Jina Kurd a ku Helebceyê rakir ser piyan: Edlê Xanim
Ew ne tenê rêberek eşîrê bû, her wiha bi polîtîkayên xwe yên serketî Helebce kir navenda bazirganiyê; serpêhatiya balkêş a Edlê Xanim a ku bi rêbertiya xwe û jêhatiya xwe ya dîplomatîk mohra xwe li dîroka herêmê xist.
Navenda Nûçeyan – Dîrok gelek caran navên pêşengên mêr tomar dike. Lê belê di dîroka dawî ya Kurdistanê de, jinek hem rêberiya eşîra xwe kir û hem jî çarenûsa herêma ku lê dijî guhert. Ev jina jîr û jêhatî, Edlê Xanim bû. Di çavkaniyên Brîtanî de wekî "Lady Adela" tê binavkirin, lê di çavkaniyên Kurd de têra xwe nayê vegotin.
Jiyana Edlê Xanim
Edlê Xanim di sala 1847'an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke arîstokrat û navdar a bi navê Sahibqeran de ji dayîk bûye.
Ji ber ku malbata wê xwedî hişmendiyek zana bû, wê di temenê xwe yê zû de perwerdeya edebiyat, siyaset û dîplomasiyê girt ku di wê serdemê de ji bo jinan gelek kêm bû.
Edlê Xanim, bi serokê eşîra Caff û qeymeqamê Şarezorê yê Osmanî re, bi Osman Paşayê Cizîrî re zewicî ye û koçî bajarê Helebceyê kiriye.
Ji ber ku Osman Paşa ji ber karên dewletê pir caran li bajar nedima, Edlê Xanim di birêvebirina herêmê de rolek çalak lîst. Wê di warê dadwerî û îdarî de dest danî ser rêveberiyê.
Piştî mirina hevjînê xwe Osman Paşa ya di sala 1909'an de, wê bi temamî dest danî ser rêveberiya herêmê û bi salan wekî seroka herêmê ma.
Edlê Xanim bi hişmendiya xwe ya pêşketî Helebce ji gundekî biçûk veguherand navendeke bazirganî û çandî ya girîng. Wê sazûmaniyek dadwerî ava kir û bi xwe serokatiya dadgehan kir da ku qanûn û nîzam li herêmê pêk bê. Ji bo parastina ewlehiyê girtîgehek ava kir û rê neda ku tawanbar li herêmê serbest bigerin. Wê bazareke nû ava kir, bazirganî geş kir û rê da ku bazirgan ji herêmên cîran berê xwe bidin Helebceyê. Edlê Xanim desthilatdarî bi dest xist. Ew ne tenê bû rêberek siyasî, di heman demê de bû hikumdarek ku ji bo ewlehî û başiya gelê xwe xebitî.
Brîtaniyan jê re digot ‘Prensesa Wêrek’
Navê Edlê Xanim bi taybetî bi pêşketina Helebçeyê ve girêdayî ye. Li gorî çavkaniyên hemdem, wê gavên girîng avêtin da ku bazirganiyê vejîne, ewlehiyê mîsoger bike, bazaran ava bike û pergala edaletê li herêmê xurt bike. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de di nav pevçûnan de asê ma, beşdarî rizgarkirina gelek jiyanan bû. Ji ber vê sedemê, Brîtaniyan bi navên ku tê wateya "Prenseseke Wêrek" jê re digotin û pesnê rêberiya wê dan.
Çîroka jinên ku di bin siya dîrokê de mane
Her çend navê Edlê Xanim di berhemên ku dîroka Kurdan vedibêjin de bi rêzdarî tê behskirin jî, ew ji hêla raya giştî ve bi têra xwe nayê nasîn. Lê dîsa jî, jiyana wê şahidiyek bihêz e ku jin ne tenê di nav malbatê de, di heman demê de di siyaset, dîplomasî û avakirina jiyana civakî de jî dikarin rolên diyarker bilîzin. Çîroka Edlê Xanim careke din nîşan dide ku jinên ku di bin siya dîrokê de mane, heq dikin ku werin bîranîn.
Gelek rewşenbîr, dîplomat û rêwiyên rojavayî yên ku di wê serdemê de serdana Kurdistanê kirine, behsa bandora Edlê Xanim kirine. Nivîskar û siyasetmedara Brîtanî Gertrude Bell di sala 1921'ê de di nameyên xwe de behsa wê kiriye, pesnê kincên wê yên Kurdî yên bi heybet û jêhatiya wê ya siyasî daye. Nivîskarê Brîtanî E.B. Soane yê ku bi cil û bergên herêmî ve çûbû cem wê di pirtûka xwe de qala wê kiriye û gotiye ku ew jineke bêhempa ye ku di nava civakeke misilman de xwedî hêzeke wisa mezin e.
Edlê Xanim heta dema koça dawî ya di sala 1924'an de, li Helebceyê ma û li wir hate veşartin. Ew îro jî di dîroka gelê Kurd de wekî sembola jina xwedî îrade, serok û pêşeng tê bîranîn.