Necîbe Xanî Celîzade: Keçika ku deriyê dibistanê vekir û dîroka gelê xwe nivîsî

Hin jin deriyên nû vedikin; hin jin jî hewl didin ku çîrokên gelê xwe nedin jibîrkirin. Necîbe Xanî Celîzade ji wan jinan bû ku jiyana xwe ji bo zanînê, xebata jinan û parastina dîroka Kurdî feda kir.

Navenda Nûçeyan – Necîbe Xanî Celîzade di 8’ê Îlona 1917’an de li Koyê ya ku mîna bajarê bi çanda xwe ya dewlemend tê nasîn, ji dayîk bû. Bavê wê Mela Mezin, Mela Mihemed Hacî Abdullah, alim û helbestvanek civakî bû. Necîbe di malbateke ku zanîn û perwerdehî tê de girîng bû de mezin bû. Di sala 1924’an de dema ku tenê 7 salî bû, bavê wê ew şand dibistaneke ku kur lê dixwînin. Di wê demê de, ne tenê xwendina keçan, ya gelek kuran jî hîn ne tiştekî asayî bû. Bi vê biryarê, bavê wê li dijî adetên civakî yên serdemê gav avêt. Necîbe di dibistanê de serkeftî bû û gihîşt pola 5’an. Xwendina wê bû sedem ku malbatên din jî girîngiya perwerdehiyê zêdetir bibînin û zarokên xwe bişînin dibistanê.

Ji xwendinê ber bi xebata jinan ve

Necîbe tenê bi xwendinê nesekinî. Di destpêka salên 1940’an de, piştgirî da Partiya Hêwa û ji bo hişyarkirina jinên Koyê û teşwîqkirina wan a ji bo mafên xwe xebitî. Paşê di nav Tevgera Demokratîk a Kurdistanê de jî cih girt. Di sala 1953’an de, dema ku Yekîtiya Jinên Kurd hate damezrandin, Necîbe di rêxistinbûna jinan de roleke girîng lîst. Li Koyê, ew bi awayekî veşartî wekî seroka Yekîtiya Jinên Kurd hat hilbijartin. Di salên paşîn de, di civîn û çalakiyên giştî de axivî û rola jinan di têkoşîna azadiyê de anî ziman.

Şoreş, sirgûnî û vegera li Koyê

Necîbe di Şoreşa Îlonê ya 1961’an de jî cih girt. Piştî hilweşîna şoreşê, di sala 1975’an de neçar ma ku here Îranê. Di navbera salên 1975 û 1977’an de li sirgûniyê jiya û gelek zehmetiyan dît. Piştî vegera xwe, li Koyê dîsa di karên civakî de çalak bû. Di salên dawiyê yên jiyana xwe de çû Hewlêrê. Necîbe di şeva 11’ê Hezîranê ya sala 1999’an de, di temenê 82 saliyê de koça dawî kir.

Jina ku dîrok nivîsî

Çîroka Necîbe Celîzade ji me re pirsên girîng derdixe holê: Kî dîroka jinan dinvîse? Serpêhatiyên jinan çawa dikarin ji bîr neçin? Û çima divê jin ne tenê di dîrokê de cih bigirin, lê di nivîsandina wê de jî xwedî deng bin? Mîrata Necîbe tenê ji çalakiyên wê yên siyasî û civakî pêk nayê. Ew nivîskar û lêkolîner bû û dixwest dîroka civaka xwe ji bo nifşên paşerojê biparêze. Wê sê cildên tefsîra Qur’anê yên ku ji aliyê bavê wê ve hatibûn nivîsandin, çap kirin. Wê ji bo parastina mafên jinên Kurd, di kovarên navdar ên wê demê de, yên mîna Gelawêj de gotar nivîsîn.

Her wiha, Necîbe çend destnivîs û berhemên girîng hiştin:

* Dîroka Koyê: Li ser rabirdû û bîranîna bajarê Koyê.

* Dîroka Malbata Celîzade: Li ser dîrok û mîrata malbata xwe.

* Nivîsên li ser bûyerên Kurdistanê di Şoreşa Îlonê ya 1961’an de: Tomarkirina bûyerên dîrokî û nêrînên wê yên li ser wan.

* Folklora Kurdî: Berhevkirina mîrata çandî, folklor û bîranînên civaka Kurd.

Lêkolînek zanistî ya Zanîngeha Silêmaniyê ya sala 2023’yan balê dikişîne ser girîngiya nivîsên Necîbe. Di van nivîsan de, ew bûyerên dîrokî ji perspektîfa xwe ve vedibêje, girîngiya xwendin û nivîsandinê bipêş dixe û bang li jinan dike ku ji çarçoveya malê derkevin û di jiyana civakî de bibin xwedî rol.