Pirtûka Rojê: Li Dûr

Romana bi navê Li Dûr a nivîskar Mine Soysal çîroka du xortên ku jiyana wan ji hev cuda ye vedibêje, her wiha balê dikşîne ser bajarên cuda û awayê guherîn û veguherîna bajaran.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka bi navê Li Dûr a nivîskar Mine Soysal di sala 2014'an de ji weşaxaneya Cervantes hatiye çapkirin.

Li Dûr, hewldana avakirina xwebûniya du xortên ku jiyana wan ji hev cuda ye vedibêje. Bi saya karakterên xwe yên zengîn û bi tevî honaksazîya xwe, berê xwe dide jîyanên ji hev cuda û di gel çîrokên mirovan, ji Stenbolê heta bi Meletîyê balê dikşîne ser bajarên cuda û awayê guherîn û veguherîna bajaran.

Jiyana Nivîskar Mine Soysal

Sala 1959'an li Stenbolê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Stenbolê Fakulteya Edebîyatê Beşa çand û zimanên Asyaya Rojava xwendiye. Heta sala 1994'an li Mûzeyên Arkeolojî yên Stenbolê wekî arkeolog û lêkoler xebitiye. Di sala 1996'an de weşanxaneya Günışığı Kitaplığı ava kiriye. Edîtorîya gelek pirtûkên bo zarokan kiriye. Di edebîyata zarokan a bi tirkî de xwedî cihekî girîng e. Ev romana wê ya dawî ye.