwaza Eyşe ew bû ku cihê xwe di nava Edaletê de bigre, ji bo parastina mafên jinan bike wê daxwaza xwe bi cih anî. Her tim digot divê hişmendiya van mêran bê guhertin, her hewildanên wê guhertina hişmendiya civakê li beramberî jinan bû."
"Eyşe ji hemû xebatan re amade bû"
Her jineke ku dibe pêşenga civakê yan jî rêveber ne mumkin e ku ew jin rastî tundî, destdirêjî û kuştinê neyê. Şiha di berdewamiya axaftina xwe de behsa kesayeta Eyşe wiha dike: "Eyşe jineke ku mêjiyê wê ji her xebatê re vekirî bû, tu carî nedigot ez vê xebatê bi rê ve nabim, bê teredût tevli xebatê dibû. Her kesê berê xwe dida Mala Jinê ji ber ku Mala Jinê êdî bibû cihê bawerî û çareseriyê. Eyşe di aliyê dadê de gelek zehmetî dikşand, li beramberî wan zehmetiyan têdikoşiya, bi alîkariya me tevan îro Mala Jinê gihîştiye asteke ku her kes berê xwe didê û pirsgirêkên xwe tîne Mala Jinê. Her çendî neqebûlkirinek li gel civakê hebûya jî lê Eyşe hewl dida Mala Jinê bi her şêweyî bi civakê bide pejirandin. Dema ku Eyşe aciz bûya yan jî pirsgirêke pê re çêdibûn yekemîn kesa ku xeberdar dikir ez bûm. Kêfxweşî û xemgîniyên xwe bi min re parve dikir. Eyşe ji xwezayê û bi taybetî ji gulan hez dikir, me gelek rojên xweş û nexweş bi hev re derbas kirin. Dema ku ew bûyer qewimî, ez gelekî pê êşiyam, derûniya min heya demekê ne rehet bû lê min soz da Eyşe ku ez xebatên wê nîvçe nehêlim. Em ê xebatên wê bidomînin û şopdarên wê bin."
"Em ê li hemberî hemû zehmetiyan têbikoşin"
Şiha di dawiya gotina xwe de teqez kir ku ew ê xewn û xeyalên Eyşe di aliyê parastina jinan de pêk bînin û wiha bi dawî kir: "Her kesê ku xebatên Mala Jinê bike helbet di nava civakê de tê reşkirin. Di destpêka avakirina Mala Jinê de civaka ku her tim jinê kole dike, êrîşî me dikirin. Em bi têkoşînek mezin hatin vê astê ku jin xwe bi xwe berê xwe bidin saziya me û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Soza me ew e ku em bibin şopdarên şehîdên xwe û karê wan her dem bidomînin. Em tu caran gav paşve navêjin, berovajî em ê bi israrek mezin li hemberî hemû zorî û zehmetiyan têbikoşîn."