Li Ermenistanê helbestvan, nivîskar û wejevanek Kurd: Sîma Semend
Sîma Semend, jinek helbestvan, nivîskar û wêjevan e. Wek yekem jina bingehê wêjeya nivîskî ya jinê di wêjeya nûjen a Kurdistanê de danî, tê qebûlkirin.
Navenda Nûçeyan – Bi saya agahiyên wê yên berfireh û cur be cur, bi giştî wêjeya Kurd de û bi taybetî di wêjeya jinê de cihek girîng bi dest bixwe. Di heman demê de yek ji jinên yekem ên di Radyoya Êrîvanê de xebitîn e.
Nêrînek kurt derbarê jiyana wê de
Sîma Semend di sala 1933’an de li gundê Sînger ê girêdayî herêma Akhbaran a Ermenistanê hate dinê. Keça kesayetê di dîroka Êzidiyan de herî zêde naskirî, wêrek û bi çand Semend Sîamendov (Semend Elî) ye.
Sîma zaroktiya xwe li gund derbas kir û bi guhdarîkirina çîrokên malbata xwe û dîroka komkujî û koçên Êzidiyan mezin bû. Qada çandî ya malbata wê, bandorek erênî li wê dike û bingeha rêwîtiya wêjeyê davêje. Sîma piştî perwerdeya xwe ya dibistanê li gund temam kir, li beşa Zanista Ziman a zanîngeha Êrîvanê qeyda xwe çêdike û di sala 1958’an de mezûn dibe. Piştî demek kurt, di radyoya Êrîvanê de dest bi xebatê dike û salên demdirêj edîtoriyê dike.
Sîma endamek eşîreta bi nav û deng ‘Rijkî’ ye. Bi dîroknasê mezin Karlîn Çaçan re dizewice û hevdû di gelek qadan de temam dikin. Di navbera bavê wê Semend û bavê hevjînê wê Aram Çaçan de dostaniyek bi hêz û dîrokî heye. Aram Çaçan jî wêjevan û nivîskarek mezin bû.
Rêwîtiya wêjeyê
Sîma Semend, zêdeyî 30 salan di radyoya Êrîvanê de xebitî û xebatên cûr ber cûr û berhem pêşkêş kir. Çend salan serokatiya beşa wêjeyê ya radyoyê kir û di vir de rolek girîng lîst. Di radyoyê de gelek bernameyên wêjeyê û hevdîtin pêşkêş kir.
Di heman demê de Sîma ji nifşê duyem ê nivîs û wêjeya Kurd a di Yekîtiya Sovyetan de bû. Bû şahida helbestvan û nivîskarên mezin ên wek Firikî Oseff û lêkolîner Sîsî Îbo. Ev nifş dewama nifşê yekem ku bingehê nivîs û wêjeya Kurd avêtî bû.
Sîma, di qadên wek wêje, zanista gel, zanist, zanista ziman de, gelek gotar, tez û nivîsên lêkolînê nivîsand. Gelek ji van di rojnameya ‘Riya Teze’ de hatin weşandin û hinek jê jî di radyoya Êrîvanê de hatin weşandin. Her wiha gelek berhemên wê yên mîna çîrok, wêjeya gel û helbestên ji cûreyên cûda hene.
Wek em dizanin, di dîroka Kurdistanê de bi taybetî di qada wêje û nivîsê de cihê ku jin heq dike girtibûn. Jin, di civaka Kurd de salên dem dirêj di nava dîwarên zîhnî û malê de hatibûn dîlkirin. D ivî alî de Sîma Semend, bi pêşengtiya wêje û nivîsê ev sînor derbas kir û ji bo jinên Kurd deriyê wêjeyê vekir.
Ger jin di civakên biyanî de carekê ji wêje û nivîsê hatibin dûrxistin, di civakên Kurd de jin dû caran hatine dûrxistin. Ji ber civak û dîroka me nêrîna derbarê jinê de bi vî awayî teşe girtiye. Ji ber vê Sîma Semend, dema dest bi rêwîtiya wêjeyê kir, dizanibû ku wê kar ne asan be. Rewşa giştî ya jinan di civakê de û fikrê mêrê serdest, di derdorên çandê de jî di demek serwer de rastî zoriyan hat. Lê belê bi saya vê pêşengtiyê, Sîma di dîroka Kurdistanê de ji bo jinan dinyayek nû û cûda ava kir.
Sîma di berfanbara sala 2008’an de diçe ser dilovaniya xwe.
Hinek berhemên wê
* Xezal: Ev pirtûk ji sê çîrokan pêk tê û wergerî gelek zimanan hatiye kirin û weşandin. Di sala 1960’an de hate nivîsandin û çapa yekem di sala 1961’an de hate kirin.
* Temiya Esker
* Guman
* Gevdê me
* Du Şayî
* Jin û Huner
Ji derveyî vana, gelek berhemên wê hene. Di nava vana de pirtûk, tez, lêkolîn û mekale cih digrin. Gelek ji van hê nehatine weşandin, hinek jê jî bi zimanê Eremenî û Rusî hatine nivîsîn û hê wergerî Tirkî nehatine kirin.