Jiyannameya Rojê: Fermandara felsefeya Jin, jiyan, azadî: Arîn Mîrkan

Şervana fedayî Arîn Mîrkan bi felsefeya jin, jiyan, azadî çalakiya fedayî di berxwedana Kobanê de pêk anî. Arîn Mîrkan bi hêz, vîn, cesaret û sekna xwe destkeftiyên şoreşa jinan tecîdar kir.

BERÇEM CÛDÎ

Tebqa- Di dirêjahiya dîrokê de bi hezaran jinên têkoşer û berxwedêr hene ku mora xwe li dîrokê dane û di warê hişmendî, civakî û rêxistinî de şoreş ava kirine. Jinên Kurd ku li Hîlala Zêrîn dijîn, dikaribûn bi karekter û sekna xwe bibin xwedî mîrate û rolên girîng.

Mezobotamya ku weke dergûşa mirovahiyê tê naskirin, Kurdistan jî beşek jê ye. Gelê Kurd ku bi berxwedanî û qehremaniya xwe tê naskirin, jinan di gelek serdeman de pêşengî ji civaka xwe re kirine û bûne bingeha serkeftinê. Ji wan jinan Hepsexana Neqîb, Deyfe Xatûn, Fata Reş, Xanzad Mîrê Soran, Meyan Xatûn, Zerîfe Xanim, Besê Xanim, Qedemxêr, Leyla Qasim û bi sedan jinên din ku di dem û cihên cuda de bûne pêşengên serhildan û şoreşê hene.

Jiyanek li ser bingehê felsefeya “Jin, jiyan, azadî”

Bi artêşbûn û rêxistinbûna jinên Kurd re rewşa jinên Kurd jî ber bi guhertinê ve çû. Jinên Kurd xwe li ser bingeha felsefeya Jin, jiyan, azadî birêxistin kirin û bîrdoziya rizgariya jinan armanc girtin. Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan a xwe dispêre felsefeya “jin, jiyan, azadî” ji bo jinên Kurd vejîneke nû bû ku bi saya vê yekê dikaribûn di tevahî qadên jiyanê de bibin xwedî hebûn û misyon. Her wiha rêxistinên xwe yên xweser weke partî, artêş, yekîne, tevger, yekitî, zanist û hwd. ava kirin . Di nava van destkeftiyan de jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên fedayî jî hatin naskirin. Ev jinên ji çar perçeyên Kurdistanê weke Bermal, Şaristan Cizîr, Rewşen, Zîlan, Rêvan Kobanê, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr û herî dawî Sara Goyî û Rûken Zelal bi felsefeya jin, jiyan, azadî bawer kirin û ji bo şoreşa jinan canê xwe feda kirin.

Têkoşîn û fedayîtiya ku bi bîrdoziya rizgariya jinan bi pêş ket, di roja îro de bi şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an a jinan şênber bû, niha jî bi berxwedana jinan a bêhempa tecîdar dibe. Di nava 10 salên şoreşê de bi sedan jinên pêşeng û sembol bi rê û rêbazên cuda xwe dan der. Yek ji van sembolan şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan e. Wê li dijî hovîtî û êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser Kobanê çalakiya fedayî kir.

Fermandarê jiyanê bû

Arîn Mîrkan bi navê rast Dilara Kînc li gundê Mîrkan ango Hesî yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê di 1992`an de ji dayîk bû. Navê xwe yê rast ji navê têkoşer Dilara ku di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da girt. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li gundê xwe Mîrkan xwendiye. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, di têgihîştina rastiya Kurd û Kurdistanê de bû. Dilara Kînc di 2007`an de bi biryardariyeke xurt berê xwe dide têkoşîna azadiyê. Bi destpêka şoreşa Rojava di 2012`an de û avabûna YPJ`ê di Nîsana 2013`an de Arîn Mîrkan vedigere Rojavayê Kurdistanê û cihê xwe di nava YPJ`ê de digre. Têkoşer Arîn xwedî sekn û kesayeteke bi coş û moral bû her wiha di nava YPJ`ê de bi rengekî xwezayî rola fermandariyê dilîst. Ji bo hevalên xwe çavkaniya hêvî û berpirsyariyê bû.

Bû nasnameya jinên azadîxwaz

Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê ji sê aliyan ve bi êrîşeke dijwar berê xwe didin Kobanê. Ji bo parastina Kobanê şervanên YPJ`ê, YPG`ê û gelê welatparêz li dijî êrîşan li ber xwe didin. Di 5`ê Îlonê de êrîşên çeteyan digihîjin girê Miştenûr, ji ber Miştenûr cihekî stratejîk e çete bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Di wê navberê de têkoşer Arîn Mîrkan bi cesaret û vîneke xurt, ji bo parastina hevalên xwe û Kobanê çalakiya fedayî pêk tîne. Bi vê çalakiyê re asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ`ê digihîje lûtkeyê. Ev berxwedan û têkoşîn bi rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de tacîdar dibe û YPJ weke nasnameya tevahî jinên azadîxwaz tê pênasekirin.

Bi wesîleya 7`emîn salvegera têkoşer Arîn Mîrkan, şervana YPJ`ê Ararat Orhan ji ajansa me re axivî.

"Xwedî cesaretek mezin bû"

Ararat Orhan di destpêka axaftina xwe de Arîn Mîrkan bi bîr anî û got: "Mirov çiqas behsa hêz, vîn û cesareta wê bike, kêm dimîne. Çalakiya Arîn Mîrkan hesteke nû bi me re ava kir, me fam kir jin çiqas bihêz in. Şehîd Arîn teslîmiyetê qebûl nekir û bi çalakiya xwe çarenûsa şerê Kobanê guhert. Em jî hewl didin û têdikoşin ku xwe bigihîjînin asta wê. Weke kesayet dema min çalakiya Arîn Mîrkan bihîst, hêrs û kîna min a li hemberî dijmin mezintir bû. Bi vê yekê re soza me ya tolhildana ji xwîna hevalên me yên fedayî re nû bû, têkoşîna xwegihandina asta wan bilind bû. Wan bi hezkirin, moral û cesaretek mezin çalakî pêk anîn û li dijî dijmin bûn bersiv. Şehîd Zîlan ku wê jî çalakiya fedayî kir dibêje; heger tiştek ji canê min buhatir hebûya min ê feda bikra. Jinên Kurd gihîştine asteke wisa ku ji bo gelê xwe dikarin canê xwe feda bikin."

"Me bi têkoşînê çarenûsa xwe guhert"

Ararat Orhan di domandina axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Weke jin em bi giştî û bi taybetî yên Rojhilata Navîn 5 hezar sal in ji aliyê pergala mêr-dewletê ve hatine kolekirin. Rastiya hêz, vîn û nasnameya jinan hatibû veşartin û berovajîkirin. Weke jinên Kurd me bi saya Rêber Apo û jinên pêşeng rastî û asta xwe nas kir. Li ser vê bingehê me weke jin gelek gav avêtin û çarenûsa xwe bi têkoşînê guherand. Li Kobanê berxwedaneke bêhempa pêk hat, yek ji sembolên wê Arîn Mîrkan e. Ji bo pêkanîna çalakiyên fedayî hêz, vîn û cesareteke mezin pêwîst e. Şehîd Arîn bi çalakiya xwe sekn û rastiya jinên Kurd nîşan da. Cîhan jinên Rojhilata Navîn paşketî dibîne lê wan bi çalakiyên fedayî yên şervanên YPJ`ê re şoq derbas kirin û ji hêza jinên Kurd bi bandor jî bûn. Ji lewre gelek jinên enternasyonal û yên ji Rojihlata Navîn tevli refên YPJ`ê bûn."

"Jinên Kurd li dijî hemû êrîşan xwedî helwest in"

Ararat Orhan rêbaza çalakiya fedayî wiha bilêv kir: "Di berxwedana Kobanê de du bîrdoziyên cuda hatin hemberî hev. Bîrdozî û hişmendiya DAIŞ’ê ya tunekirina gelan û jinan, li dijî wê jî bîrdoziya parastin, pêşxistin û azadkirina jinan hebû. Şervanên YPJ`ê di asta fermandariyê de pêşengî kirin, şer qezenc kirin û ew bîrdoziya ku tunekirina jinan bingeh digre têk birin. Ji bo fedakirina canê xwe, têgihîştineke rast pêwîst e. Jinên ku çalakiyên fedayî pêk tînin, gihîştine asta naskirina armanc û rastiya gerdûnî. Têkoşer Bêrîtan li dijî îxaneta PDK`ê xwe ji zinaran ve avêt, şehîd Zîlan li dijî komployê çalakî pêk anî û Arîn Mîrkan ji bo Kobanê nekeve canê xwe feda kir."

"Em bi ruhê hevalên xwe yên fedayî têdikoşin"

Şervana YPJ`ê Ararat Orhan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di destpêka avabûna YPJ`ê de gelek kesan baweriya xwe bi hêza jinan neanî, digotin wê jin çawa şer bikin û çekan bi kar bînin. Me bi têkoşîn û berxwedana xwe ev gotin vala derxistin, me di berxwedana Kobanê de ev yek berovajî kir û rola jinên şervan eşkere kir. Di şerê Kobanê de, bi taybetî bi çalakiya Arîn Mîrkan re bala cîhanê hemû hat ser jinên Kurd. Ji ber vê YPJ bi vî rengî mezin bû û tevlibûn zêdetir bû. Armanca me ya yekemîn azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye her wiha bi têkoşîn û ruhê Arîn Mîrkan, Rêvana, Avêsta Xabûr û Barînan, rizgarkirina bajarên me yên dagirkirî ye."