Portreya Rojê: Nêrîna Claudine Aoun Roukoz li jiyanê

Claudine Aoun Roukoz ku di qada ragihandin û siyastê de nêzî 20 salan xebat daye meşandin da zanîn ku ji bo wê ya herî giring jiyana mirovane û herî zêde giringî dide mafê jinê.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Pispora ragihandinê Claudine Aoun Roukoz nêzî 20 salan di parastina siyaset û medya, peyaner û di parastina mafê jinê de kar daye meşandin, beriya şerê Lubnanê sê salan ji dayik bûye. Timî di nava çerxa şer de jiyaye, dema koçî Firansayê bû jî hîna bawernedikir di welatek bê şerde dijî. Di sala 2016'an erka serokatiya Komîsyona Niştimanî ya Karûbarên Jinên Lubnanî girt. Her tim giringî daye jiyana mirovan, ji bo wê mijara herî giring jî mijara jinê bûye. Em ji nêzve Claudine Aoun Roukoz binasin û bizanin di nava jiyanek çawa de gihaye vê astê.

“Şer ezmûnek girîng fêrî min kir”

Claudine Aoun Roukoz di destpêkê de wiha behsa jiyana xwe kir: “Di sala 1972'an de ez hatime dinê, yanî berî destpêkirina şerê navxweyî yê Lubnanê û min jî wek hemû zarokên Lubnanê ji vî şerî êş û azar kişand di nav sitargeh û tirsê de jiyam. Ez di derdoreke ne ewle de jiyam, her roj metirsî li ser jiyana min û kesên derdora min hebû, di navbera 16 û 18 saliya xwe de ez di nava berxwedanê de di warê belgekirin û ragihandinê de gelek çalak bûm û şer ezmûnek girîng fêrî min kir ku jiyan bê qîmete. Di sala 1988’an de piştî ku malbat koçî Fransa bû û di vê atmosfera tirs û bendewariyê de, ez çûm ser kar da ku bi hişyarî û pêşîlêgirtinên pirsgirêkan derbas bikim û vê yekê bandor li min kir, bi taybetî jî di xebata min de li ser mijarên aştî, jin û mafên wan û pêşîlêgirtina narkotîkê di nav ciwanan de. Her wiha di warê jîngehê de xebata me di Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinê de ku niha li ser guherîna avhewa û mijarên bextewariya heywanan û şerê li dijî nêçîra bêserûber xebat tê kirin. Ev meyla ji hesta me ya di dema şer de ye, ji ber ku çavên me vebûn dema jiyan têk çû tiştek namîne, wateya jiyanê ji bo min ewe ku mirov çiqas dikarin exlaq û nirxên xwe biparêzin û berê xwe bidin qenciyê ye.”

“Min medyaya deng-dîtbarî qedand”

Claudine Aoun Roukoz da zanîn ku dema koçî Firansayê bû fêrbûna wê ya li welatek bê şer dijî demek girt û wiha pêde çû: “Ez li Fransayê fêr bûm û piştî 18 salan di nava şer de ji min re zehmet bû ku ez fam bikim li welatekî ewle dijîm. Fêrbûna min ya li welatekî bi ewle jiyankirinê hinek dem girt,  ji ber hinek mirov hene ji roja destpêkê ya jiyana xwe heta roja mirinê di ewlehiyê de dijîn, ew jî hesteke ku gelê Lubnanî winda kiriye û bêriya wê kiriye. Di dema xwendina xwe de li zanîngehê, meyla min li ser parastina pirsgirêkên jinan û dadmendiya civakî bû û yekem bawernameya min di warê çand û ragihandinê de bû û piştre min di warê medyaya dengî-dîtbarî qedand û bawernameya lîsansê wergirt. Teza masterê min li ser îmaja jinê di sînemaya Fransî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem de bû. Di vê serdemê de ji bo famkirina paşxaneya çandî ya şer û encamên wê yên li ser mirovan, min xwendina mijarên di warê dîrokê de berdewam kir, lewma ez bûm alîgirê pirsgirêkên jinan. Piştî ku Fransa di şer de gelek mêr wenda kir, erkê jinan bû ji bo debara malbatên xwe û aboriya welat bixebitin. Piştî şer valahiyek di navbera teswîra kevneşopî ya jinan de di sînemayê de hebû, wekî tiştekê ku dikare laş û bedewiya xwe bi kar bîne û ji vir tevlêbûna min ne tenê bi mijarên parêzvaniya mafên jinan re, di heman demê de bi mafên mirovan û edaletê re dest pê kir. Ez ne femînîstek di wateya tund ya mijaran de me, ez li gorî nirxên xwe li gel edaleta civakî me, mi di got ev Claudine ye ku di vê atmosferê de mezin bû, piştre zewicî û sê zarokên wê çêbû. Di nava heşt salan de ez mijûlî rêvebirina mal, malbat û mezinkirina zarokan bûm. Di bîst saliya xwe de hîna ez ciwan bûm bi hemû zehmetiyên vî karî re berpirsiyariya kur û du keçan hilgirt ser milên xwe. Lê vê yekê hînî min kir ku di heman demê de bi gelek tiştan bi hevre rêve bibim, ji xebata li ser tenduristiya derûnî ya zarokan bigire heya xwarinçêkirinê û yên din, ya herî girîng jî ez di vê heyamê de li pey zarokên xwe bûm û min zarokatiya wan bi wan re jiya. Min wek dê û wek jin jiyan kir, lê min aliyê çandî paşguh nekir, ji ber ku min li gelek warên zanistî, çandî û jiyanê şopand, min kursên zimanê îngilîzî, fêrbûna zanistî û yên din girt û di hemû aliyan de çalak bûm.”

 “Erka Komîsyona Niştimanî ya Karûbarên Jinên Lubnanî ji bo min derfetek mezin bû”

Claudine Aoun Roukoz da diyarkirin ku piştî ew ji sirgûnê vegeriyan Lubnanê, di warê siyasî de çalak bû û wiha dom kir: “Ezmûna min di warê yasadanîn, karê parlementoyê, pêşniyarkirin û dadgehkirina yasayan û rêvebirina ragihandina di nav partiyê de û di çend qonaxan de dewlemendtir bû û ez berpirsa wan bûm. Di sala 2009'an de, min dest bi damezrandina karsaziya xwe kir û ji hêla aborî ve serbixwe bûm, min pargîdaniya xwe ya bi navê Clementine ya reklamê ava kir. Di sala 2016'an de derfetek ji bo min re avabû û min erkê serokatiya Komîsyona Niştimanî ya Karûbarên Jinên Lubnanî girt. Xanima yekem Mona Hrawî di wê demê de xebitî û piştî konferansa Pekînê, ji bo avakirina vê komîsyonê kar kir û yasa ji bo avakirina wê di serdema serok Elias Hrawî di sala 1998’an de de hat derxistin, li gel zanîna bi karê me bi dilxwazî ye û bûdceya desthilatê hindik e û ne li gorî qanûnên ku jê re hatine spartin. Erkên me yên şêwirmendî, cîbicîkar û hemahengiyê hene û tenê 12 karmendên me hene ku van karan hemûyan dikin, lê bi alîkariya endamên desteya rêvebir û şirketa min û hevkarên min di wê de, di reklaman de bêtir alîkariya me kir. Her kesek di warê pisporî û xebata xwe de, bi armanca danîna pirsgirêkên jinan li ser maseyê û şopandina wan, beşdarî xebatên komîsyonê bûn, lê min bi xwe ev yek wek firsend dît ku ez bibim parêzvan ji bo hemû mijarên ku ez jê bawer bûm. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim, ji aliyê zanistî ve ez bi awayekî din li olê dinêrim. Ji bo min ol prensîb û exlaq e. Her yek ji me xwedî bawerî û îmana xwe ye û ez qebûl nakim ku ez li ser navê olê kesekî biçûk bikim û cudatiyê bikim navbera mirovan. Dayîna hemwelatîbûnê ji bo zarokên jinên Lubnanî, mijareke gelek hestiyare û tu kesî nikarîbû têkevê û ez bi zelalî behsa vê mijarê dikim, her wiha mijara zewcandina zarokan. Hin mijarên ku min têra xwe piştgirî nedaye jî hene, ne tenê ji aliyê siyasî ve, ji her alî ve, hema hema her tişt li Lubnanê bi rêkeftinê pêk tê.”

“Dema ez alîkariya welatiyan dikim serbilind dibim”

Claudine Aoun Roukoz bilêv kir ku ew li gorî derfetên xwe çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re dibîne û bi welatiyan re hewil dide bibe alîkar û wiha berdewam kir: “Alîkariya mirovan ewe ku ez rihetiyê hîs bikim. Ez serbilind dibim dema ku ez alîkariya her kesê ku pirsgirêkên wan ên nexweşî, qeydkirinê, biryarnameya hemwelatîbûnê û yên di hebin dikim, bi taybetî dema ku yekem biryarnameya hemwelatîbûnê hat derxistin û me karî mafê welatîbûnê bidin zarokên jinên Lubnanî. Her dozek mirovahî ya ku em dikarin ji malpera xwe arîkariya wan bikin çîrokek serkeftî ye û her serkeftinek di sererastkirin an belavkirina yasayan de, wek yasaya destdirêjiya zayendî, zagona sererastkirina tundutujiya navmalê û yasaya 1325’an ya têkildarî rojeva Jin, Aştî û Ewlekariyê, destkeftiyek tê hesibandin. Di nava sal û nîvekê de me karî em van yasayên ku ji aliyê civata wezîran ve bên pesend kirin bişopînin û di demeke kin de bi cih bikin.

“Têkoşîn berdewam dike”

Claudine Aoun Roukoz bi bîr xist ku roja jinên cîhanê roja pîrozkirina destkeftiyên jinan û têkoşîna wane û wiha pêde çû: “Ev têkoşîn berdewam dike, dema ku mirov ji çanda kevneşopî ya ku pozîsyona jinê ji mêr kêmtir dibîne bandor bûbe, guhertina van têgehan ne hêsane. Ev têkoşîn pêwîstiya xwe bi berdewamî û nefesek dirêj û hevgirtina jinan heye. Li vir ez tekezî li ser wê yekê dikim ku pêwîste di navbera jinan de hevrikiyeke neyînî çênebe û her yek rola xwe bigire ku ev yek ji destkeftên komîsyonê ye ku helwest û xebata wê ne di kategoriyek hevrikiyê de ye bi kesekî din re, ji ber ku rola wê heye û her rêxistin û komele rola xwe heye. Erka min demkî ye, ez li vir di pozîsyona xwe ya niha de me û piştî wê ezê bi rêya civaka sivîl vegerim têkoşînê. Piştî hilbijartina serokatiyê û ger serokek nû were destnîşankirin, ezê xebatê teslîmî kesê ku kar li pey min berdewam bike bikim. Ez niyet dikim ku xebata li ser teza xwe ya doktorayê ku naveroka wê li ser newekheviyê ye, biqedînim û biryarê bidim ka ez ê çawa xebata têkoşînê bidomînim, çi bi riya pargîdaniya xwe, xebata civakî, parêzvaniya ji bo gelek pirsgirêkan yan jî doza giştî bi rêya hilbijartinan û yên din. Ji ber karê min yê di desthilatê de û erkên min yên cihêreng û her wiha kar li ser gelek çaksazî û serastkirinên yasayan û di warên cuda de, niha dem têra min nîne ku kar li ser teza xwe ya doktorayê bikim.”