Portreya Rojê: Çelenga Rojhilatê Kurdistanê Şîrîn Elemhulî

Li rawestgehên jiyanê li kêliyên herî germ, bi dilek têr eşqa jiyanê têkoşînê hembêz kir. Di her kêlî û demsalên xwegihandina azadiyê de ne keleman nas kir, ne jî sêdarê dikaribû ew eşqa jiyana azad a di dilê wê de geş bûye bitefîne.

Navenda Nûçeyan – Di werzên herî sar ên welat de, kesên ku dil û rihê xwe bi biryardariya jiyana azad germ kirine bûne hêviyên werzên bi rengê biharê. Di pêvajoyeke ku li ser tevahiya Kurdistanê polîtîka û hişmendiya qirkirin û tunekirinê bi awayekî herî giran dihat pêkanîn de dil û rihek ber bi têkoşîna azadiyê ve dest bi meşa dirêj a azadiyê kir. Jiyana xwe bi xwebûna li pêy şopa azadiyê hûnand û bû rêhevalên stêrkan ên bi hebûna xwe tevahî tarîtiya şevê diqelişînin û dibin ronahiya sibêrojan. Ew jina çeleng a hebûna xwe bi nasnameya jina azad biwatedar kiriye Şîrîn Elemhulî ye.

Li Makoyê yekemîn henaseya jiyanê

Jina çeleng a ji Rojhilatê Kurdistanê di sala 1981’ê de li gundê Dêmqişlaq ê Makoyê tê dinê. Xwedî 7 bira û 2 xwişkan e. Yekemîn gavên xwe li bajarê Mako yê di dîroka Kurdistanê de xwedî ciheke girîng e davêje. Şîrîn Elemhulî ya naçe dibistanê bi riya pirtûkên xwişk û birayên xwe xwendinê fêr dibe. Bi her fêrbûnê re pergal û hişmendiya pêkûtiya ku li ser gelê Kurd tê meşandin jî nas dike û nakokiyên wê li hemberî vê pergalê çêdibin. Bi van nakokiyan re êdî dest bi lêgerîna çarenûsa jin û jiyana azad dike.

Lêgerîna jiyana azad

Di sala 2006’an de li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû serhildanê. Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya vê serhildanê kirin. Di encama êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî xwepêşandanên hatine pêkanîn de gelek ciwanên Kurd tên binçavkirin û du ciwan jî ji aliyê rejîma Îranê ve tên qetilkirin. Şîrîn Elemhulî tam di vê pêvajoya ku hişmendiya qirkeriyê bi awayekî herî hovane li ser gelê Kurd tê meşandin de biryara jiyana nû dide, yekemîn gavên xwe yên di têkoşîna azadiyê de davêje. Êdî Şîrîn Elemhulî hemu kêliyên jiyana xwe vediguherîne têkoşînek bêhempa a ji bo azadiya gelê xwe.

Dixwaze tola rêhevalên xwe bigre

Dema ku dîrok 2008’an nîşan dide bi awayeke hevpar êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk û rejîma Îranê ya li hemberî gelê Kurd digihîjin qonaxekê nû. Di encama êrîşên hevpar ên dewleta Tirk û rejîma Îranê ya 2008’an de hevalên herî nêz ên Şîrîn Elemhulî bi berxwedaniyek bêhempa jiyana xwe ji dest didin.

Şîrîn Elemhulî soz dide ku li hemberî van hemû zilma rejîma Îranê tola hemû hevrê û gelê xwe rake. Lewma biryar dide ku li di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedayî bike. Dema sed metre dûrî balafirgehê radiweste ji aliye kesên din ve tê ferqkirin û piştre tê binçavkirin.

“Hûn nikarin şerefa min dîl bigrin!”

Tevî mehek binçavkirinê jî kes nizane Elemhulî li ku derê ye. Di bin çavan de bênavber ji aliyê hêzên Îranê ve bi tundî tê îşkencekirin. Lê dîsa jî teslîm nabe û dest bi grevê dike. Şîrîn Elemhulî di bîranînên xwe de wiha dinivîsîne: “Ew kesên ku îşkence li min dikirin, zilam bûn û ez bi textekê ve girêdabûn. Bi darê ceryanî, kulm û zeleyan îşkence li min dikirin. Ji ber ku min farisî jî baş nedizanî zêdetir zext li min dikirin.”

Ji bo radestiyê bide qebûlkirin rejîma Îranê her cure îşkenceyên giran li ser Şîrîn Elemhulî pêk tîne. Lê li hemberî vê Şîrîn Elemhulî biryardariya xwe bi van gotinan bilêv dike: “Dibe ku hûn bedena min dîl bigrin lê bi tu awayê hûn nikarin şerefa min dîl bigrin.”

Bi sirûda Ey Reqîp li hemberî biryara rejîma faşîst serî hildide

Piştî îşkenceyên giran ên 6 mehan Şîrîn Elemhulî dibin Girtîgeha Ewînê. Ji ber îşkenceyan di rewşekê wisa de ye ku nayê naskirin.

Der barê Şîrîn Elemhulî ya bi salan li girtîgeha Ewînê tê girtin de biryara darvekirinê tê dayîn. 9’ê Gulana 2010’an de tevî Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamiyan, di 28 saliya xwe de tê darvekirin. Şîrîn Elemhulî û çar hevreyên wê yên biryara sêdarê der barê wan de tê dayîn bi sirûda ‘Ey Reqîp’ biryara rejîma faşîst a Îranê pêşwazî dikin û bi vê sirûdê diçin ber sêdarê.

Şîrîn Elehulî ya li hemberî tu zordarî û tundiyên rejîma mêr-dewletê serî netewand piştî Leyla Qasim bû duyemîn jina Kurd a bi destê feraseta dewleta mêr-serwer tê darvekirin.