Li ser ji nû ve nivîsandina çarenûsê: Çarenûsa Antonia

HÎRA AHLAT

‘Çarenûsa Antonia’ bi navê orjînal ‘Antonia Line’ ku behsa çanda jinên çar nifşan dike, serdestiya mêr, têkiliyên desthilatê, bi lênêrîna rexnegir ya têgînên ol û malbatê û lîsteya filmên dînê di sînemaya femînîst de cihê xwe yê di rêzên destpêkê de diparêze.

Jinek ku porê wê spî bûye û hemû heybeta tiştên hatine jiyîn di xetên ruyê xwe de hildigre, sibehê di ranzaya xwe de radibe. Wê rojê dizane wê bimre û di rûyê wê de tu tirs û hêrsek nîne, tenê hinek dilmayîn wek ji xwe ‘her mirin mirinek zû ye’... ji ranzayê derket û Antonia dest bi jiyana xwe ya roja dawî kir... hemû jiyan, bîra bi bîranînên şer û têkiliyên zayendî, bedenê ku her roj bi sedan tevgerên jiyanê xwe dûbare dike, di roja dawî de ku peyv, fikir, hîs û bi pevçûnan hatiye strandin... porê wê jî westayî û bê bawer disekine, cara dawî toqeyên xwe xist serê xwe, Antonia di neynukê de li xwe nihêrt û got: “Êdî dema mirinê ye.”

Di sehneyek din de jî em di heman ranzê de jinek din dibînin, nexweş e û dizane ku ewê bimre. Lê belê ev jin bi hêrs e, hêrsa ku li dijî hemû tiştên jiyan nekiriye, hatiye dûrxistin a bê têkoşîniyê... dema nefesa xwe ya dawî dide keça wê bi ser de xar dibe û “Di nava aramiyê de razê dayê, her çiqas ev ne gengaz be jî...” jê xatir dixwaze. Fîlm di nava van herdû sehneyan de, piştî şerê cîhanê yê duyemîn di bajarokek Hollandayê de, balê dikşîne ser jiyana jinek piştî 20 salan dema dayîka wê li ber mirinê ye li gel keça xwe vedigere malê, dihune. Serpêhatiya Antonia ku belavî çar nifşan dibe, car caran bi kêf, car caran xembar, bi zimanek çîrokî em bi awayê serpêhatiyek epîkî temaşe dikin. Mala di fîlm de, li beramberî malbata biçûk a klasîk tê. Antonia li gel keça xwe Danielle, neviyê wê Therese û keça neviyê wê Sarah ji civakbûnek têr nifş û jin rêve dibe ava dibe. Ev avabûn, nûnertiya piştevaniya kolektîf a jinan a li dijî normên feraseta mêr bipêş dikeve ye.

Avabûna behs tê kirin, ji rastiyê zêdetir çerx e

Karekterên mêr ku di nûnertiya otorîteya mêrsalarî de ne, di fîlm de hatiye marjînalkirin. Mêrê dîn, kiryarên tacîzan û mêrên zorbe yan ji civakê hatine dûrxistin yan jî hatine bêbandorkirin. Gorris wiha peyama ku bi vî awayî jin ne tenê qada xwe, avabûna civakê jî vegerandiye dide. Ji ber mêr diyardeyek were dûrxistin e, wek diyardeyek ku ji feraseta serdest bê paqijkirin û vegerandin heye. Avabûna behsa wê tê kirin ji rastiyê zêdetir çerx e. Fîlm bi vegotina nifşa herî biçûk Sarah destpê dike û bidawî dibe. Ev çêkera vegotinê; îşareta zanista jinê, ceribandin û bi awayek navenda dayîkê bîran ji bo hev radighîne dike. Ragihandina çanda dayîk-navend, di vir de hem bi awayê şêweyî hem jî bi awayê tematîk tê halê xuyakirinê.

Çarenûsa Antonia, wek avabûnek ku temaya bingehîn a sînameya femînîst hildigre, dengê jinê ku ji dîrokê ve hatiye tepisandin dide bihîstin, kirdeya wê bi rûmet dike û ji normên mêrsalar wêdetir awayek yê jiyanê gengaz e dide nîşandan. Zimanên çîrokî yê Marleen Gorris, vegotina xwe dispêre rastiya bi sêhr û bi nêrîna navenda jinê, jiyana jinan, daxwazên wan, têkilî û têkoşîna wan ne ji rêzê ye, bi riya vî fîlma ku girîng e were vegotin, carek din datîne holê.

Vegotinên pratîkên jinan ku li ‘odeyek aydê wê’ û ‘qadek jiyanê ya aydê wê’ digerin, ji utopyayê heta rastiyê dighê îro, di nav temaşevanên fîlm de vedigere îlhamê.

Wek rexneyek biçûk; Marleen ji demê, nasnameyê wê dem bi dem şêloyî bihêle jî, bi rastiya bi sêhr ya çerxî ya jiyanê jinê weke tewere, li dora çanda jiyanê hatiye hunandin pêşkêş dike.