Pirtûka rojê: Mafê me heye em qelew bimînin/Vîrgîe Tovar

Pirtûka bi navê “Mafê me heye em qelew bimînin” a Vîrgîe Tovar ku ji nava 50 femînîstên herî bi bandor hatiye hilbijartin, bi riya Weşanên Guldunya li Tirkiyeyê hat çapkirin. Tovar hem pispora dîtina bedenê, hem nivîskar e. Ew bi gotinên; “Ez yek jineke 110 kîlo me, li cihê xeyalan çêbikim, min xwest dest bi jiyanê bikim, ji ber wê min dest ji diyetê berda. Di ser de jî heta tu bibêjî bi hêvî me, diyet nakim, bi erênî nêzî qelewbûnê dibim. Ez femînîsteke ku bilûzê kurt li xwe dike xişrên Mîss Paggy bi xwe ve dikim!” behsa xwe dike û diyar dike ku her kes îro ketiye nava hesabê ka tiştê dixwe çiqas kalorî di nava wan de heye û dibêje; “Baş e lê ger ku em ne mecbûr bin van tiştan bikin? Gelo pîvanên bedenî yên ku li ser me hatine ferzkirin çiqas îdeal in, dema ku em van di lêpirsînê re derbas bikin em ê bibînin. An jî em wiha bikin, em guh bidin jineke ku van pirsan dike. Belê pêdiviya van rojan bi dengê Vîrgîe Tovar a ku dibêje “Mafê me heye em qelew bimînin” heye. 

Pirtûka “Mafê me heye em qelew bimînin” ji aliyê Fusûn Ozlen ve hatiye wergerandin, ji aliyê Ayşe Duzkan ve jî ji bo weşanê hatiye amadekirin û her wiha Mîne Ozalp jî rûpelsaziya wê çêkiriye