Portreya Rojê: Stûna şoreşê û rûmeta jinên Kurd Şêrîn Omer

Şêrîn Omer a dayika ku hemû nirxên welatparêzî, ked û têkoşînê di kesayeta xwe de hewandiye têkildarî jiyan û keda xwe ji me re nirxandin kir û wiha got: “Min soza têkoşînê daye Rêber Apo û ez bawer im heya asteke bilind min di kesayeta xwe de pêk anî.”

ROJ HOZAN

Qamişlo -Di nava civakan de tê zanîn ku jin stûn û esasê civakê yê binghîn in ji bo wê ger rola jinan di wê civakê de tune be ew civak lawaz dimîne û li ser xerabî û nakokiyên pir mezin tê de ava dibe. Dayikên Kurd bi hêsanî navê qehremaniyê qezenc nekirine wan bedêlên pir giranbuha dane heya bûne xwedî seknên xurt û bi rûmet. Her dayikek xwedî çîrokek qehremaniyê yên cuda ye der barê wê de ked û bedêl dane. Her wiha zor û zehmetiyên mezin dîtine. Şêrîn Omer ku di nava civakê de bi navê Yadê Şêrîn tê nasîn bi temen 65 salî ye li bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye û lê dijî. Şêrîn Omer weke gelek dayikên Kurd barekî giran ê şoreşê û doza Kurd daye ser milên xwe, bûye dayik û xwişka şehîd û şoreşgeran. Ew di sala 2004’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye girtin û îşkenceyek pir mezin lê hatiye kirin. Têkildarî mijarê Şêrîn Omer ji me re behsa jiyan, ked, serkeftin û êşên xwe kir.  

“Hezkirina malbatê, kombûn û hevgirtinê her dem ruhekî azad bi min mezin dikir”

Şêrîn Omer behsa kesayet û jiyana xwe kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min zaroktiya xwe li bajarê Dêrikê derbas kiriye malbata min ji berê ve welatparêz bû û tu carî nehiştine ez bindestiyê di malê de hîs bikim. Yanî ew hezkirina malbatê, kombûn û hevgirtina wê her dem ruhekî azad bi min dida jiyîn. Piştî ku ez zewicîm jî min wiha berdewam kir û zarokên xwe jî hînî azadiya fikrî kir. Me jî zehmetiyên aborî di malê de kişandin tevî wê jî me tama keda xwe qezenc dikir yanî bi giştî jiyana me normal bû ew serdestî û bindestî min nedîtiye. Hê ji dibistana malê de min ew cesaret û hêz girt, tevli gelek xebatan bûm di encamê de weke dayikeke şoreşger, têkoşer û berxwedêr di civakê de têm nasîn.”

“Dayikên Kurd stûna avakirina şoreşê û doza gelê Kurd in”

Şêrîn Omer bal kişand ser naskirina xwe ya Tevgera Azadiya Kurdistan û wiha domand: “Naskirina min ji Tevgera Azadiya Kurdistan re di sala 1988’an de bû lê ewqas xebateke berfireh min nedikir. Di sala 1990’î de zêdetir min xebata xwe berfireh kir lê dîsa jî karê min feşartî bû ji ber malbata hevjînê min ji Partiya Yemînî bûn û qebûl nedikirn tevî tu partiyên din bibim. Heya sala 1992’an du şehîd di malbata hevjînê min de çêbûn pê re ew jî tevlî Tevgera Azadiyê bûn êdî min xebata xwe ji tevgerê re eşkere kir û doza azadiya Rêber Apo şopand. Di bajarê Dêrikê de em li derdora 10 dayikan bûn me xebatên rêxistinî dikir, ez dixwazim keda wan di nav vê tevgerê de pîroz bikim ji ber ku em her 10 dayik stûna avakirina şoreşa vê civakê bûn û niha piraniya van dayikan çûne ser dilovaniya Xwedê.

Di sala 1997’an de kurê min Ferhad tevlî Tevgera Azadiyê bû û niha yek ji şervanên vê tevgerê ye her wiha birayê min Ismayil jî yek ji şervanên vê tevgerê ye. Ez serbilind im ku dayik û xwişka şehîd û şoreşgeran im. Di malê de jî em sê xwişk in em hersê jî dayikên şehîdan in.”

“Di zindanên rejîma Baasê de ez bi îşkenceyên hovane”

Şêrîn Omer behsa girtina xwe di zindanên rêjîma Baas de kir û îşkenceya ku dîtiya ji me re wiha parve kir: “Di sala 2004’an de bi serhildana Qamişloyê re weke dayikên Kurd me pêşengiya serhildanê kir, wijdanê me tehemul nedikir zarokên me bi destên dewletê bên qetilkirin ji bo wê em li hemberî rejîmê sekinîn. Piştî çend rojan ji serhildanan, rejîmê girte ser mala min û li pêşiya çavên zarokên min destên min kelepçe kirin û birin. Sûcê min jî qaşo di nêrîna wan de terorîst bûm, heya 4 meh û 10 rojan tu kesî nizaninû ez li ku me, malbata min gotibûn qey ez hatime kuştin. Ji ber ku dema ez ji malê birim bi îşkenceyê bû. Di zindanê de çi tê bala mirov ji rengên îşkenceyê min dît, tevî vî temenê min, cereyan dan min, li min dixistin û wisa bi lingên min dikirin ku xwînê di lingên min re diavêt. Ji lêdana zêde damarên serê min teqiyan heya ez hatim berdan min nikaribû normal bijîm ji ber ku min hovîtiya dewletê hemû bi çavên xwe dît. Ji bilî van, dema ku mêran îşkence dikirin wisa qîrîna dengê wan heya niha ji guhên min dernakeve lê jin li gel min tunebûn ez bi tena xwe di zindaneke biçûk de bûm. Tevî wê êşkenceya giran jî dewletê nikaribû wê ceserata jinên Kurd di dilê min de bişkîne, min serê xwe ji wan re neditewand rûmeta min tehemul nedikir û li hemberî îşkenceyê min hêza xwe xurt dikir. Di zindanê de Rêber Apo dihat xewna min di wê xewnê de min dixwest hişar nebim. Min xeyal dikir Rêber Apo destê xwe datîne ser milê min û dibêje sebir bike tu ne bi tenê yî ez li pişta te me. Ji wê rojê û şûnde dema di zindanê de min îşkenceyê didît her dem Rêber Apo min danî ber çavên xwe û wiha xemên xwe hemû ji bîr dikirin.  Min soz daye Rêber Apo dest ji vê dozê bernadim.”  

Em jinên Kurd bi biryara xwe ve girêdayî ne”

Şêrîn Omer kêfxweşiya xwe bi hatina şoreşa jinan re bi lêv kir û wiha pêde çû: “Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re êdî bi rastî jî min azadî hembêz kir û wiha min xebatên xwe serbest dida meşandin. Di hemû qadên şoreşê de min cihê xwe girt û weke dayikek azad min erkeke pîroz da meşandin. Di vê şoreşê de min parçeyek ji kezeba xwe diyarî şoreşê kir, kurê min Îsam di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Şengalê şehîd ket. Min bi ruhê vî welatî û ruhê kesayeta Rêber Apo ku jinan gihand vê merheleyê ew vîn di hundirê xwe de xurt kir. Her dem di bala min de bû ku ev şoreş wê bi ser bikeve, îro rêxistin û perspektîfên ku Rêber Apo em li ser perwerde kirine hemû li ser rûyê erdê tên mayîndekirin. Malbata me malbateke herî welatparêz e û heya niha tu carî me gavên xwe paşve neavêtine. Min soz daye Rêber Apo heya dawiya jiyanê ez ê berdewam bikim ev riya serxwebûn û azadiyê ye û qet ez tê de poşman nebûme ji ber ku em jinên Kurd bi biryara xwe ve girêdayî ne. Di dawiyê de ez silav û rêzên germ ji Rojavayê Kurdistanê heya Îmraliyê ji Rêber Apo re rêdikim û dibêjim em ê heya dawiyê bi wî re bin.”