"Ji jiyana koletiyê xwe rizgar kir"

Fatma El- Oso yek ji jinên ku bi awayên veşartî xebatên cebhewî (Milîsî) meşandiye. Fatma li hemberî tundî û hişmendiya civakê serîhildaye û jiyaneke nû ji xwe re afirandiye.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di nava civakan de yê herî zêde rastî zilmê têne jinin, ji lewra gelek jin li beramberî van zilman serî hildidin û jiyana koletî napejirînin. Şoreşa Rojava an şoreşa 19'ê Tîrmehê gelek derfet li pêşiya jinan vekir ku jin jî cihê xwe di nava saziyên jin de bigre. Yek ji van jinên ku zilmê qebûl nekiriye û serî hildaye Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê Fatma El-Oso ye. Fatma El-Oso 57 saliye, ji gundê Xurxurê yê Rojavayê Kobanê ye. Fatma di 18'e saliya xwe de bi berdêlî dizewice û sê zarokên xwe çêdibin. Fatma nêzî 12'e salan li gel hevjînê xwe maye. Fatma ji ber zilm û tundiya hevjînê xwe neçar dibe vedigere mala bavê xwe û li wir Fatma dest bi xebatê gel dike.
"Zaroktiya Fatma bi xebatan dest pê dike"
Zarokatiya Fatma bi kar derbas dibe û piraniya demên wê bi karê malê re derbas dibe, ji ber ku piraniya gund bi çandiyê re mijul dibûn. Di 14-15 saliya xwe de bi dayika xwe re tevin çêdikirin, Fatma û hevalên xwe her roj di nava gund de lîstok dilîstin, gelek caran li malê bi tenê diman, ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî wê hemû karên malê dikir, lawirên wan hebûn, Fatma bi yek destî sibehê zûh radibû, dest bi bêriyê dikir û tevna xwe çêdikir, meraqa wê li ser çêkirina pîjan hebû. Ji ber hişmendiya civakê derbasî dibistanê nebûye. Rêxistin di salên 1990'î de naskiriye û beşdarî xebatan cebhewî (milîsî) dibe, Fatma û hevalên xwe yê li gund bi hev re alîkariyê ji bo tevgera azadiyê kom dikin, xebatên kom û meclîsa bi rê ve dibin. Zextên Rejîma Baas li ser civakê gelek bû. Her roj rejîmê êrîş dibir li ser malan bi taybet malên welatparêz. Fatma El-Oso serpêhateya jiyana xwe ji ajansa mere wiha parvedike.
"Bi xebatên cebhewî (Milîsî) dihat naskirin"
Fatma di destpêka axaftina xwe de wiha qala jiyana xwe dike: "Di biçûkaniya xwe de ez  û hevalên xwe bi hev re diçûn ser dewla avê, palehiyê, çêrandina lawiran û hwd. Raste em zarokbûn lê jiyanê me ya zaroketiyê bi awayekî komînal derbas bû. Piraniya gund çandinî hebû, ez, bavê xwe û birayê xwe me bi hev re pale dikir. Paşê bavê min li aliyê Bakur hat binçavkirin, ji ber sedema qaçaxçiyê derdora 19'e mehan girtî bû. Zewaca min berdîlîbû, ez bûm qurbaniya vê zewacê. Di nava civakê de her tim keda jin tê înkarkirin û ya ku dibe qurbanî jî jin e. Ez jî yek ji wan jinanim. Lê bi saya vê rêxistinê û felsefeya Rêber Apo ez gihîştim vê astê û li beramberî hişmendiya civakê hişyar bûm. Paşê êdî hevalên jin derbasî gund bûn, çûyin û hatina wan li malên me hebûn me jî bi wan re xebat dida meşandin. Mala me ji rêxistinê re vekirî bû, dayika min di 15'ê Tebaxê de derbasî Lubnanê dibe û Rêbertî dibîne. Meraqa min bû ku ez jî Rêber Apo bibînim, ev meraqa her Kurdekî bû."
"Me hêviyên xwe ji jinên têkoşer girt" 
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de behsa jinên têkoşer yê ku pê bandor bûye wiha dike: "Ez bi gelek jinên sembolîk bandor bûm, wek şehîd Zîlan, Sema, Bêrîtan, Ezîme û şîlan. Vîna van jinan hişt ku em dest bi xebatê bikin, bi saya wan em weke jin bûn xwedî hebûn.. Jin xwe îfade dikin, beşdarî çalakiyan dibe li pêşiya gel diaxive. Jin civakê bi rê ve dibe an jî pirsgirêkek li kur hebe jin wê çareser dike. şoreşa 19'ê Tîrmehê ji ber xwe ve çênebû, van têkoşeran hişt ku ev şoreş bê çêkirin me jî wek jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê hêza xwe ji wan şehîdan girtin. Bi pêşengtiya jinan ev şoreş hat çêkirin, jinên Kurd bi xwe re jinên Ereb jî bi rêxistin kirin. lê roja ku Rejîm ji Kobanê derket hestekî nayên gotin tê jiyankirin lê mirov bi gotinan nikare bîne ziman. Di cejnan de me serdana gel dikir, civîn li dar dixistin nîqaş bi jinan re dikirin. Heya roja îro jî eynî ew kes em xebatên xwe didomînin."
"Şervanên me hêviyên me ne" 
Fatma balkişand ser xebatên xwe yê civakî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez di sê perwerdeyên bîrdozî re derbas bûme. Her perwerdeyek ji bo min naskirinek û fêrbûneke nû ya jiyanê ye. Rewşa min wek niha be minê çeka birayê xwe şehîd rakira. Her çiqas ez xebatên xwe bi awayên aktîf bikim jî lê ne wek mirov beşdar bibe û çekê li hemberî dijmin rake. Dema ku em li ser malan digeriyan û me alîkarî kom dikir, bavê min aciz dibû, her xwe bi dayika min re aciz dikir, min bersiva wî wiha dayê, min got tu dibêjî bila Kurdistan azad bibe û dagirker tune bibin, ma em ked nedin û xebat nekin emê çawa serkeftinê bi dest bixin, her serkeftineke kedek jê re lazime. Ez bê navber xebatên xwe didomînim, lê hîna jî ez dixwazim çi xebat bê pêşiya min ez amademe wê xebatê bi awayên serkeftî bidim meşandin. Di encama van xebatên veşartî û rêxistinkirina gel de îro me gelek sazî û dezgeh avakirine. Beriya şoreşê ez û hevalên xwe em bi meş li ser malan digeriyan."