Pırtûka rojê: ‘Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor’

Eslîxan Yildirim di sala 1961’ê de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Nisêbînê xwendiye. Dûre li Erziromê, li Lîseya Mamostehiya Keçikan Nenehatunê xwendiye û li heman dibistanê Enstîtuya Perwerdeyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostehî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolîn dike. Sê zarokên wê hene.
Pirtûka Eslîxan Yildirim a bi navê “Di sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor” di sala 2009’an de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê hatiye çapkirin. Ev pirtûk bi lêkolîna li ser dîrokê hatiye amadekirin. Ji împaratoriya yekem a cîhanê dest pê kiriye, behsa çanda Rojhilat û Rojava heta hatina îslamiyetê, Mogolan, bihevrebûna kurd û tirkan heta Dewleta Osmanî û piştî wê jî rewşa mîrekiyên kurdan heta Peymana Qesra Şîrîn û sînorên çêbûne, hemû bûyerên di nava sedsala 20’an de bi hûrgilî vedibêje.
Eslîxan Yildirim di pêşgotinê de wiha dibêje: “Dema min berhema xwe ya bi navê “Kaniyek ji Mezopotamyayê Nisêbîn” amade dikir, hîmê vê mijarê hat avêtin. Kesên ku min dixwest der heqê Nisêbînê de bîranînên xwe bi min re parve bikin, gava dipeyîvîn, gotin diçû û dihat, ser sînor. Sînor parçeyek ji jiyana wan bû. Ji ber ku ez jî li wir li bajarekî li ser sînor jiyabûm bûyerên ku behs dikirin min ji kûrahî hîs dikir. Jixwe hin mînakên van bûyeran min bi xwe jî dîtibûn, hinek ji wan jî min ji mezinên xwe bihîstibûn.” Pirtûka “Sînor” lîkolînek baş e li ser dîrokê û sînorên di dilê welatê me de çêkirine. Loma jî xwendina wê girîng e.