Pirtûka Rojê: Hêza Bêtundîtiyê
Judith Butler di pirtûka xwe ya bi navê "Hêza Bêtundîtiyê: Girêkek Etîkî-Polîtîk" de bêtundîtiyê ne wekî pasîfî, wekî celebek çalak a berxwedana ku ji bo wekhevî û edaletê tê meşandin dibîne.
Navenda Nûçeyan – Pirtûka fîlozof û teorîsyenê Emerîkî Judith Butler Hêza Bêtundîtiyê: Girêkek Etîkî-Siyasî, têgeha bêtundîtiyê di çarçoveya edaleta civakî û wekheviyê de ji nû ve dinirxîne. Di xebata xwe ya 2020’an de, Judith Butler têgihîştina ku bêtundîti tê wateya vekişîna ji têkoşînê yan pasîfmayînê dixe ber lêpirsînê. Ew bêtundîtiyê wekî celebek berxwedana siyasî ya çalak ku ji bo parastina wekhevî û mafê jiyanê ji bo her kesê tê kirin pênase dike.
Li gorî Judith Butler, bêtundîtî nayê wateya nebûna hêrs, nakokî yan dijminatiyê. Pirsgirêka rastîn pêşxistina helwesteke hişmend e da ku pêşî li çûyîna van hestan ber bi tundî û wêrankirinê ve bigre. Judith Butler dibêje berxwedana bêtundîtî dikare çalak, biryardar û şerker be lê divê ew li ser wêrankirina yên din nebe.
Her jiyan bi qasî hev bi qîmet e
Yek ji argumanên navendî yên pirtûkê têkiliya di navbera ne tundîtî û wekheviya bingehîn de ye. Judith Butler tekez dike ku divê hemû jiyan bi qasî hev bi qîmet, bi qasî hev hêjayî parastin û şînê werin dîtin.
Li gorî fîlozof, avahiyên siyasî û civakî bi cudakirina mirovan di warê qîmetê de zemînek berhemdar ji bo berdewamiya tundîtî, nijadperestî, şer û dûrketina ji civakê diafirînin. Ji holêrakirina vê cudahiyê tenê bi naskirina mafê jiyanê bi heman rengî ji bo her kesê mimkun e.
Jiyana mirovan bi hevgirtinê ve girêdayî ye
Judith Butler ferdperestiyê rexne dike û balê dikşîne ku mirov bi hev ve girêdayî ne. Ew diyar dike ku kes nikare bi tena serê xwe bijî, ewlekarî û şert û mercên jiyana kesan rasterast bi jiyana kesên din ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê jî Judith Butler ku ne tundiyê tenê weke bijarteyeke kesane yan jî weke dilpaykiyeke exlaqî nabîne, wê weke yek ji pêwîstiyên siyasî yên avakirina civakeke li ser bingeha wekhevî û hevgirtinê dinirxîne.
Pirtûk nêzîkatiyek nû ji bo wateya berxwedanê pêşkêş dike. Di vê nêzîkatiyê de ku ji hêla Judith Butler ve hatiye pêşkêşkirin, berxwedan ne li ser ji holêrakirina dijber e lê li ser parastina şert û mercên ku her kes dikare tê de wekhev û azad bijî ye. Di vî warî de, bê tundîtî ne tenê wekî dûrketina ji tundiyê lê di heman demê de wekî têkoşîneke siyasî ya jiyan û wekheviyê diparêze derdikeve pêş.