Hevrîn Xelef ji bo felsefeya jin, jiyan, azadî têkoşiya

Hevrîn Xelef di temenê xwe yê ciwan de gelek xebatên giranbuha meşand. Hevrîn hem bedew, hem jî jîr bû. Temenê xwe ji bo gelên Sûriyê bi hev re azad bijî diyarî kiribû.

Navenda Nûçeyan – Li gor heqîqeta welatek ku li ser dagirkeriya bêrawestan tê meşandin jinbûn, xwe bi rihê şer û têkoşînê tijîkirinê ferz dike. Şer û jin... ango têkoşîn û jin, dû rastiyên ku li ser kaniya heqîqeta hebûn-xwebûnê bi hev re diherike ye. Yên ku xwe di nav vê rastiyê de helandine bûne pêtên agirê azadiya jinên Kurd û heta tevahî jinên cîhanê. Yek ji jinên ku bi têkoşîna xwe ya bê hempa hemu kêliyên jiyana xwe de bû têkoşerê Şoreşa Jin û lêgerînvana heqîqeta Jin, jiyan, azadî Hevrîn Xelef e.

Hevrîn di sala 1984'an de li gundê Rêhanîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dinê. Hevrîn di malbateke welatparêz de mezin bûye û zaroka herî biçûk bû di malê de. Ji zaroktiyê de xwe berpirsyarê her tiştî didît û ev rih heya dawiyê jî pê re ma.

Ji destpêka şoreşê ve di nav kar û xebatan de cih girt

Hevrîn beşa Endezyariya Medenî di zanîngeha Helebê de bi dawî kir. Bi destpêkirina Şoreşa Jinê re ango di 19`ê Tîmeha 2012`an de Hevrîn beşdarî nava kar û xebatên şoreşê bû, bi erka rêxistina ciwanan rabû, paşê bi erka rêxistinkirina saziyên civaka sivîl rabû û ji wir jî bû Rêvebera Meclisa Aborî ya bajarê Qamişloyê. Xebata aboriya herêmê da meşandin û dema Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21`ê Kanûna duyem a 2014`an de hat ragihandin, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên li Cizîrê hatin avakirin, Hevrîn bû cîgira Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê. Her wiha 2015`an de dema çend desteyên Rêveberiya Xweser bûn yek, Hevrîn di encama hilbijartinan de bû hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê û roleke aktîf di desteyê de lîst û ji kar û xebata aborî ya herêmê re bû bersiv.

Xwedî kesayetek bibandor bû

Hevrîn Xelef jineke xwedî zanist bû, di kîjan xebatî de kar dikir ew cih dadigirt. Her keda wê ji bo hemû pêkhateyên vê civakê bû û di hevaltiya xwe ve dirust bû, ji bo wê xwedî bandor bû.

Kongreyê Damezrîner a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, di 27`ê Adara 2018`an de li bajarê Reqayê, bi beşdariya komên siyasî, Kurd, Erebî, Suryan, şêxên eşîran ên Bakurê Sûriyeyê û endamên partiyan hat lidarxistin, Hevrîn Xelef ji ber ku bi çalakiyên xwe yên pêşxistin û temînata mafan dihat naskirin, bû sekretera giştî ya partiyê.

Hemu jinan li derdora xwe kom dikir

Piraniya xebatên wê di nava civaka Ereb de bûn ji ber her armancên wê ew bû ku jiyana demokratîk li ser axa Sûriyeyê bê avakirin û aştiyeke mayinde bi xwe re bîne. Hevrînê îradeya xwe derdora van armancan kir xelek û tu cadahî nedikir navbera ol, mezheb, mirov û civakan. Karê wê karekî mirovahî bû, pê re jî jinên Ereb li derdora xwe kom kir û wan birêxistin dikir. Hevrîn Xelef mîna pira gihandina azadiya jin û civakan bû. Kiryarên bi serê wê de anîn sûcê li dijî îradeya hemû jinên cîhanê bû di encamê de Hevrîn xeteke têr û tijî xebat ji bo tevahî jinan li pey xwe hişt.  

Ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019’an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî êrişên dagirkeriyê da destpêkirin. Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re çeteyên DAIŞ’ê jî ketin nav liv û tevgerê. Di 12`ê Cotmehê de dema Sekretera Giştî ya partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef berê xwe da riya diwêlî ya bajarê Qamişloyê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hat hedefgirtin û di êrişê de encamê de bi îşkenceyê hat qetilkirin.