Ji Danezana Mafên Jinan heta Hevpeymana Civakî ya Rojava: 8’ê Adarê

Ji Olympe De Gouges a li Fransayê Danezana Mafên Jinan nivîsand, heta Peymana Civakî ya ku di nava pergala Şoreşa Rojava de hat îmzekirin; jin bi têkoşîna xwe her tişt ji nû ve ava dikin û mîrasa 8’ê Adarê bi têkoşîn û berxwedanê dihûnin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Jin bi sedsalan e li seranserê cîhanê têkoşîna hebûnê didomînin û li ber xwe didin. Jinên ku li malê, li kolanan, li ser kar û li dijî bav, bira, mêr, dîktator, xwediyên kar û kedxwaran li ber xwe didin, jiyana xwe bi xwe ava dikin û mîrateya 'azad' a ku beriya salan ji bo jinên îro hatiye dewrgirtin, diparêzin.

Mêraniya ku xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin dike, her dem tundiyê zêdetir dike û armanc ew e ku ji bo xwe jiyana bijartî ava bike. Dewletan otorîteya vê jiyana bijartî ava kirin, jin her dem weke koleyên keda wan tê xwarin hatin dîtin. Ji Olympe De Gouges ku Danezana Mafên Jinan nivîsand, di sala 1793'an de mehkûmê cezayê darvekirinê hat kirin; heta mirina jinên ciwan ên di sala 1834’an de li li Fabrîkaya Pembû ya Lowell dixebitîn, heta Arîn Mîrkan a ku li Rojava ji bo gelê xwe têdikoşiya, heta Jîna Emînî ya ku li Îranê ji ber hîcaba xwe hat qetilkirin, ji jinên di navbera çar dîwaran de hatine mehkûmkirin heta dayikên aştiyê, ji ciwanên ku di atolyeyên tekstîlê de reng li wan nemaye, heta jinên karkerên çandiniya ku di riyan de jiyana xwe ji dest dane, ji rojnamegerên ku ji ber nivîsandina heqîqetê hatine girtin, heta siyasetmedarên jin ên bi salan e di girtîgehan de tên girtin, ev tundî tê zanîn. Lê belê jin têkoşîna xwe didomînin di her firsendê de nîşan didin ku dema jin û azadî tên gel hev jiyan çawa dikare biguhere. 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, şopa vê guhertin û berxwedanê îsal dîsa bi awayekî bi hêztir nîşan dide.

Pêvajoya dîrokî ya ku jinsn ber bi 8’ê Adarê ve bir çawa hat jiyîn? Jin çawa birêxistin bûn? Di nava salan de 8’ê Adarê çawa bû dîrokek ku hemû jinên cîhanê xwedî lê derketin? Em ê di nûçeya xwe de li ser van pirsan bisekinin û ji rûpelên dîrokê heta îro dîroka berxwedana jinan bi bîr bixin.

Yekemîn çalakiyên rêxistinbûyî yên jinan

Guhertina jiyana jinan a di nava civakê de hêsan nebû. Pêvajoya ku jin ji malên xwe derketin û ketin sanayiye, bi têkiliya kedê re têkoşîn jî weke meyla azadiyê bi pêş ket. Yekemîn çalakiya rêxistinkirî ya jinan weke daxwaznameyên ku di sala 1642'an de li dijî papatiyê pêşkêşî Parlamentoya Civaka Navneteweyî hatin kirin, tê qebûlkirin. Jin bi van daxwazan li dijî zilma oldaran derketin û xwestin li hemberî olê bi mêran re di şert û mercên wekhev de bin.

Di sala 1647’an de jî daxwaznameya duyemîn ji hêla "Keçên Xizmetkar" ve hat dayîn. "Keçên Xizmetkar" li dijî zext û saetên dirêj ên li malên ku lê dixebitîn nerazîbûn nîşan dan. Di heman salê de ji bo jineke girtî vê carê Lilburne serbest bê berdan serlêdan hat kirin. Li wir jî jinan gotin, “Ma em li malê rûnin û tiştek nekin?” di vê pêvajoyê de çalakiyên daxwaznameyê weke awayek bertekdayîne cihek girîng girtin.

Olympe De Gouges û mafên jinan

Her çiqas jiyan bi destên jinan di her qadê de ava bûbe jî bidestxistina mafan ne hêsan bû. Wekhevî li aliyekî, jin di qanûnan de jî hatin paşguhkirin. Li Fransaya ku di nava Komuna Parîsê de dijiya û yek ji welatên herî pêşketî yên cîhanê dihat hesibandin jî di salên 1960’î de qanûnên paşverû yên Napolyon serwer bûn. Jinên zewicandî, ne xwediyên mafên milkiyetê bûn û vesayeta zarokan jî ayde bav bû. Kurtaj qedexe bû. Mûçeya jinên karker ji mêrên ku heman karî dikirin kêmtir bû. Karê jinan girêdayî destûra hevjînên wan bû. Lê helbet jinan guhertin û mafên xwe dixwestin. Danezana Mafên Mirovan û Hemwelatîbûniyê ku bingeha Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ava kir, li Meclisa Neteweyî ya Fransayê ya bi Şoreşê hat avakirin hat xwendin. Di vê nivîsê de Olympe De Gouges ku got ku peyva mirov (homme) tenê mêran pênase dike, Di sala 1791’de, wê danezana "Jin û Mafên Hemwelatiyên Jin" weşand ku di dîroka mirovahiyê de yekem beyana mafên jinan e. Olympe De Gouges "Wekheviya Zayendî" parast û bêhesasiyeta Şoreşa Fransayê ya li hemberî jinan rexne kir. Olympe De Gouges ku bi têkoşîna xwe ya bêhempa navê xwe di dîrokê de nivîsand, di sala 1793'an de ji ber "Deklarasyona Mafên Jinan" a ku nivîsandibû cezayê darvekirinê lê hat birîn. 

Keçên Fabrîkayê

Karkerên jin li Fabrîkaya Pembû ya Lowell a li Massachusettsê di sala 1834’an de weke Keçên Fabrîkayê hatin penasekirin. Karkerên jin li dijî birîna mûçe li ber xwe dan. Berxwedana wan bû pêşenga pêlên grevê ku wê di salên pêş de jî bidomin. Şert û mercên xebatê yên Keçên Fabrîqeyê ji koletiyê ne cuda bû. Karkerên jin ên ku ronahiya rojê nedidîtin, hefteyê 73 saetan dixebitîn û li hostelên derdora kargehê dimînin û "kirê" didin. Bi ser de jî, zexteke giran a olî li ser wan hebû. Pirtûka Destana Lowell Factory got ku "jinên ku neçin xizmeta dêrê û ne exlaqî ne, dê neyên xebitandin." Jinan dema xwestin ji sedî 15 mûçeyên xwe kêm bikin, biryara grevê dan. Grev bi ser neket, lê ev gav ji bo wan pir girîng bû. Piştî vê serpêhatiya grevê ya yekem, kargehên Lowell di sala 1836 de, dema ku karkeran dixwest kirêya hostelê zêde bikin, bûn şahidê protesto û grevên nû yên karkerên jin. Lê vê carê jinan dema kirêkirinê paşve kişandin. Piştî rêze protesto û grevên 1845’an, gelek kes hatin cem hev û Komeleya Reforma Kedê ya Lowell (LFLRA), yekemîn komeleya jinên karker ên Dewletên Yekbûyî ava kirin. Têkoşîna Keçên Fabrîkayê di têkoşîna jinên kedkar ên li Amerîkayê de xala zivirînê nîşan da. Jinan kedkarên hemû Amerîkayê îlham kirine. 

8’ê Adarê...

Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New York ê DYA’yê 40 hezar karkerên tevnsaziyê bi daxwaza şert û mercên xebatê dest bi grevê kirin. Di şewata ku dema polîsan êrîşî karkeran kir derket de 129 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan û karker di kargehê de asê man. Zêdeyî 10 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyên karkeran bûn. Ev dîrok ji bo jinan xala werçerxê bû.

Piştî salek Partiya Sosyal Demokrat a Elman 8'ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê îlan kir. Fikra îlankirina vê rojê ya navneteweyî jî ya Clara Zetkîn bû.

Pêşniyara Clara Zetkîn

Di 26-27 Tebaxa 1910’an de, li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê, di civîna girêdayî Enternasyonala II. a jinan de (Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî) yek ji pêşengên Partiya Sosyal Demokrat a Elman Clara Zetkîn pêşniyar kir ku 8'ê Adarê ji bo bîranîna jinên karker ên di 8'ê adara 1857'an de di şewata fabrîkaya tekstîlê de jiyana xwe ji dest dan, weke "Roja Jinan a Navneteweyî" were bibîranîn. Ev pêşniyar bi yekdengî hat qebûlkirin.

Hemû cîhanê qebûl kir

Di rastiyê de ji bo 8'ê Adarê ya ku hatiye roja îro jî dîrok nehatiye diyarkirin. Jin her dem di biharê de hatin bibîranîn. Di sala 1921’ê de di 3’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Moskowê (3’emîn Civîna Navnetewî ya Partiyên Komunîst) hat lidarxistin de biryara 8’ê Adarê hat dayîn. 

Roja Jinan a Cîhanê ku di navbera Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn de li hinek welatan hat qedexekirin, dema ku di dawiya salên 1960'î de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi bibîranînê kir, bi xurtî derket pêş. Piştre Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê wekî “Roja Jinan a Cîhanê” qebûl kir. 

Li Tirkiyeyê yekemîn 8’ê Adarê

Li Tirkiyeyê lidarxistina bîranîn û pîrozbahiyên 8'ê Adarê hêsan nebû. Jinan ji bo di 8’ê Adarê de li qadan bin jî têkoşiyan. Li Tirkiyeyê 8’ê Adarê di sala 1921’ê de, cara  yekem bi pêşengiya jinên TKP’ê ya xwişkên bi navê Rahîme Selîmov, Cemîle Nuşirvanova û Naciye Xanım di mercên demê de bi dizî hat lidarxistin. Li Tirkiyeyê cara yekem di sala 1921’ê de, 8’ê Adarê bi awayê vekirî hat pîrozkirin û ev pîrozbahî ji aliyê Komeleya Jinên Pêşverû (KJP) ve hat organîzekirin.

Jinên Laçik Spî

Jinan heta derbeya leşkerî ya 1980’yan, pîrozbahiyên xwe berdewam kirin. Laçikên spî; li dijî dijwariyên jiyanî, bêkarî û kaosa li welat weke sembol hatin bikaranîn. Li seranserê Tirkiyeyê laçikên spî bûn amûra protestoyê. Li hinek cihan bikaranîna laçikên spî hat qedexekirin. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê di 1984’an de ji nû ve dest pê kirin. Ji vê dîrokê vir ve di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin li dijî tundî, qetilkirin, tacîz, destavêtin, kedxwarî û şer daketin qadan.

Dîroka jinên Kurd a 8’ê Adarê

Pîrozkirina 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd her dem weke amûreke zextê hat bikaranîn. Biryardariya jinên Kurd ji hemû cîhanê re dibe mînak. Di sala 1919'an de dest bi vê têkoşînê kirin û îro 8'ê Adarê bi mîtîngên ku bi sed hezaran bi çalakî û çalakiyên berfireh îfade dikin, pîroz dikin. Yekem têkoşîna rêxistinkirî ya jinên Kurd, di sala 1919’an bi navê Civata Tealî ya Jinên Kurd hat damezrandin. Piştre cihê Civatê, Komeleya Jinên Şoreşger ên Demokrat (KJŞD) girt. KJŞD, yekem Komeleya jinên Kurd e ku 8’ê Adarê pîroz dike. Rêveberên komeleyê piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an, ji ber ku 8’ê Adarê pîroz kirin hatin darizandin û girtin.

Pîrozbahî bûn mijara darizandinê

Li rojavayê Tirkiyeyê destûr ji pîrozbahiyan re hat dayîn û li rojhilat jî pîrozbahî bûn mijara darizandinê. Dema ku 8’ê Adarê ji hêla jinên Kurd ve di 1997’an de yekem car hat pîrozkirin, yekem mîtîng di 1998’an de hat lidarxistin. Ji ber ku pîrozbahiya yekem bû, jinên ku bi cil û bergên gelêrî reng û bi tilîliyan hatin qada pîrozbahiyê rastî şîdeta polîsan hatin. Di 2001’ê de, jinan bal kişand ser tecrîda li girtîgehan. Di navbera 2002-2005’an de, jinên Kurd her sal 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê bi daxwazên cuda pîroz kirin. Di 8’ê Adara sala 2006’an de jin bi dirûşma "Ji bo cîhanek bê tundî û bi aştî" daketin kolanan. Mijara pîrozbahiya 8'ê Adarê ya jinên Kurd, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd û têkoşîna li dijî şer bû.

Li Rojava yekemîn 8’ê Adarê

Jinên Kurd ên ku mîrateya têkoşîna jinên berxwedêr dewr girtin, ji Rojava heta Îranê, ji Iraqê heta Bakurê Kurdistanê li dijî feraseta mêrsalar berxwedan û şerê xwe berdewam dikin. Şoreş û berxwedana dîrokî ya jinên Kurd a li Rojava, îro ji bo hemû jinên cîhanê dibe îlham û hêvî.

Jinên Rojava yekemîn car 8’ê Adarê di sala 1987’an de li malên xwe bi dizî pîroz kirin. Jin ji ber rejîma Baasê, ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li maleke li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî veşartî kom dibin û plana xwe ya 8’ê Adarê çêdikin. Piştî plansaziyê li malan bi awayekî veşartî 8’ê Adarê bi komên biçûk pîroz kirin. Di sala 2004’an de li gundê Terteb ê Qamişloyê hatin cem hev. Jinên ku xwestin bi cil û bergên xwe yên herêmî pîrozbahiyê bikin, hatin binçavkirin û girtin. Ji wan jinan a bi navê Nazliye Keçel ku ji aliyê rejîmê ve hat girtin, heta niha jî çarenûsa wê ne diyar e. 

Li dijî êrîşan berxwedanek mezin

Her çiqas jinên Rojava bi girtin û zextan re rû bi rû bimînin jî tu carî dest ji biryardariya xwe ya têkoşînê bernedan û di sala 2005’an de Rêxistina Jinan a Yekitiya Star hat avakirin. Jinan weke Yekitiya Star gelek çalakî li dar xistin. Di sala 2009’an de biryar hat girtin ku roja 8’ê Adarê li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz bikin. Jinên ku bi rêxistina Yekitiya Star re 8’ê Adarê pîroz kirin, careke din rastî êrîşên rejîmê hatin lê li dijî êrîşê berxwedanek mezin hat nîşandan. Endama Yekitiya Star Gulê Selmo bû sembola jinên têkoşer. Gulê Selmo di 13’ê Adara 2012’an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat qetilkirin. Gulê Selmo di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bû şehîda yekem a Yekitiya Star.

Ragihandina xweseriyê û pîrozbahî

Di sala 2013’an de li qadên berfireh pîrozbahî hat lidarxistin. Li herêmên Kobanê, Efrîn û Cizîrê çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Jinan di 8’ê Adara 2013’an de biryara Xweseriya Demokratîk û bi hêzkirina xweparastinê girtin. Li bajarê Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de “Xweseriya Demokratîk” hat îlankirin. Sîstema hevserokatiyê hat pêkanîn û 8’ê Adarê ji bo piştgiriya xweseriya demokratîk li Rojava daketin qadan. Di sala 2013’an de bi dirûşma “Rengê şoreşa Rojava rengê jinê ye” daketin qadan.

Di 21’ê Çileya 2014’an de li Cizîra Botan ‘Xweseriya Demokratîk’ hat ragihadin. Pergala hevserokatiyê ket meriyetê û jin bi vê gavê re daketin qadan û weke jinên Rojavayê Kurdistanê bi destekdayîna xweseriya demokratîk re 8’ê Adarê pîroz kirin.

Jinên Kurd sînoran derbas kirin

Di sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê êrîşek dijwar pêk anîn û armanc ew bû ku Kobanê dagir bikin lê bi saya berxwedanê têk çûn. Şervanên Jin ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi dilsoziyek mezin çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birin û serkeftina xwe di 26’ê Çileya 2015’an de ragihandin. Jinên YPJ’ê soza ku dan Arîn Mîrkan bi cih anîn û xeyala jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. 8’ê Adara 2015’an jinên Rojavayê Kurdistanê û jinên Nisêbînê, li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê roja xwe pîroz kirin û peyama jinan jî di wê pîrozbahiyê de rakirina sînoran bû. Jinan di sala 2016’an de bi dirûşma “Bi jinên azad, ber bi Sûriyeya demokratîk ve” û “Azadiya jinan, bingeha têkoşîna civaka azad e” li bajarê Minbic, Tebqa, Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Efrînê hat pîrozkirin. Jinên pêşeng ên şoreşê, nîşan didin ku tovên hêviyên yên li Rojava hatine çandin çawa şîn bûne, her dem peyamên berxwedanê didin.