Portreya Rojê: Nivîskar Newal El-Sadawî
Bijîjk, derûnînas, parêzvana mafên mirovan, nivîskar û romanûsa Misrî Newal El-Sadawî, çil pirtûk nivîsandiye. Pirtûkên wê wergerê 20 zimanan hatine kirin. Fikra bingehîn a nivîsên wê li ser girêdana di navbera azadiya jin û mirovan û azadiya welat de bû.
Navenda Nûçeyan – Bijîjk, derûnînas, nivîskar û romanûsa Misrî, parêzvana mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan, Newal El-Sadawî 27’ê Cotmeha 1931'ê li gundê Kefer Tahla yê girêdayî parêzgeha Qaliyobiyeyê ya Misrê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di nava malbateke xwedî çanda kevneşopî û muhafezekar de mezin bûye. Bavê wê di Wezareta Perwerdeyê de karmendê hikumetê bû, ji bo perwerdekirina hemû zarokên xwe bi israr bû. Hê ew di temenê biçûk de bûye dê û bavê wê wefat dikin, ji ber vê yekê hemû barê malbatê dikeve ser milên wê. Li Zanîngeha Qahîreyê beşa bijîşkiyê dixwîne. Piştî ku mezûn dibe berê xwe dide Qahîreyê û li gelek gund û navçeyên Misirê, bijîşkiya pskolojîk dike. Dema ku li van deran dixebite serdestiya mêran a li ser jinan dibîne û dest bi nivîsê dike. Berhemên wê yên yekemîn kurteçîrokên bi navê “Ez Fêrî Evînê bûm” di sala 1957'an de nivîsandiye û romana wê ya yekem “Rojnivîska Doktor” ku di sala 1958'an de nivîsandiye ne.
Di pirtûka bi karekterê Firdews de ola îslama ku hişmendiya serdest teşe dayê rexne dike
Newal El-Sadawî pirtûka "Zayenda Jinê" ya ku di sala 1972’an de hatiye weşadin ku tê de behsa hemû cureyên şîdeta zayendî ya li ser jinan dike, weşand. Ew pirtûk bû metna damezrîner a pêla duyemîn a femînîzmê. Ji ber ku pirtûkê bandoreke mezin li ser çalakiyên siyasî kir, Newal El-Sadawî ji wezîfeya xwe ya di Wezareta Tenduristiyê de hat dûrxistin. Newal El-Sadawî bi pirtûka xwe ya "Jina li ber xala sifirê" ku di sala 1975'an nivîsand bi qerekterê ‘Firdewsê’ pergala baviksalariyê serobino dike. Di vê pirtûkê de hem ola îslama ku hişmendiya serdest li gorî berjewendiyên xwe teşe dayê, rexne dike, hem jî hebûna dewleta Misirê rexne dike. Ji serê wê pirtûkê heta binê wê Firdews (qerekterê pirtûkê) di ferqa zordestiya mêran de ye û ji bo vê yekê jî Firdevs dibe navê ‘redkirinê’ bi xwe. Ew bi hevokên "Ez ne li benda tu tiştî me", "Ez daxwaza tu tiştî nakim", "Ez ji tu tiştî natirsim" û "Ez Azad im…" dibe qîrîna hemû jinan.
Di gelek peywirên girîng ên ji bo xizmeta civakî de cih girt
Newal El-Sadawî di gelek kar û xebatan de cihê xwe girtiye, li Wezareta Tenduristiyê ya li Qahîreyê cihê wezîr girtiye. Sekreteriya giştî ya sindoqa bijîşkî li Qahîreyê xebata xwe wekî bijîşkî li nexweşxaneya zanîngehê guhert. Her wiha li Qahîreyê bû endama Meclisa Bilind a Huner û Zanistên Civakî. Newal El-Sadawî komeleya perwerdeya tenduristî û komeleyek nivîskarên Misrê damezrand. Her wiha wekî seroka kovara tenduristiyê ya Qahîreyê û edîtora komeleya dermanan xebitî. Newal El-Sadawî di sala 1982'yan de Komeleya Piştgiriya Jinên Ereb damezrand her wiha alîkariya saziya Ereb a ji bo mafên mirovan kir.
Wekî kesayetek xwedî hunera nîqaşê û rexnegira hikûmeta Misirê dihat dîtin
Newal El-Sadawî wekî kesayetek nîqaşker û rexnegira hukûmeta Misrê dihat dîtin. Bi têkoşîna xwe ya li dijî diyardeya sinetkirina mêr û jinan tê naskirin. Di sala 1981'ê de Nawal dest bi weşandina kovarek femînîst a bi navê El- Mawjah kir. Di 6'ê Îlona 1981'ê de di dema serokwezîr Mihemed Anwar Sadat de cezayê girtîgehê lê hat birîn û di heman salê de piştî kuştina serokomar hat berdan. Di nav gotinên wê yên herî navdar de yek jê ev e; "Ji dema ku min pênûs girt destên xwe, nivîsî û vir ve xeterî bûye perçeyek ji jiyana min. Li cîhanek tijî derew tiştek ji rastiyê bi xetertir tune ye." Newal El-Sadawî di zindana jinan a Qanater de girtî bû. Piştî ji zindanê derket wê pirtûka xwe ya navdar "Bîranînên li Girtîgeha Jinan" di sala 1983'an de nivîsand. Romana wê ya bi navê “Hilweşîna Îmam” ku di sala 1987'an de belav bibû, wergerî 14 zimanan hat kirin. Di encama raman û nivîsên wê de, gelek doz ji hêla îslamîstan ve lê hatine vekirin û ew bi tawana biçûkdîtina olan hat tawanbarkirin û gefa kuştinê lê xwarin.
Piştî ku vegeriya Misirê careke din xebatên xwe domandin
Di sala 1988'an de Newal El-Sadawî ji Misirê derket û di sala 1996'an de careke din vegeriya. Dema ku vegeriya çalakiyên xwe domandin û difikirî ku tevli hilbijartinên Misirê yên sala 2005'an bibe lê ji ber mercên tund ên radestkirinê ew nehat pejirandin. Di şoreşa Çileya 2011'an de jî li Meydana Tehrîrê di nav xwepêşandanan de bû. Her wiha xwest xwendina olî ya li dibistanan were rakirin. Hin berhemên Newal El-Sadawî ev in: “Ez fêrî hezkirinê bûm”, “Romana jinek li pêş”, “Dilsoziya demê (kurteçîrok)”, “Di nava jinekê de romanek du jinan”, “Jin û pevçûnên psîkolojîk” û hwd…
40 pirtûkên wê wergerî 20 zimanan hatin kirin
Newal El-Sadawî çil pirtûk weşandine û wergerî 20 zimanan hatine kirin. Fikra bingehîn a nivîsên wê li ser girêdana di navbera azadiya jin û mirovan de ji aliyekî ve û azadiya welat ji aliyê din ve, bû. Newal El-Sadawî di 2004'an de xelata Bakur û Başûr ji konseya Ewropayê girt, di 2005'an de xelata Înana Navneteweyî ji Belçîkayê girt û di sala 2012'an de ji Weşana Aştiya Navneteweyî ya li Swîsreyê Sean Mcbride xelata Aştiyê girt.
Newal El-Sadawî 21'ê Adara 2021'ê di 90 salî de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Li Goristana malbatê ya bajrê 6’ê Oktoberê ji ber şert û mercên nexweşiya koronayê (Covîd 19) bi amadebûna malbata wê tenê hat definkirin.