Lêgerîner û afrînerên jiyana azad Zehra, Hebûn û yadê Emîne (2)

Dayika Emîne Weysî di kesayet û sekna xwe de heqîqeta dayikên Kurd ên welatparêz, pêşeng, şerker, afrîner, dilovan û bihêz nîşan da. Ji lewre ew ji zarok û tevahî jinên civakê re bû çavkaniya hêz û têkoşînê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di 23`ê Hezîrana 2020`an de mala malbateke welatparêz li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê, ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de xwediya malê Emîne Weysî, endama koordînayona Kongreya Star û rêvebera Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl jiyana xwe ji dest didin. Wê demê keça Emîne Weysî Mizgîn Xelîl li gel Zehra Berkel di koordînasyona Kongreya Star de kar dikir, ji ber vê ew serdana mala wê dikin û di wê navberê de dibin hedefa dewleta tirk.

Di vê komkujiyê de diyar bû ku dewleta tirk ne tenê jinên têkoşer hedef digre, jineke Kurd li ku derê behsa azadiya xwe û welat bike wê dike hedef. Bi hedefgirtina Emîne Weysî re jî teqez bû ku kîna dewleta tirk li hemberî dayikên Kurd jî heye û dixwaze bi qetilkirina dayikan çand, hebûn û nasnameya Kurdewarî tune bike.

Zarokên xwe li ser bingeheke rast mezin kir

Emîne Weysî ku dayika 2 keçan û 4 lawan bû, bi eslê xwe ji gundê Helincê ye û wê demê 56 salî bû. Kesayeteke welatparêz, mêvanperwer, dilnizm û zana bû her wiha bi girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê re navdar bû. Ji lewre bi berfirehbûna xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê, Emîne Weysî mala xwe dike xizmeta têkoşîna ji bo azadiyê. Di vê çarçoveyê de û li ser bingeha hezkirina axê, welat û girêdana bi doza Kurd re, Emîne Weysî zarokên xwe mezin dike. Ji ber vê bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê dayik li gel zarokên xwe bi rengekî çalak cihê xwe di nava raperînê de digirin.

Dilê wê û deriyê mala wê ji bo Tevgera Azadiyê û rêxistinên jinan vekirîbûn

Di gelek malbatan de, zarok bi zextên dayik ango bavê xwe re rû bi rû dimînin. Lê ev yek di mala dayika Emîne de nehat jiyîn, zarokên wê bilêv dikin ku dayika wan pêşenga jiyan û malbatê bû, ji ber ku kesayetek zana bû, hemû derfetên xwepêşxistinê ji bo zarokên xwe ava dikir. Di her kêliyê û gavê de destek dida zarokên xwe, ji ber vê heta kêliya dawî ya jiyana xwe Emîne Weysî piştgirî dida zarokan û deriyê wê ji bo Tevgera Azadiyê û rêxistinên jinan vekirîbû. Emîne Weysî bi vê yekê re ji gelek dayikan re bû hêz û ji gelek şervanan re bû dayik.

Di vê çarçoveyê de endama Rêxistina Sara ya Li dijî tundiya li ser jin Helîm Osman, behsa rol û bandora dayikên Kurd kir.  

"Dewleta tirk dixwaze têkoşîn û hêza jinên Kurd ji holê rake"

Helîm Osman di destpêkê de êrîşên dewleta tirk ên li hember jinên Kurd nirxand û got: "Dayika Emîne ne jineke siyasetmedar bû lê dayikeke welatparêz bû ku komkujî di mala wê de pêk hat. Heger di roja îro de jin daxwaza mafên xwe bikin, li hember hişmendiya zayendperest û netew-dewlet serî hildin û têbikoşin, wê werin qetilkirin gelo. Em dibînin êrîşeke topyekûn bi serkêşiya dewleta tirk li ser jinên Kurd tê meşandin. Jinên Kurd sekn, têkoşîn û armanca berxwedana xwe bi rengekî zelal nîşan daye, ji ber vê dijmin ji me ditirse û bi hemû rêbazan hewl dide vîna me têk bibe. Ev yek tu carî dê pêk neyê, em îro jinên Kurd bîrdoziya Rêber Apo di têkoşîna xwe de bingeh digrin û bi saya wê gihîştin rastî, nasname, hebûn û azadiyê ku em xwe jî û hemû jinên li hawirdorê jî biparêzin."

"Dixwazin bi qetilkirina dayikan çand, nasname û hebûna Kurdan tune bikin"

Helîm Osman bal kişand ser hedefgirtina dayikan û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Komkujiya Helincê, ji bo me tevahî jinan bûyereke bi êş bû. Ev êrîş ne tenê li hemberî nasnameya jinên siyasetmedar bû, dewleta tirk xwest ku bi hedefgirtina van hersê jinên ji Kobanê vîn, hêz û nansameya tevahî jinên Kurd biçewisîne. Dewleta tirk bi zanebûn dayikên Kurd hedef digre, weke tê zanîn dayik hezkirin û girêdana bi ax û welat re di nava zarokên xwe de mezin dikin. Dayikên Kurd jî misogeriya avakirina pêşerojên azad in, berdewamiya çand, hebûn û nasnameya Kurdan in. Ji lewre dewleta tirk ne tenê şervanên jin hedef digre, dayikên welatparêz ên weke dayika Emîne, yadê Eqîde û hwd. dike hedefa êrîşên xwe."

"Dayik bûn çavkaniya serkeftina şoreşa 19`ê Tîrmehê"

Helîm Osman herî dawî rola dayikan a di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Kobanê de wiha bilêv kir: "Dayikên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê xebatên rêxistinî di bin navê dayikên cebhewî de dikirin. Her wiha bi destpêkirina çirûskên şoreşê dayikan jî pêşengî kirin û rola xwe lîstin. Bi taybetî di şerê ku li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê rû da, dayik roleke diyarker lîstin. Dest ji zarok û malên xwe berdan û di asta yekem de parastina ax û welatê xwe bingeh girtin. Ez bi xwe weke dayikeke ku zarokên min jî hebûn, min cihê xwe di nava şer de girt û weke min bi dehan dayikên din jî hebûn. Ez heta niha jî dibêjim ku ez mal û zarokên xwe dikim fedayî vê axê. Em girêdayî ax û welatê xwe ne, bi taybetî em ê weke dayik jî dest ji avakirina nifş û pêşerojên azad bernedin."